Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihrîcana zarokan li Amedê didome

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Mihrîcana zarokan li Amedê didome
Share on FacebookShare on Twitter

1’emîn Mihrîcana Zarokan li Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir. Mihrîcana ku ji 2 beşan pêk tê beşa wê ya yekemîn bi dawî bû û beşa duyemîn dest pê dike. Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun tevlî vekirina mihrîcanê bû.

Yekemîn Mihrîcana Zarokan a Amedê ku 27’ê gulanê bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir, berdewam e. Mihrîcana ku ji 2 beşan pêk tê beşa wê ya yekemîn bi dawî bû û beşa duyemîn dest pê dike.

Di beşa yekemîn de ji bo zarokan perwerdeya mîm, drama, kukla û hunerê hat dayîn û ji aliyê zarokan ve gelek berhem hatin afirandin. Di beşa duyemîn ku dê heta 3’ê hezîranê bidome de lîstîkên ku ji bo zarokan hatine amadekirin bê lîstin, ji aliyê Orkestraya Zaroka a Ma Musicê ku ji sed kesî pêk tê ve konser bê dayîn, li ser perwerdeya zarokan a mîm, drama û çêkirina kuklayan wê semînerek bê li dar xistin û berhemên zarokan ên ku di çarçoveya mihrîcanê de afirandine bên pêşandan.
Koordînatorê mihrîcanê Yavuz Akkûzû têkildarî mihrîcanê axivî û diyar kir ku mihrîcana ji aliyê zarokan ve rastî eleqeyeke mezin tê û wiha got: “Piraniya zarokan ji Komeleya Rengarenk û Weqfa Penaberiyê (Goc-Der) beşdarî mihrîcanê dibin. Ji xeynî zarokên van her du komeleyan gelek zarokên din jî beşdarî mihrîcanê dibin.”
ARMANCA MIHRÎCANÊ KURDÎ YE
Akkûzû diyar kir ku ji bo rojên derbas bûyî yên mihrîcanê ji bo perwerdeya zarokan mamoste ji Stenbol û Îzmîrê anîne û ev tişt anî ziman: “Her wiha çend mamosteyên li Amedê jî piştgirî dane van mamosteyên ku ji Stenbol û Îzmîrê hatine. Heta niha mihrîcan baş derbas dibe û di çarçoveya mihrîcanê de ji aliyê zarokan ve gelek berhem hatine afirandin.”
Akkûzû têkildarî armanca mihrîcanê jî got ku beriya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê qeyyûm ve bê dagirkirin ji bo zarokan gelek xebatên bi kurdî hatine kirin, lê piştî qeyyûm hemû xebat niha li şaredariyê bi tirkî tên kirin. Akkûzû destnîşan kir ku ji bo bala zarokên Amedê bikişînin ser kurdî, mihrîcaneke bi vî rengî li dar dixin.
Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek zarok tevlî vekirina mihrîcanê bûn. Di merasîma vekirina mîhrîcanê de Remziye Tosun axaftin kir.
Remziye, di serî de Mihrîcana Zarokan li hemû zarokan pîroz kir û got ku zarok di şert û mercên gelek xirab re derbas dibin û xwest ku ji bo zarokan tim bernameyên cuda bên çêkirin û wiha berdewam kir: “Li gelek deveran û li Kurdistanê ji ber şerê heyê mafên zarokan tê binpêkirin. Bi taybetî jî zarokên ku îro hatin tevli vê mîhrîcanê dibin zarokên di bin bandora şer de gelek mane ne. Ez jî dayik im û dizanim ku şer çiqas bandora neyînî li zarokan dike. Ji ber şerê ku qewimî derûniya zarokan gelek xirab bûye û îro hîn jî ev şer ji ber ku li Sûrê xanî tên weşandin bandora xwe berdewam dike. Îro pêdiviya zarokan bi çand, wêje û hûnere heye. Ev xebatên ji bo zarokan tên kirin wan gelek kêfxweş dikin. Kêfxweşiya zarokan kêfxweşiya me ye ji ber ku zarok pêşeroj û hebûna me ne.”

Post Views: 86
ShareTweetPin

Herî Dawî

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026 hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026 hatiye destpêkirin

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.