Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rizgarkirina Minbicê gelek hevsengî guhert

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Rizgarkirina Minbicê gelek hevsengî guhert
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku armanc ji rizgarkirina bajarê Minbicê xilasiya welatiyan ji zulm û tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê bû û got, “serkeftina Minbicê gelek hevsengiyên leşkerî û siyasî de guhert.”
Beriya du salan di 1’ê Hezîrana 2016’an de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de tevdigere hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê ji destên DAIŞ’ê da destpêkirin.
Bi boneya duyemîn salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê ku piştre bi navê Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla hate naskirin, Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî.
Ebû Adil got, “Di Adara 2016’an de beriya ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê bike, welatiyên bajarê Minbicê damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gotûbêj kirin da ku karibin bajarê xwe ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Piştî ku Meclîsa Leşkerî hate damezrandin tavilê dest bi amadekariyên hemleya rizgarkirinê hate kirin. Meclîsa Leşkerî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navnetewî re leşkerên xwe birêxistin kirin û gelek tedbîrên leşkerî wergirtin.”
Ebû Adil diyar kir ku armanc ji hemleya rizgarkirinê xilaskirina welatiyan ji zulm û tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê bû û wiha dewam kirk, “Di vê hemleyê de pişta wan hate şikandin û welatiyên Mibicê yên ku hatine koçberkirin vegeriyan malên xwe, her wiha siyaseta Tirkiyê ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dikir li herêmê têk çû.”
Ebû Adil di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku hemleya rizgarkirina Minbicê li ser daxwaz û bangên dubare yên welatiyên Minbicê bû da ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin.
Ebû Adil diyar kir ku Minbic ji ber cihê wê yê stratejîk pira di navbera Tirkiye û Sûriyê de bû û wiha dewam kir: “Şerê rizgarkirina bajarê Minbicê li Sûriyê yek ji şerên girîng yên li i dijî terorê bû. Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û tabûrên din bi rizgarkirina Minbicê riya alîkariya Tirkiyê bi komên terorîst ên di hundirê Sûriyê de birrîn, bi taybet riya alîkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re yên li herdu bajarên Reqa û Dêrazorê.”
Ebû Adil destnîşan kir ku bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re pişta DAIŞ’ê hate şikandin û got: “rizgarkirina bajarê Minbicê gelek dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk ku alîkariya DAIŞ’ê dikirin bi hêrs kirin. Bi rizgarkirina bajarê Minbicê re ewlehî û aramî li bajêr de pêk hat.”
Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di dawiya xaftina xwe de bang li welatiyên Minbicê kir ku hevgirtina xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re berdewam bikin û hemû saziyên xwe bi çalak bikin û ji bo têkşikandina hemû komployên li dijî herêmê û welatiyan bi yek destî tevbigerin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.