Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê Kobanê bi ruhê berxwedanê dîsa erişên dijmin têk bibe’

26/01/2026
in Uncategorized
A A
‘Wê Kobanê bi ruhê berxwedanê dîsa erişên dijmin têk bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera rêzgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û di daxuyaniyê de piştrast kir ku ew ê bi yek destî û yek ruhî careke din xwedî li bajarê berxwedêr û destkeftiyên jinan derbikevin, herwiha Kobanê bi ruhê berxwedanê wê dîsa erişên dijmin têk bibe.  

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera Kobanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de tevahî şehîdên berxwedayîna birûmet a Kobanê bi rêzdarî bibîr anî û soz da ku ew ê xwedî li mîrasa wan derbikevin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di sala 2014’an de dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk ve êrişeke hovane li ser bajarê berxwedanê kiribû. Erdoxanê ku hemû derfetên teknîkî, hijmara çeteyan û ragihandina xwe ve ketibû dewrê ku Kobanê bikeve, kêlî bi kêlî benda ketina bajarê serhildêr bibû. Lê bi rihê yêkîtiya Kurd, bi rihê piştgiriya cîhanê, bi hêza şervanên YPJ, YPG û bi rihê seferberiya ku ji hemû deverên cîhanê pêl bi pêl berê xwe dana Kobanê, Kobanê serkeftineke dîrokî dest xist. Lê dewleta faşîst a Tirk û serkêşê çeteyan Erdoxan û DAIŞ ev serkeftine tu caran hezm nekir. Ji 2014’an û heta niha li ser Kobanê êrişên xwe berdewam kirin. Îro jî bi planeke navnetewî ve dîsa bi heman çeteyên DAIŞ’ê û HTŞ’ê ve, dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe li ser Kobanê zêde dike. Kobanê weke kelemekê di qirka çete û Erdoxan de maye.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Di berxwedayîna Kobanê de bi hezaran kes ji çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hatin tevlî berxwedayînê bûn û ji bo ku Kobanê rizgar bibe, canfedayana şer kirin û DAIŞ têk birin. Îro jî heman rih, heman mejî û heman helwest ji bo bajarê berxwedanê li hemberê çeteyên Colanî û Erdoxan tê kirin. Dijminê tirsonek Kobanê di bin êrişande hiştiye, av, kehrebe, internet li ser gel qutkiriye. Zarok di encama sermaya zêde de, îro jiyana xwe ji dest didin. Rewşa mirovahî ber bi kerasetê ve diçe. Hijmareke zêde ji çeteyên Colanî bi teknîkeke mezin ve dîsa êrişê li ser Kobanê dike. Lê tişta ku ew jibîr dikin ev e, rihê berxwedayîna Kobanê dîsa zindî ye û tu caran rê nade van êrişan ku serbikeve. Wê Kobanê bi ruhê berxwedanê dîsa erişên dijmin têk bibe. Kobanê Kurdistan kire yek parçe û yek rih.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em ê jî wek jinên Rojavayê Kurdistanê bi rihê berxweda Kobanê, hemû hêza xwe ve ji bo ku em serkeftinê, ji bo rûmet û hebûna xwe em ê li berxwe bidin. Em bang li hemû jinên Kurdistanê û cihanê dikin ku di salvegera Kobanê de em bi yek destî bi yek rihî careke din xwedî li bajarê berxwedêr û destkeftiyên jinan derbikevin. Em bi berxwedayîna xwe ji çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Colanî re bikin cehennem û em wana poşman bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.