Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

22 jin hatine kuştin û 14 bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane

08/02/2026
in Uncategorized
A A
22 jin hatine kuştin û 14 bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li gorî rapora KCDP’ê ya meha Çileyê ku di 7’ê Sibatê de hate weşandin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 22 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 14 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Çileyê de 22 jin hatin kuştin û 14 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 73 jin li malên xwe, ji sedî 50 bi çekan û ji sedî 23 jî ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn ve hatin kuştin. Rapor nîşan dide ku ev rewş encama tundiya li dijî jinan a ku nayê dîtin e.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji 22 jinên ku hatine kuştin yek jê ji ber hinceta aboriyê hatiye kuştin, yek ji hêla zavayê xwe yê ku keça wê pêşniyara lihevhatinê red kiriye hat kuştin û sedemên kuştina 20 jinan nehat tespîtkirin.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hatin kuştin. Ji 22 jinên ku di meha çileyê de hatin qetilkirin 5 jê ji aliyê mêrê pê re zewiciye, 3 ji aliyê mêrê ku pê re bû, 2 ji aliyê nasekî xwe ve, 2 ji aliyê bavên xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê birayê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê ve, 1 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 1 ji aliyê xizmekî xwe ve û 1 ji aliyê zavayê xwe yê berê ve hatin kuştin. Xizimtiya kesên 4 jinan kuştine nehat tespîtkirin. Di vê mehê de ji sedî 23 jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne ve hatin kuştin. Jin pir caran li malên xwe hatin kuştin. 16 jin li malên xwe, 3 li kolanê û 2 li cihekî dûr hatin kuştin. Cihê kuştina jinekê nehat tespîtkirin. Ji sedî 73 jinên ku di vê mehê de hatin kuştin li malên xwe hatine kuştin. Jin herî zêde bi çekan hatin kuştin. Ji jinên ku di vê mehê de hatine kuştin 11 jê bi çekan, 5 jê bi xeniqandinê, 4 jî bi tiştên tûj, 1 jê ji jopr ve hat avêtin û 1 jî bi lêdanê hat kuştin. Vê mehê ji sedî 50 jin bi çekan hatin kuştin.

Bajarên rêjeya kuştina jinan lê zêde ne ev in: Edene 1, Enqere 2, Antalya 5, Bartin 1, Çorûm 1, Stenbol 4, Îzmîr 4, Konya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2.

Bajarên ku jin bi awayekî gumanbar lê hatine kuştin ev in: Balikesîr 1, Xarpêt 1, Colemêrg 1, Kutahya 1, Manîsa 1, Mêrdîn 2, Muğla 1, Nevşehir 1, Sakarya 2, Sêrt 1, Riha 1, Tekîrdag 1.

Her wiha girêdayî vê mijarê di 2’ê Sibatê de Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ji bo Pinar Karataş a ku di qonaxa berî veqetînê de ji aliyê mêrê pê re jiyan dikir ve hatibû kuştin, li Manîsayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kuştina jinan bi polîtîkayên bêcezatî û xemsariya dewletê zêde dibe.

Ji Ajansa Welat

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.