Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dêra Suryaniyan kirine fakulteya Îlahiyatê

02/06/2018
in Uncategorized
A A
Dêra Suryaniyan kirine fakulteya Îlahiyatê
Share on FacebookShare on Twitter

Rêjîma AKP’ê li ser hemû gel, ol û bawariyan kirinên dij mirovî dike. Bi vê yekê, dixwaze çandên resen û cihên dîrokî ji rastiya wê derxe.
Dêra Azîz Petrûs Azîz Paûlûs a Suryaniyan weke Navenda Çandê ya Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Herranê tê bikaranîn.
Dêra Azîz Petrûs Azîz Paûlûs (Rejî) a li meydana Ellî Sekîz a li Rihayê ye, sala 1861’ê ji aliyê gelê Suryanî Yakûbî ve li ser bermahiyên dêreke ji sedsala 6’an mayî hate çêkirin.
Dêr ji bo bîranîna du hawariyên hezretî Îsa; Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs hate çêkirin û navê wan lê hate kirin. Heta sala 1924’an ji aliyê Suryaniyên li Rihayê ve weke dibistanê dihate bikarnîn. Sala 1925’an Suryaniyên dawî yên li Rihayê ji wir hatin sirgûnkirin. Hinekan berê xwe dan Ewropayê, hinek jî çûn bajarê Helebê yê Sûriyeyê. Bi vî rengî Dêra Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs bêxwedî man.
Dêr, sala 1924’an radestî îdareya Kargeha Tûtin, Xwê û Alkolê (TEKEL) hate kirin. Ji hingî ve navê ‘Dêra Regie (rejî)’ lê hatiye kirin ku peyva rejî bi zimanê Fransî ye û tê wateya TEKEL. Kêlên ji dêrê hatin derxistin jî şandin Muzeya Rihayê.
Walîtiya Tirk a li Rihayê sala 1998’an ev de restore kir. Sala 2002’an bi protokolekê re dêr radestî Şaredariya Eyyubiyeyê hate kirin û navê “Navenda Çandê ya Walî Kemalettîn Gazezoglû” lê hate kirin. Dêra ku li Rihayê yekane îbadetxaneya Suryaniyan e, piştî ku hate restorekirin weke Navenda Çandê ya Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Herranê hate bikaranîn.
Tûrîstên tên Rihayê dixwazin bi taybetî serdana Dêra Azîz Petrûs û Azîz Paûlûs bikin, lê belê pêşiya dêrê weke parka wesayitan tê bikaranîn û li hewşa wê jî ehleyên Quranê hene

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.