Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star komkujî, êriş û dorpêça li ser Kobanê şermezar kir

28/01/2026
in Uncategorized
A A
Kongra Star komkujî, êriş û dorpêça li ser Kobanê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Kongra Star a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê dorpêc, êriş û komkujiyên ku komên çete û HTŞ’ê li ser gelê Kobanê pêk tînin, şermezar kirin.

Îro ji aliyê Kongra Star ya bajarê Dêrikê ve li hember êriş, komkujî û dorpêça li ser Kobanê têkirin, hewlesta xwe bi daxuyaniyekê raber kirin. Daxuyanî li pêşiya navneda Kongra Star bi zimanê Kurdî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên sazî, tevger û Kongra Star beşdar bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kirin ku de di şexsê Arîn Mîrkan de û rêhevalên wê ew tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya bi bîr tînin û wiha hate gotin: “Em silavê xwe ji bo tevahî şervanên ku di çeperên şer de yên ku berxwedaniyeke mezin didin meşandin wan silav dikin. Tê zanîn ku careke din di Rojavayê Kurdistanê de komployek li ser tevahî gelên Sûriyê û bi taybet li ser gelê Kurd tê meşandin. Niha jî li ser gelê Kobanê him êriş him jî dorpêcê pêk tînin, dixwazin berxwedanî û vîna wan bişkînin. Em gelê Kurd, li beramber welat û xebatên dijî Kurdan em bertekên xwe nîşan didin ku yekbûna gelê kurd bingeha hêza me ye.”

‘Bi keziyên jina azad em ê pilan û komployan têk bibin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê Kurd yê ku pêşengtiya vê şoreşê dikin û bi baweriya netewa demokratîk têdikoşin û bi taybet jin wekî pêşengên vê şoreşê tên nasîn. Di her kêliyê de têkoşînekî mezin, berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin ji bo rizgarkirina tevahiya jinan. Em Kongra Star li bajarê Dêrikê bi vê sekna xwe helwesta xwe didin diyarkirin ku heya dawiyê em ê li ser xeta netewa demokratîk têbikoşin û bi keziyên jina azad em ê hemû pilan û komployên ku destên hêzên navneteweyî tê de hene em ê vala derxin. Wê kes nikaribe îradeya jina azad, gelê azad bişkîne.”

‘Gelê ku DAIŞ têk bir, wê dorpêç û êrişan jî têk bibe’

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate ziman: “Meşa rûmetê ya ku ji aliyê gelê Kurd ve tê birêvebirin, sembola hêvî û redkirina neheqiyê ye, baweriya me bi vê têkoşînê heye ku dê bibe sedema serkeftinên dîrokî. Raste em di rojên aloz re derbas dibin lê em ê di rêya xwe de berdewam bikin heta ku em ewlehî, aştî û edaletê ji bo hemû mirovan bi dest bixin. Wê tucarî dijmin nikaribe hêza gelê kobanê bişkîne, ji ber gelê ku li dijî DAIŞ şer kir û ew têk bir, wê bikaribe vê dorpêc û êrişan jî têk bibin. Em di têkoşîna xwe de bi îsrarin ku heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Di dawiyê de em silavê xwe ji bo tevahî kurdên çar parçeyên Kurdistanê, kurdên li ewropa û dostên kurdan, sekna wan ji bo Rojavayê Kurdistanê silav dikin û spas dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.