Rojnameya Ronahî

‘Wê jin pêşengtiya aştî û aramiyê bikin’

Bi pêşengtiya Desteya Rûsipiyên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, îro li hola Berdayîs ya bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê lihevkombûna Êlên Kurd ên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê çêbû. Bi sedan serokeşîrên kurd, her wiha endamên sazî, deste, rêxistin, dezgeh, partî, oldar û hêzên leşkerî amede bûn. Jinên tevlî lihevkombûnê bûn nerînên xwe parve kirin.
‘DI NAVA NETEWA DEMOKRATÎK DE DIVÊ HEMÛ NETEW HEBIN’
Menal Mihemed diyar kir ku ev rojek taybete ji bo kurdan û got: “Yekemîn car e di dîroka kurdan de û him ya Rojhilata Navîn de tevahî rûsipiyên eşîran kom dibin, bi taybet tevlîbûna jinê bi awayekî xurt e. Rûsipiyên Kurdan, partî û kesên serbixwe îro kom bûne û rewşa xwe nîqaş dikin. Armanca me ya sereke ku yekbûnek kurdan çêbibê, li hemberî tevahî êrîş û hewldanên dagirkeriyê bi taybet ên deweleta tirk. Hêviyên me di pêşengtiya jinan de yekbûna kurdan û tevahî gelên Sûriyeyê ye di netewa demokratîk de tevahî netew cihê xwe tê de bigirin.”
‘GELÊ EFRÎNÊ TEVAHÎ RENGÊN IŞKENCE Û ÊŞÊ DIBÎNIN’
Jina Ehlam Mihemed Omer got: “Lihevkombûnek pîroz e, tevahî kurd îro êşa xwe bi hev re parve dikin. Bi taybet li dijî êrîş û gefên dewleta tirk, divê em hişyar bin. Gelê Efrînê tevahî rengên işkence û êşê dibînin, bi taybet li ser jin ev kiriyar tên meşandin. Îro jî wek jinên Efrînê em bi tevahî jinan re dengê xwe dikin yek, ji bo carek din qirkirin dubare nebe. Pêşengên berxwedanê Arîn, Avesta, Barîn nîşan in ku gelê kurd tu carî berxwedana xwe ranawestîne.”
‘JINÊN KURD PÊŞENGTIYA YEKÎTÎ Û BERXWEDANÊ DIKIN’
Jina ji êlên girê Qereçoxê Xedîc Mele Ibrahîm Ferhan Şawîş jî wiha got: “ Kurd, Ereb, Suryanî wek hev in. Gelê kurd tenê aramî û aşîtiyê dixwaze, lê dema hinek êrîş bikin ji bo ax û rûmeta xwe wê şer jî bikin. Em jinên 70 salî em ê Erdogan bi hêza xwe tune bikin. Jinên kurd pêşengtiya yekîtî û berxwedanê dikin. Îro jî wê dayikên kurd bibin yek û mafê xwe biparêzin. Wê jinê her dem pêşengtiya aştî û aramiyê ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn bikin.”