Rojnameya Ronahî

‘Mem û Zîn jiyana civakî ya kurdan şîrove dike’

Destana Mem û Zînê a ku ji aliye Nivîskarê mezin Ehmedê Xanî ve di sala 1692’an de hatiye nivîsîn di her alî de jiyana kurdan vedibêje. Destan ne tenê heskirina du kesan heskirina netewê jî vedibêje. Mem û Zîn ku weke kurdîya nu hatiye wergerkirin, ji aliye derhêner Ruknetin Gur ve weke lîstik hatiye amade kirin. Şano cara yekem di sala 2014’an de ji aliye Şanoya Bajêr a Amedê ve li Qonaxa Cemîl Paşa hate pêşandan. Hat xwestin ku cara dûwem jî li heman cihî were pêşandan lê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin destûr neda ku li wir were pêşandan. Şano piştî 5 salan bi girseyeke mezin li Gleryayê hat pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku xwestin lîstikê temaşe bikin salona Şanoyê dagirtin.
Lîstik piştî ku bi dawî bû bi sedan temaşevanan li ser piyan li çepikan da û kêfexweşiya xwe anîn ziman.
‘BI DESTANEK TIJÎ XEM RE EM JIYANA JINAN JÎ FÊR DIBIN’
Piştî ku lîstik bi dawî bû lîstikvan û stranbêj Gulseven Meder a ku rola Zînê dilîst ji Ajansa JINNEWS’ê re axivî û wiha got; “Destana Mem û Zînê ji me re tenê heskirina du kesan nabêje, ew Jiyana civakî a kurdan jî bi xwe re şîrove dike. Destana Mem û Zînê di aliyê çandî, dîrokî û sosyolojîk de kurdan şîrove dike û ji ber wê yekê ji bo ronîkirina pêşerojê mifteyeke. Bi teybet jî dixwazim diyar bikim ku destan jinê û statuya jinê ya di civakê de jî şîrove dike. Bi destanek tijî xem re em jiyana jinan jî fêr dibin.” Gulseven anî ziman ku wan li rexmê hemû astengî û zoriyan lîstoka xwe dan berdewamkirin û wiha berdewam kir; “Galerya hinek di aliyê dîmen de ne xweşik û ne alîkar bû. Di vî alî de hem lîstokvanan û hem jî temaşevan pir zorî kişandin. Lê bi qasî ku ji me hat me nexweşikbûna wê daxist asta herî jêr.” Gulseven herî dawî diyar kir ku coşa temaşevanan hêz daye wê û ew hestewar kiriye û ev tişt got: “Dil dixwest ku li qonaxa Cemîl Paşa em bihatana gel hev lê destûr ne hat dayîn, em ê teqez careke din li wir werin gel hev.”
‘DESTANA NETEWBÛYÎNÊ YE’
Endama Şanoya Bajêr Rêzan Kaya ku rola Stiyê dileyîst ji me re axivî û wiha got; “Ligor min destana netewbûyînê ye. Têkilya stî û tajdîn , mem û zînê vegotina vê netewê û heskirina netewê ye. Me dixwest ku layiqî vê destanê bin û li gorî wê lîstikê pêşkêş bikin. Lê mihxabin bi tayînkirina qeyûm re dikên me jî ji me hatin girtin. Hertim qeyûm û îqtîdar êrîşê qadên çandê dike û dixwaze bibe asteng. Ev jî polîtikayên wan ên qirêj eşkere dike. Qonaxa Cemîl Paşa di alîyê dîmen de gelek baş bû, me dikarîbû hestên destanê hinek jî be bidin hîskirin. Ji ber ku mekan û lîstik hev temam dikir. Lê rexmî hemû zor û zahmetiyan jî me lîstika xwe da pêşandan. Temaşevan mixabin germ dibûn ji piyan diwestiyan lê cardin kelecana ku lîstikê diafirand destûr nedida ku ji vir derkevin. Rêzan herî dawî diyar kir ku wê teqez carek din li Qonaxa Cemîl Paşa werin gel hev.”
‘LÎSTIK BI HER ALÎ SERKEFTÎ BÛ’
Temaşevan Esengul Kliç jî bal kişande ser wate û girîngîya lîstikê û wiha got; “Şanoyên bi vî awayî dîrokî û civaka kurdan vedibêjin. Divê hertim bê navber werin pêkêşkirin. Li hember asîmlasyona ku îtidar li ser kurdan dide meşandin divê em bikevin nava tevgerê. Ji ber yek ji beşên ku herî zêde bandora xwe li ser civakê dike çand û huner e. Lîstik bi her awayî serkeftî bû. Li şuna ku kes dîzî û programên hindirê wan bi tiştên vala hatine dagirtin temaşe bikin divê werin li lîstikên bi vî rengî temaşe bikin guhdarbikin. Destana ku cihek mezin di nava dîrokê de girtiye bi şanoyê re hatiye gel hev. Li Rexmê hemû astengî û bêderfetiyan tiştek wiha pêşkêşkirin cihê şanaziyê ye. Me bi keyf û coşek mezin lîstik temaşe kir. Hêvîda rim ku berdewamiya wê li qonaxa Cemîl Paşayê be.”
‘HER SEHNEY KELECANEK CUDA BI MIN RE ÇÊ DIKIR’
Temaşevan Robar Gungor jî got; “ Min beriya 5 salAN heman lîsok li Koşka Cemîl paşa temaşe kiribû lê mixabin îro nikaribûn dûbare li wir pêşkêş bikira. Kayum bi awayeke eşkere darbeye li dijî çand û hunerê ye. Ev yek me xemgin kir lê cardin, ji ber ku naveroka destanê pir xweş bû em bi dîmenê derdor re asê ne man. Hest û coşa temaşevanan ji diyar bû ku zindîbûnek diafirand. Destan bi şanoyê re bi awayê herî xweş hatiye gel hev ku ev kurdan bi awayek herî baş temsîl dike. Ez pêşniyr dikim ku herkes vê lîstikê temaşe bike û xwe jê mahrûm nehêle.”