Rojnameya Ronahî

‘Rûsya, Erdogan teşwîqî êrîşê dike’

Lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û mudirê navenda lêkolînên stratejîk ê Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn got: “Erdogan dixwaze peymana “Herêma ewle” bi kar bîne û bikeve herêmê. Rûsya, Erdogan teşwîq dike da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

Desthilatdariya Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê gelek caran gefa êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ruxmî lihevkirina Emerîka û Tirkiyê ya girêdayî makenîzmeya ewlehiya herêmê, lê hîn jî gefên Erdogan û wezîrên wî hîna berdewam in. Girêdayî mijarê akademîsyen, lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û mudirê navenda lêkolînên stratejîk ê Beyrûtê Dr.Mihemed Nûrdîn ji ajansa me re axivî. Nûrdîn behsa lihevkirina di navbera Enqere û Washingtonê, ya girêdayî parastina sinor, û bikaranîna Erdogan penaberan kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

-Di roja yekemîn ya meşandina dewriyên hevpar ên li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê de, Erdogan makenîzmeya ewlehiyê ya ku bi Washingtonê re li ser lihev kiriye red kir. Gelo armancên Erdogan çi ne?

Ji destpêka ragihandina peymana parastina sinor û hizira avakirina odeya çalakiyên hevpar li Rihayê ve, lihevkirin asta metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê, dewriyên hevpar di hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û vegerandina penaberên sûrî yên li Tirkiyê dimînin, derbas nekir. Ji bilî wê bi texmîna min herdu aliyan li ser deteyan; çawa, kengî û hejmar li hev nekirine. Ji ber wê Erdogan dibêje, gelek makenîzmeyên parastina sinor hene. Erdogan dixwaze lihevkirinên destpêkê bibin gava yekemîn  da ku careke din derbasî herêmê bibe û Emerîka razî bike da ku hegemoniya xwe fireh bike. Lê heta niha DYE`yê guh nedaye Erdogan, ne ku ji Kurdan hez dike, yan jî ji Tirkan nefret dike. Ji ber ku hindek hesab hene li pêşiya erêkirinê disekinin.

-Gelo têkiliya bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, bi bûyerên li Idlibê rû didin, çi ye?

Derbarê girêdana bûyerên ku li Idlibê û Rojhilatê Firatê rû didin, ez texmîn dikim ku Erdogan lîstoka zextê li ser herdu aliyan (Rûsya û Emerîka) dilîze. Bi her aliyekê re lihev dike da ku peyama xwe bide aliyê din. Yanî ji bo Idilbê bi Pûtîn re lihevdike, wê  wek kaxezek zextê li ser Emerêkayê bi kar tîne. Her wiha bi DYE`ê re girêdayî parastina sinor, li hev dike da ku wek kaxezek zextê li hemberî Rûsyayê bikar bîne. Hem Emerîka hem jî Rûsya hewl didin ku Tirkiyê winda nekin. Rûsya ji bo armanca xwe ya stratejîk ji bo dûrxistina Tirkiyê ji NATO`yê naxweze Tirkiyê winda bike, bêyî ku tekûz bibe ku dê di dawiyê de di hewldana xwe de bi serkeve yan na.

-Gelo lihevkirinek rûsî-amerîkî ji bo qelskirina rola Tirkiyê û Îranê li Sûriyê heye yan ne? delîlên wê çi ne?

Heger lihevkirineke rûsî-emerîkî di Sûriyê de hebe jî, lê heta niha nediyar e. Bi nêrîna min mijara rola Îranê di Sûriyê de niha ne cihê nîqaşê ye. Ji ber têkiliyên Îranê bi Tirkiyê re hene û têkiliyên wê bi Sûriyê re jî xurtin. Dîsa jî têkiliyên Îranê yên bi Sûriyê re hîna wek beriya hevkariya xurt a di navbera Rûsya û Sûriyê de, ne. Ji ber wê yekê heger lihevkirin hebin jî bi nêrîna min bi sernakevin. Ji ber hebûna Îranê ya li Sûriyê asta berjewendiyan jî derbas kiriye.

Derbarê rola Tirkiyê de jî, bi nêrîna min dibe ku ji aliyê Rûsya û Emerîkayê ve were qebûlkirin. Lê heta niha mîna vê rola Tirkiyê di Sûriyê de ne gelekî li gorî berjewendiyên Emerîka ye. Rolê Tirkiyê zêdetir di berjewendiyê Rûsyayê de ye. Ji ber wê cudahî di navbera qelskirina rola Îranê di Sûriyê de û di navbera xurtkirina yan qelskirina rola Tirkiyê de, heye.

-Erdogan her tim dibêje ew dixwaze milyonek penaberên sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bike. Heman demê de gefê li Ewrupayê dixwe, dibêje “eger hun piştgiriya projeya min nekin, ez ê berê penaberan bidim welatên we. Gelo Erdogan mijara penaberan çawa bi kar anî û hîna çawa bikar tîne?

Erdogan ji demek dirêj ve dosyaya penaberan bi kar tîne. Ew dixwaze vê kaxezê ji aliyê ewlehî û guhertina demografiya xeta sînorên Sûriyê bi Tikriyê re bi kar bîne. Heta xeta sînor ji Iraqê heya Deryaya Spî. Wî dixwest bi rêya dayîna nasnameyên tirkî ji penaberan re, di hilbijartinên herêmî de bi kar bîne. Di heman demê de dixwaze wan wek kaxezek zextê li dijî Ewropayê bi kar bîne. Ne tenê ji bo pêkanîn berjewendiyên madî, heman demê de bêdengiya wan di dosyayên ji bo Tirkiyê û Ewropayê de girîng in, bi dest bixe. Lewra li gel tunebûna çareseriyek dawî ji aloziya Sûriyê re şantaja Tirkiyê ji Ewropayê re dê hebe.

-Gelo Erdogan bê erêkirina hêzên navdewletî yên ku mudexeleya Sûriyê dikin, bi taybet Rûsya û Emerîkayê, dê cesaret bike êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike?

Erdogan, bêyî erêkirina Rûsyayê nikare destwerdanî herêmên di bin serweriya Rûsyayê de bike. Heman demê de bêyî erêkirina Emerîkayê jî nikare destwerdanî herêmên di bin serweriya Emerîkayê de bike. Bi texmîna min gefên Tirkiyê yên ji bo êrîşkirina herêmê, ne rast in. Eger pêk werin jî dê bi erêkirinek nuxumandî ya Emerîkayê ve be. Niha daxuyaniyên Emerîkayê dijber in. Di vê rewşê de jî eger Tirkiyê êrîş kir divê Emerîka û QSD bersiva êrîşê bidin. Yanî Erdogan nikar vê gavê bavêje. Ji ber ku li ser wî, prosesa leşkerî û  rewşa wî di hundir de xeter e. Tirkiyê bi erêkirina Rûsyayê derbasî herêma Mertala Firatê, Efrînê û Idlibê bû û beyî erêkirina Emerîkayê nikare heta dewriyan jî li ser sînor bigerîne.

-Gelo tawîzên Erdogan hene ku pêşkêşî Emerîkayê û Rûsyayê re bike, da ku daxwazên êrîşên wî erê bikin?

Ne diyar e ku Erdogan dê çi pêşkêşî Rûsya û Emerîkayê bike, heta ku bikare êrîşî herêmê bike. Ya yekemîn Rûsya bi armanca derxistina nokokiyan di navbera Tirkiye û Emerîkayê de, Tirkiyê teşwîqî êrîşê dike. Lê bi texmîna min Tirkiye wê nekeve wê şaştiya mezin. Tiştên ku Erdogan dikare pêşkêş bike tenê sozên lihevkirin û peymanên kirîna çekan yan jî koordîneya girêdayî dozên diyar in. Bersîv bi giştî ne tekûz e. Lewra her dozek bi tenê li ser tê lihevkirin.

-Gelo sînaryoyên dibin ku di dema bê de rû bidin çi ne, şeklê makenîzmeya ewlehiyê dê çawa be?

Tu sînaryoyek diyar di pêvajoya bê de tune ye. Lê mirov dikare bêje, Tirkiyê bêyî lihevkirina bi DYE`yê re nikare tiştekî li herêma Rojhilatê Firatê bike. Di vê rewşê de û li gel nerazîbûna Tirkiyê ji siyasteyên Emerêkayê yên di herêma Rojhilatê Firatê de xuya dibe ku nakokiya têkiliyên di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de dê berdewam bikin. Bi texmîna min Tirkiye  nikare ti êrîşek leşkerî li herêmên di bin serweriya Emerîkayê de pêk bîne. Ji ber wê ew niha êrîşî bakurê Iraqê herêma Sincar yan jî herêmên din ên ne di bin serweriya Emerîkayê de dike.