Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê Kurd û hêzên demokrasiyê bi serkevin

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Wê Kurd û hêzên demokrasiyê bi serkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê Rûken Sêrt ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bang li demokratên li Tirkiyê û kedkarên tenduristiyê kir.
Sêrt bal kişand ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê û got, “Pewîste em çend salên dawî ji bîr nekin. Em ê bi têkoşîn, hêz û îradeya xwe bi ser bikevin.”
Sêrt ji bo bloka demokratîk bang li hemû gelên li Tirkiyê kir û li ser sekna ku divê li dijî faşîzmê bê nîşandan got, “Mirov dikare bêjê ku hêza dewleta Tirk qels bûye. Ne tenê Kurd, pewîste civaka Tirkiyê û hemû gelên Tirk ên li Tirkiyê, di vê demê de xwedî li welat, ax û çanda xwe derkevin. Divê mirovên demokrat baş zanibe, eger bersiveke baş di 24’ê Hezîranê de ji rejîma AKP-MHP’ê re neyê dayin, wê civaka Tirkiyê ber bi tinebûnê ve biçe. Girîng e hemû civakên bindest û kêm netewe bi vîn û yekîtiya xwe bloka demokratîk ava bikin. Eger em dixwazin civakeke çê û xwedî tenduristiyeke baş biafirînin, divê em faşîzma heyî ji holê rakin.”
Ruken Sêrt diyar kir ku her dengê ji AKP-MHP’ê re were dayin wê bi xwe re faşîzmê û qirkirinê li Tirkiyê dijwar bike û wiha dewam kir; “Pewîste her kes dengê xwe bide HDP. Divê wek endamên tendurîstiyê xwedî li hemû beşên civakê derbikevin. Divê dengekî bi tenê jî ji faşîzma AKP-MHP’ê re neyê dayin.”
Endama komîteya tenduristiyê ya KCK’ê Rûken Sêrt banga xwe bi van gotinan bi dawî kir; “Kurd û hemû pêkhateyên li Tirkiyê azadî û demokrasiyê dixwazin bi vîn û têkoşîna xwe dikarin bi ser bikevin. Pewîste xwedî li sindoqan derkevin. Li ku dibin bila bibin yek dengê xwe nedin faşîzmê. Pewîste ew diziya ku li Kurdistanê tê kirin, ew neheqiya ku tê kirin; bi taybet jî ava Kurdistanê, axa Kurdistanê, dewlemendbûyina Kurdistanê tê firotin, pêwîste em jê re bêjin ‘êdî bes e’. Yên bi ser bikevin wê hêzên demokrasiyê bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.