Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêjîma Sûriyê rêya mazotê girtiye

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Rêjîma Sûriyê rêya mazotê girtiye
Share on FacebookShare on Twitter

Li Kantona Şehbayê bi qasî 500 Hezar mirov dijîn. Tevî kêmderfetiyan gelên li vê herêmê li hemberî dagirkeriya Tirk û kiryarên rejîmê bi îmkanên xweser li ber xwe didin. Rejîma Sûriyê ji destpêkê ve di nav hewldanên provakasyon û çewsandinê de ye. Gelek caran hewl da ciwanan neçarî leşkertiya bi zorê bike. Nahêle nexweş tedawî bibin û rê li ber veguhestina wan digire. Di aliyê jiyanî de rê li ber pêdiviyên gel digire. Demeke jî rê li ber hatine sûtemeniyê û bi taybet madeya Mazotê girtiye. Li gorî meclîs û komînên ku pêdiviyên gel dabîn dikin; ev nêzîkatiya rejîmê dê bi xwe re gelek astengiyên cidî bîne. Nebûna madeya Mazotê bandor li peydakirina av û ceyranê jî kiriye. Bîrên avê û ceneretor di bin gefa sekinandinê de ne. Noqteyên belavkirina avê li Şehbayê tekez kirin wê ji ber nebûna madeya Mazotê di van çend rojên bê de bisekinin. Karmendên sûtêr û erebeyên veguhestina avê diyar kirin ku rejîm bi helwesta xwe dixwaze rêveberiya me vala derxîne û ji bo hinek berjewendiyên siyasî gel li vê herêmê bikar bîne. Şêniyên Şehbayê jî piştrastkirin ku wê ev nêzîkatiya dermirovî ya rejîma Sûriyê bandorê li çandiniya Şehba jî bike. Taybet ku niha dema çinîna dexil û teneyan e. Wê patoz bisekinin, genim û dexla heyî jî xira bibe.
Ji aliyekî din ve rêveberên kampên li Şehbayê destnîşan kirin ku ev kiryara rejîma Sûriyê bandoreke xirap li jiyana şêniyên li kampan dijîn dike. Rejîm dixwaze bi riya zextên aborî, siyasî gelê me neçarî radestbûyînê bike.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka hatina gelê Efrînê ya Şehbayê rejîma Sûriyê ji bo ku hevgirtina gelên li Şehbayê birûxîne û baweriya gel bi rêveberiya xwe têk bibe, di nava provakasyonan de ye. Yek ji rengên zextên rejîmê jî qutkirina pêdiviyên jiyanê yên sereke ku madeya Mazotê yek jê ye. Zêdeyî deh rojan e rejîma Sûriyê rê li ber hatina vê madeyê girtiye û nahêle ku derbasî Şehbayê bibe. Ev jî dibe sersebebê gelek pirsgirêk û ziyanên jiyanî û aboriya herêmê xira dike. Gelên li Şehbayê di vê derbarê de nerazîbûn nîşan dan û bang li rejîmê kirin ku dest ji van kiryarên dermirovî berde.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.