Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Serî tewandin û teslîmiyet ne karê meye, teqez wê serkeftin ya gelê Kurd û Kurdistanê be’

20/01/2026
in Uncategorized
A A
‘Serî tewandin û teslîmiyet ne karê meye, teqez wê serkeftin ya gelê Kurd û Kurdistanê be’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Gelên Qamişlo diyar kirin ku ew ê heya dawiyê liberxwe bidin û li hemberî dewlet û çeteyên HTŞ`ê şer bikin û gotin, “Em amadene ku ji nû ve Şoreşa Rojava bidin destpêkirin, serî tewandin û teslîmiyet ne karê meye, teqez wê serkeftin ya gelê Kurd û Kurdistanê be.”

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê banga seferberiyê kir, gelê Rojava bi yek dengî rabû ser piyan. Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Hesekê û Kobanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û li ber deriyê sînorê Tirkiyê. Girseyên gel li kolanan hêrsa xwe anîn ziman û soza tolrakirinê dan.

‘Em bi israr û biryarekî xurt dibêjin wê serkeftin ya Kurd û Kurdisatinê be’

Mihemed Yusif diyar kir ku ew wek ciwanekî ji Qamişlo heya dawiyê li hemberî çeteyên HTŞ`ê û dagirkeriya Tirk şer bikin û wiha anî ziman: “Wekî ciwankî ji Qamişlo û tevahî keç, xor, dayik û zarokên me amadene ji bo şer, em gelê kurd tu carî îradeya me neyê şikandin. Bila HTŞ`ê û dewletên hevkarê wê baş bizanibin ku heya niha bêdengiya gelê Kurd ji bo pêkanîna Aştiyê bû, lê ji niha û şûn ve hûnê gelê Kurd û berxwedana wan bibînin. Em tu carî têk naçin, kurdê îro ne kurdên berê ne ku hûn karibin hikum û desthilatdariya xwe li ser serê wan bidin meşandin. Ev 14 sal ji Şoreşa Rojava re û 20 hezar şehîdên me ji bo xaka Rojava çêbûn, wiha bi hesanî tune ye ku destkeftiyên me ji me bibin, ev yek nayê qebûlkirin. Heye xortek û zarokekî me hebin em ê ji wan re serî netewînin. Em ji her dewletekî ku dixwaze li ser gelê Kurd planan bimeşîne re dibêjin, ew ê poşman bibin, ji ber Rojava îro ne tenê ye. Em ê bihêlin ku cîhan tevî rabe li ser piyan û dewlet ji xwe re temaşe bike. Em bi israr û biryarekî gelekî xurt dibêjin wê serkeftin ya Kurd û Kurdisatin be.”

‘Em serî natewînin’

Di heman çarçoveyê de Sîpan Mihemed da zanîn ku banga me ji her çar parçeyên Kurdisanê re heye ku piştgiriya Şoreşa Rojava bikin û wiha pê de çû: “Ez ji malbatekî me ku şehîd ji bo Rojava daye, ne mûmkine ku wisa bi hesanî em destkeftiyên xwe û xwîna Şehîdan radestî HTŞ`ê bikin ku dîroka wan DAIŞ bûn û heya niha jî çetene, lê mask guhertine. Bila baş bizanibin ku gelê Kurd nayên xapandin. Em serxwebûna xwe dixwazin, eger Rojava ji Kurdan re nemîne, em jî heya dawiyê şer bikin. Me heya niha kîn û nefreta xwe dernexistiya holê, lê ji îro û şûn ve Kurdan û şerê wan baş nasbikin. Me soza tolhildanê, soza berxwedanê û soza xwîna şehîdan daye ku wê serkeftin ya gelê Kurd be û serkeftin ya Rojava be. Em hazirin ku Şoreşa Rojava ji nû ve destpê bike û bi miliyonan şehîd bidin, lê tenê em serî natewînin û maf û axa xwe ji çete û dagirkeran re nehêlin.”

‘Îro em bi ruhê berxwedana Şehêd Ziyad Heleb tevdigerin’

Di heman demê de Leyla Hecî Hisên da xuyakirin ku niha gelê Kurd tev li qadane û li ser piyane û wiha pê de çû: “Piştî ragihandina seferberiyê ji aliyê QSD`ê ve, em tevahî gelê Kurd yên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat derketin qadan û ji bo piştgirya Rojava deng vedan, îro tu kes nikare kurdan tune bike. Kurd kok in tu carî tune nabin. Dijmin ji navê Kurdîtiyê, zimanê Kurdî, nasnameya Kurdî û cil û bergên Kurdî û ji zarok, jin û ciwanên kurd di tirse, em jî li vir teqez dikin ku em ê bibim mîna agir û dijmin bişewtînin. Îro em bi ruhê berxwedana Şehêd Ziyad Heleb tevdigerin. Dema em dibêjin Ziyad Heleb hebet wê serkeftin ya me be, Rojava jî wê bibe gorstan ji çeteyan re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.