Rojnameya Ronahî

Silêman Ereb: Helwestên ENKS’ê nakevin xizmeta gelê Kurd

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 11‘ê Îlonê têkildarî arîşeyên li pêşiya herêmê, pêwîstiya yekbûna nêrînan ji bo sekinandina li hemberî van arîşeyan û parastina destkeftiyên herêmê, daxuyaniyek da. Desteya Rêveber a PYD`ê diyar kir ku daxuyaniyên hin aliyan tenê dikevin xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd, ku xizmeta kurdîtiyê nakin. Her wiha daxwaz kir ku li hember arîşeyan helwesteke cidî bê nîşandan.
Girêdayî vê mijarê endamê Meclisa Giştî û nûnerê PYD‘ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb ji Ajansa ANHA’yê re hinek nirxandin kir. Ereb di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd di salên dawî de li herçar aliyên Kurdistanê serkeftinên mezin bi dest xistin. Ji destpêka şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin alî, bi taybet “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” ji civaka Kurd dûr ket û xwe spart hêzên derve. Li aliyekî din jî li şûna ku serkeftinên Kurdan pêşbixin, hewl dan têk bibin. ENKS, di mijara penaberên Sûriyê siyaseteke mîna ya dewleta Tirk dimeşîne. Buroyên ENKS’ê li Başûrê Kurdistanê nahêlin penaberên Kurd ên Rojava bêyî erêkirina wê serdana Rojava bikin. Piştî ku rola xwe ya siyasî, leşkeri û navdewletî winda kir, hewl dide bi vê siyasetê bermahiya xwe biparêze.”
Ereb diyar kir ku ENKS, bi hevkariya “Partiya Demorkatîk a Kurdistanê” (PDK) nahêle xelkên Rojava yên li Başûrê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, lê li Rojava her yek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne.
‘XIZMET JI GELÊ KURD RE NEKIRIYE’
Silêman Ereb destnîşan kir ku piştî gelek partî ji ENKS‘ê vekişiyan û beşdarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, bermahiyên ENKS‘ê xwe xist hembêza dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Heman siyaseta dagirkeriya Tirk û Îxwan El-Muslim da meşandin. Da ku bi rêya “Herêma ewle” ya qal dikin, vegere Rojava. ENKS’ê ti xizmet ji gelê Kurd re nekiriye. Dewlet Tirk Efrîn dagir kir, gelê wê koçber kir, niha jî demografiya wê û çanda wê li pêşberî çavê gelê Kurd û tevahî cîhanê diguhere. Heta niha ENKS bêdenge û daxuyaniyek jî nedeya.”
‘ENKS PARÇE BÛYE’
Silêman Ereb diyar kir ku ENKS di hundirê Rojava û li derve jî parçe bûye û got: “Rêveberên ENKS’ê yên li Tirkiyê destekê didin projeya Tirkî ya Îxwanî ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê rêveberên li Rojava jî di hin daxuyaniyên xwe de ev proje red kirin.”
Endamê Meclisa Giştî û nûnerê PYD‘ê yê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wekî PYD‘ê ew piştgiriya yekitî û hevgirtina Kurd dikin û got: “Derî li ber herkesî vekiriye ku bi rêya însyatîfa KNK – Rojava beşdarî yekîtiya Kurdî bibin.”