Rojnameya Ronahî

‘Perwerde ji bo pêşketina civakê girîng e’

Dibistanên Kantona Kobanê deriyên xwe ji bo sala nû vekirin. Berdevka Desteya Perwerdeyê Cûmana Misko got: “Kêmasiyên ku di werzên borî de derketine, me li gor derfetên xwe çareser kirin, loma em di vê baweriyê de ne ku wê ev sal baştir û serkeftîtir be. Perwerde ji bo pêşketina civakê girîng e loma divê em di vê qadê de baş bixebitin.”

Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her netew bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi sala nû ya perwerdeyê dike. Her wiha li rex zimanê xwe yê dayikê fêrî zimanên netewên din jî dibin. 425 dibistanên Kobanê ji bo sala 2019-2020’an deriyên xwe ji 52 hezar xwendekar, 2 hezar û 495 mamosteyan re vekir. Di derbarê sala nû ya perwerdeyê de li Kantona Konbanê, Berdevka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Cûmana Misko ji Ajansa JINNEWS’ê re axivî.
‘MAMOSTE JI BO SALA NÛ HATIN AMEDEKIRIN’
Cûmanayê di destpêka axaftina xwe de behsa perwerdeyên havînê yên mamosteyan kir û wiha got: “Me di betlaneya havînê de hemû mamoste derbasî perwerdeyê kirin da ku kêmasiyên sala par derbas bikin. Her wiha ji bo fêrî çawaniya nirxandinê, rola mamosteyan di pêşxistina civakê de û têkîliya bi şagirtan re jî bibin, me xebat meşand. Tenê em di warê hebûna mamosteyên beşên zanyarî de kêm man, lê di demên pêş de em ê vê yekê çareser bikin. Niha jî bi giştî dibistan amede ne ku di 15’ê Îlonê de êdî fermî dest bi sala nû bikin.”
‘LI GORÎ DERFETAN ME MAMOSTE Û DIBISTAN AMEDE KIRINE’
Cûmanayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dibistan û mamosteyan û wiha domand: “Li navenda Kobanê ji ber şerê dijwar gelek dibistan hilweşiyan, loma hejmara dibistanan kêm e û em neçar in ku karavanan jî bi kar bînin. Lê di vê salê de me dibistaneke nû li taxa Miştenûr ava kir. Ji bo gundan jî, em şagirtan ji çend gundan li dibistanekê kom dikin. Ji bo bajarokê Sirînê di sala par de hejmara mamosteyan kêm bû, di vê salê de ev yek hat temamkirin û li gorî pêwistiyan mamoste hatin amedekirin. Bi giştî me li gor derfetên di destên xwe de mamoste û dibistan amede kirine.”
‘PIRTÛK BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ NE Û HEJMAR JÎ TEMAM E’
Cûmanayê di dirêjiya axaftina xwse de behsa pirtûkan kir û wiha pê de çû: “Li gorî xweseriya herêman meteryal hatiye amedekirin, lê ya bingehîn ew e ku wê her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Her wiha zimanê pêkhateyên din jî wê fêr bibin. Di sala borî de ji ber ku yek çapxane heye û ew jî li herêma Cizîrê ye, hejmara pirtûkan hindik bû, lê di vê salê de ji bo hemû xwendekaran pirtûk hatine amedekirin û hinek guhertin di meteryalan de çêbûye. Pilansaziya me ya di dema pêş de avakirina çapemeniyekê li Kobanê ye.”
‘EM BI HEV RE BIBIN ALÎKAR’
Cûmana Misko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Temenê şoreşa me ne dirêj e loma helbet wê kêmasî derkevin, em jî hewil didin ku çareser bikin û derbas bikin. Hêviya me ji malbatên şagirtan jî ew e ku bi mamosteyan û zarokên xwe re bibin alîkar.”