Rojnameya Ronahî

Sala nû ya xwendinê dest pê kir

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li xwendekaran vekirin û xwendekaran dest bi sala xwendinê ya 2019-2020’an kir.

Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê sala xwendinê ya 2019-2020’an daxuyaniyek da, tê de ragihand ku destpêkirina roja yekemîn a dibistanan roja yekşemê anku 15`ê Îlonê ye û dê di 28`ê Gulana 2020`an de bi dawî dibe.

Îro 4 hezar û 223 dibistanên herêmên Cizîr, Firat, herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê deriyên xwe vekirin û pêşwaziya zêdetirî 500 hezar xwendekarên refên seretayî, navîn û amadehiyê kir, ku tenê hejmara xwendekarên herêma Cizîr û Firatê gihaşt 320 hezar û 489’an.

Ji bo amadekariya sala xwendinê, Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê mamoste li ser branşan perwerde kirin, sîstema xwendinê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û li gorî zimanên pêkhateyên heyî pêk tê. Zimanên ku li dibistanan tên xwendin; kurdî, erebî û suryanî ne ku ev yek cara yekemîn e li Sûriyê pêk tê.

Hêjayî gotinê ye ku dibistanên kantona Şehbayê ya herêma Efrînê di 8`ê Îlonê de dest bi perwerdeyê kir ku hejmara xwendekaran gihaşt 13 hezarî, jê 10 hezar ên seretayî û navîn in û 3 hezar ên amadehiyê ne ku li 65 dibistanan belav