Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Kurd jî di navde hevdîtinên aştiyê dest pê bikin

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê Kurd jî di navde hevdîtinên aştiyê dest pê bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenta Federal a Swîsreyê bûyerên li Sûriyê diqewimin weke sûcê şer bi nav kir û şermezar kir. Platformê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi tevlîbûna Kurdan dest bi hevdîtinên nû yên aştiyê bike.
Şerê navxweyî yê li Sûriyê roj bi roj derbasî qonaxeke nû dibe. Parlamenta Federal a Swîsreyê biryarên girîng stand û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li Sûriyê agirbestê ragihîne û Kurd jî di nav de dest bi pêvajoyeke nû ya aştiyê bike.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê pêşnûmeyek li ser Sûriyê beriya niha bi çend mehan pêşkêşî Parlamenta Federal a Swîsreyê kiribû. Pêşnûme roja 31’ê Gulanê li meclîsê hate nirxandin û qebûlkirin. Piraniya parlamenteran pêşnûme qebûl kirin. Di pêşnûmeyê de gelek biryarên girîng hene.
Di pêşnûmeyê de ku bi sernavê “Dawî li sûcên şer ên li Sûriyê bînin” hate qebûlkirin, bang û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate bibîrxistin ku 24’ê Sibatê banga agirbestê li aliyên li Sûriyê şer dikin hatibû kirin.
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku Swîsre, binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî li Sûriyê bi tundî şermezar dike.
Parlamentê ji hemû aliyên ku li Sûriyê şer dikin xwest ku bi rêzdarî nêzî hiqûqa navneteweyî bibin û diyar kir, li Sûriyê sûcê şer tê kirin û dewlet û kesayet ji vî sûcî berpirsyar in.
Bang li hemû aliyan hate kirin ku destwerdanên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê tavilê biqedînin û hate gotin, “Divê hemû alî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û hêzên xwe yên leşkerî ji nava axa Sûriyê vekişînin.”
Parlamenta Federal ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî bûyerên li Sûriyê diqewimin hêza xwe bi kar bîne û Neteweyên Yekbûyî bixe nava liv û tevgerê. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku agirbesteke nû li Sûriyê ragihîne û li gel beşdariya Kurdan pêvajoyeke nû ya hevdîtinên aştiyê dest pê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.