Rojnameya Ronahî

Basa gel astengiyên mezin ên şêniyan sivik kirin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo li rawestgehên basên veguhastina hundirîn (basên gel) disekinin. Dema ku bas tê, şênî ber bi basê ve diçin da ku siwar bibin. Hêmanên baş ên basan lezbûn û kirêyên sembolîk in.
Dema ku mirov li kolanên bajarê Qamişlo digere basên li ser bi navên basên gel hatine nivîsandin, dibîne. Ev bas jî basên xizmetê ne. Ji hêla şaredariyên gel ên bajarê Qamişlo ve hatine diyarkirin. Armanc jê jî sivikkirina zehmetiya li nava bajarê Qamişlo û kirêyên veguhastinê ye.
Basên gel ji 27’ê Tîrmehê ve ketine xizmetên şêniyên bajarê Qamişlo. Ew jî gaveke destpêkê ye ku 5 bas li bajêr zêde bûn. Piştre 2 bas din ketin xizmetê. Nirxa wê 25 lîreyên Sûriyê ye. Gava duyemîn jî di destpêka meha Îlonê de bû. 7 bas din li taxên bajêr zêde bûn û bi wê re jî hejmara basan bûn 14.
14 basên gel, li ser 3 xetên li nava bajêr belav bûne. Xeta yekemîn a Hilêliyê ye û jê re 4 bas hatin diyarkirin. Xeta duyemîn a Kornîş e, 4 bas lê dixebitin. xeta sêyemîn jî ya Enteriyê ye, tê de 6 bas dixebitin.
Her basek ji 22 rûniştekan pêk tê. Nirxa bîlêtê 25 lîreyên Sûriyê ye. Bas rojane ji saet 07:00 sibehê heta 20:00 êvarê dixebite. Hin caran heta saet 21:00’ê êvarê li gor pêwîstiya gel, didome. Li hemû taxan digerin. Ji taxa Hilêliyê, ber bi navenda bajêr û ji navendê heta taxa Qidor Begê diçe. Piştre ji taxa Enteriyê, ber bi taxa Cûdî”Qenata Siwês” û taxa Cimaya ve diçe. Li dawiyê diçe şaredariya gundê Um Firsan. Ji wê zêdetir taxa Kornîş û piştre ber bi sûka navendî ve diçe.
Bas ji hemû aliyan ve, ji baweşîn, daniştek û firehbûnê ve hatiye amadekirin. Şaredariyên gel ên rojhilat û rojava 55 rawestgeh ji bo basan amade kirine.
Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku basên gel barên mezin sivik kirin. Her wiha ji aliyê kirê û lezbûnê ve. Ji wê zêdetir jî gelek kes dikarin tê de bi cih bibin.….ANHA