Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Berxwedana Rojava ji bo herkesî pîroze

31/01/2026
in NÛÇE, Uncategorized
A A
 Berxwedana Rojava ji bo herkesî pîroze
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Ji bo piştgiriya berxwedana gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê beşek hunermend ji Başûrê, Bakur, Rojhilatê Kurdistanê û Ewrûpa serlêdana Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ji bo piştgiriya berxwedana gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê hunermend Diyar Yaşar, Îbrahîm çelik (hozan şemdin), Gulbahar Rahîmî (jala sîneyî), Logman salem Fattah, Denîz Nakî (futbolcî), Renas lazgin saadî, nivîskar Kakşar Khorshîdî (oremar) û rojnemevan Danial Jamali serlêdana Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di derbarê berxwedanî û piştgiriya gelê kurd hunermend Hozan Şemdîn û rojnamevan Danial Jamali ji Rojnameya me re axivîn.

‘Hunermend wijdana gel e’

Hunermend Hozan Şemdîn diyar kir ku hunermend wijdana gel e û wiha pê de çû: Em wek girûpek hunermend û nivîskar berê xwe da Rojavayê Kurdistnanê ji bo piştgiriya berxwedana gelê kurd, me xwestin derbasî nava gel bibin û wê berxwedana wan silav bikin. Dema em wan bi coş dibînin em gelek kêfxweş dibin, hêvîdarin ew ruhê ku derket holê û bi yek dengî bang dikirin bighêje armanca xwe. Tê naskirin ku hunermend wijdanê gel e û êşa gelê xwe berî herkesî dibînin, ji ber vê yekê rola hunerê girînge, her tişt bi demê re diçe lê huner dimîne. Di vê pêngavê de pêwîste hunermendên me bi rol û erkên xwe bilîzin û ew êşa ku tê serê gelê kurd derxînin.”

‘Heya kurd hebin wê Kurdistan jî hebe’

Rojnamevan Danial Jamali da zanîn ku ew berxwedana gelê kurd silav dike û wiha domand: “Min îro berê xwe ji Ewropa da Rojavayê Kurdistanê da ku ji herkesî re isbat bikin ku kurd hene û wê hebin. Bila herkes bizanibin ku kurd zindîne, heya kurd hebin wê Kurdistan jî hebe. Ev ax axa me ye û em ê tucarî derfetê nedin tu kesî ku dest bavêjiyê, di heman demê de bila gelê Rojavayê Kurdistanê baş bizanibe ku li seranserî cîhanê kurd ji bo wan li ser piyane, wê heya dawî bi wan re bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.