Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûka Papûle berhemek aboriya jinan e

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Sûka Papûle berhemek aboriya jinan e
Share on FacebookShare on Twitter

Sûka jinan ya bi navê Papûle yek ji berhemên jinan e û bala hemû jinan dikişîne. Rojane jin berê xwe didin sûka Pepûle û li wir danûstandinê dikin.
Li bajarê Dêrikê sûka jinan ya bi navê Papûle di 23’yê meha Nîsanê 2018 an de ji aliyê Komîteya Aboriya Jin ya girêdayî Kogreya Star hat vekirin da ku jin bi hêsanî danûstandinê bikin .
Ji rêveberên sûka Pepûle Nejma Silêman li ser armanca vekirina sûkê axivî û diyar kir ku beriya sûk were vekirin wan di nava şert û mercên zehmet de jêre amadekarî kirine. Necma wiha got, “Ev sûk girêdayî Komîteya Aborî ya Jin ya Kongreya Star e. Di sûka Papûle de 21 dikan hene. Di vê sûkê de malbatên ku rewşa wan ya aborî nebaş e û ji bo ku debara xwe bikin lê dixebitin. Jin bi kêfxweşiyeke mezin li sûka Papûle de dixebitin.”
Rêvebara sûka Papûle Necma Silêman di dawiyê de wiha got, “Daxwaziya me ew e ku jin bi hêsanî werin sûka Papûle danûstandina xwe bikin.”
Jina bi navê Xîtam Heso ya ku di sûka Papûle de dixebite nêrîna xwe li ser sûkê anî ziman û diyar kir ku ew bi moralekî bilind karê xwe yê sûkê dike û wiha axivî, “Ez di destpêkê de cihê xwe di xebatên sûkê de digirim. Destpêkê me bi heşt dikanan dest bi xebatê kir. Lê niha hêjmar li sûkê buye 21 dikan.”
Xîtam Heso di dawiyê de da zanîn ku têkiliya wan bi bazirganan re gelek baş e û got, “em hewl didin ku ti pirsgirêk dernekevin.”
Jina Ereb ya bi navê Îsra Ehmed jî derbarê sûkê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got, “Em bi vî karî gelek kêfxweşin. Bi vî karî em alîkariya malbata xwe dikin. Ez dixwazim hemû jin werin vê sûkê danûstandina xwe bikin û her wiha cihê xwe di sûka Papûle de bigirin.”

Ronahî EHMED

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.