Rojnameya Ronahî

2 hezar û 300 malbatên Tirkmen li Efrînê hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkeyên tirkkirina û asîmîlekirinê li Efrîn û herêmên din ên ku dagir kirine (Cerablus, Bab, Ezaz, Idlibê) didomîne da ku tevlî sînorê xwe bike mîna ku di sala 1939‘an de Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kiribû.
Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Efrînê dagir kirine di 18‘ê Adara 2018‘an de demografyaya kantona diguherin, malbatên ji Xûtaya Şamê, Dêrazor, Humis, Hema û Idlibê li kantonê bi cih kirin.
Li gorî Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê artêşa Tirk a dagirker di 15‘ê Tebaxa îsal de dest bi bicihkirina malbatên Tirkmen li xeta sînor kirin da ku çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de ava bike. Di heman demê de pêwîstiyên tirkmenên ku bi cih kirine ji xanî bi cih tîne û moceyên bilind didin wan dikin.
Dewleta Tirk heman rêbazên ji bo hundirên Efrînê jî bi kar tîne ku tirmenan teşwîq dikin da ku li Efrînê bi cih bînin. Li ser vê mijarê endama Koordînasyona Kongreya Strar a Efrînê Hediye Yûsif di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA’yê gotibû ku dewleta Tirk, tirkmenên ku qebûl nakin li Efrînê bi cih bibin bi “xayînan” bi nav dikin.
Artêşa dagirker a Tirk, malbatên Tirkmen ji Bab, Raî, Cerablus, Ezaz, Idlib, Hums, dewletên Asya, Tirkustan û Ozbekistanê tîne û li Efrînê bi cih dike.
Niha li gundên Kefer Cenê 300 malbatên, navçeya Şerayê 900 malbat, navçeya Bilbilê 800 malbat û navenda bajarê Efrînê zêdetirî 300 malbatên Tirkmen bi cih dibin.