Rojnameya Ronahî

‘Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destûra nû wê ne temam be’

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enwer Yihya got: “Bêyî beşdarbûna nûnerên rasteqîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destûra nû ya Sûriyê ne temam be. Beşdarbûna nûnerên rêveberiyê şert e.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Enwer El-Yihya li ser hewldanên amadekirina destûra nû ya Sûriyê ji ajansa me re axivî.

Enwer El-Yihya anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrîneke baş derbarê forma destûra nû û hevdîtinên li Cinêvê pêk hatin de, diyar kir. El-Yihya girîngiya beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a ji destûrê re destnîşan kir û wiha got: “Rêveberî beşeke mezin ji welatiyên Sûriyê ye û hemû pêkhateyan di nav xwe de digire. Destûr hevpeymaneke civkaî ye. Divê hemû pêkhateyên gelên Sûriyê di danîna wê de cih bigrin. Beşdarbûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di danîna destûrê de şert e. Ev yek di biryara Konseysa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254 de, heye ku destûr bi destê desteyên opozisyona Sûriyê, rejîma Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku beşdarî dika Qahîre û Moskowyê bibûn, were nivisandin.”

Yihya destnîşan kir ku beşdarbûna Rêveberiya Xweser di danîna destûra nû ya Sûriyê de pêwîstiyek e û wiha pê de çû: “Ya ku li pêşiya Rêveberiya Xweser dibû kelem lihevkirinên Cinêvê yên têkildarî destûr bûn. Ji ber ku hemû pêşniyarên ji aliyê opozisyona Sûriyê ya desteka xwe ji Enqreyê digire ve hatin kirin. Rewş hatiye guhertin û dewleta Tirk di krîzekê de ye. Bi taybet piştî lihevkirina dawî ya li ser sînor. Niha di mijara Cinêv û danîna destûra Sûriyê de ti astengî li pêşiya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk, nemaye.”

El-Yihya wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo destûra nû, em dixwazin Sûriyê veguherînin sîstemeke pirrengî, nenavendî ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di modêla Rêveberiya Xweser de bi rêve bibe. Em dixebitin da ku vê modêla serketî li gelemperiya xaka Sûriyê pêk bînin.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Yihya girîngiya beşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di danîna destûra nû ya Sûriyê de tekez kir û wiha got: “Bêyî beşdarkirina wan wê destûr ne temam be. Divê destûra nû nûnertiya hemû pêkhateyên gelên Sûriyê bike.”