Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA hemleyên dezenformasyonê yên hemdemê êrişên ser sivîl û rojnamevanan li Helebê şermezar kir

14/01/2026
in NÛÇE, Uncategorized
A A
YRA hemleyên dezenformasyonê yên hemdemê êrişên ser sivîl û rojnamevanan li Helebê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Azad YRA bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hemleyên dezenformasyonê yên hemdemê êrişên ser sivîl û rojnamevanan Li Helebê şermezar kir.

Îro li ber Avahiya Netewên Yekbûyî UN ya bajarê Qamişlo Ragihandina Azad daxuyaniyek ji bo hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî ku bi pêşengiya ragihandina fermî ya hikumeta demkî û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirikiyê ve tên fînansekirin, dan û di daxuyaniyê de ev kiriyar bi tundî şermezar kir. Herwiha bi dehan rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn û bi pankertên bi sernivîsên ‘Na ji reşkirina çapemeniyê re, Na ji nefretê re, Erê ji Aşîtiyê re’ hatibûn rakirin.

Daxuyanî ji aliyê şerwermendê Yekîtiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî û hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Idrîs Henan ve bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî sivîl û rojnamevana hat şermezar kirin û wiha hat domandin: “Em Yekîtiya Ragihandina Azad YRA, bi tundî sûc û binpêkirinên giran ên li dijî sivîl û rojnamevanên herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bomberdomana bê ser û ber, hedefgirtina saziyên sivîl û yên tendirustiyê, şermezar dikin ku kiryarên berbiçav ên li dijî yasayên navneteweyî yên mirovî û peymanên Cenevreyê ne. Hedefgirtin û gefxwarina rasterast a li ser rojnamevanan, revandina wan û astengkirina şopandina serbixwe, siyasetek sîstematîk a bêdenkirina ragihandina azad û nixumandina heqîqetê ye. Her wiha sûc û destwerdana li ser azadiya derbirînê û mafê civakê yê wergirtina zanînê ye ku hewceyî lêpirsîneke zagonî ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî yên bi pêşengiya ragihandina fermî ya hikumeta veguhêz û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirikiyê ve tên fînansekirin, şermezar dikin ku bi rêbazên rewakirina komkuiyan, berovajîkirina rastiyan, spîkirina sûcan, pêşkêşkirina vegotinên yekalî û xirakirina rola çapemeniya azad, bûne hevkarên sûc û berpirsiyariya exlaqî û zagonî ya qetlikirina temenmezinan, jin, zarokan û xeteriya li ser jiyana rojnamevanan davêjin ser wan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku pêwîst e hesab ji van kesên ku sivîl û rojnamevanan dikin hedef û bi rêya çapameniyê de sorkirin çêdikin, hisab ji wan were xwestin û wiha pê de çû: “Li ser vê bingehê, em, daxwaz dikin ku derhal dawî li hedefgirtina sivîl û rojnamevanan were, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe dest pê bikin û hesab ji berpirsên van sûcan were xwestin. Her wiha em êrîşkaran û aliyên ku piştgiriya çapemeniyê û siyasî peyda dikin, ewlehiya sivîlan û jiyana xebatkarên ragihandinê dixin xeteriyê, xîtabê nefret, sorkirin û tundiyê gur dikin, rastiyan berovajî dikin, sûcan rewa dikin û aşîtiya civakî têk dibin, berpirsiyar dibînin.

Carek din em tekez dikin ku bi demê re sûcên hatine kirin ji holê ranabin, hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê qurbanî û wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin. Em ê her alîgirên mirov, heqîqet, kedkar û xebatkarên ragihandina azad bin.

Herî dawî hevserokên YRA nameya ku di derbarê hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî ku bi pêşengiya ragihandina fermî ya hikumeta demkî û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirikiyê ve tên fînansekirin, hem jî êrişên li ser ragihandina azad a Bakur û Rojihlatê Sûriyê de, radestî UN a bajarê Qamişlo kirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.