Dilîn Ehmed/Qamişlo
Bi sala ye ku planên dijminan li ser gelê Kurd tê meşandin û wan ji hev parçe dikin, lewra mijara yekîtiya gelê Kurd ji bo parastina maf û têkoşîna bi salan, xaleke girîng e. Xunav El-Mele diyar kir ku Konferansa “Yekrêzî û û yekhelwesta Kurdî” ya ku hat lidarxistin, qonaxeke girîng û pêwîst di dîroka têkoşîna gelê Kurde ye.
Ji bo parastina maf û jiyaneke azad, êdî Kurd berjewendiyên kesayetî û nakokiyan didin alî û yekîtiya xwe bi yek helwestê ava dikin. Li ser vî esasî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina xwe ya dawî de ji bo girîngiya yekrêziya Kurdî peyam da. Her çiqas civakek ji hev parçe be, bi yekîtiyê re hêz û hebûna xwe mayinde dike û tu kes nikare serweriya xwe ser wê civakê bide meşandin. Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav El-Mele ji rojnameya me re ev nirxandin kir.
‘Yekîtiya aliyên Kurdî qunaxeke nû ji berxwedanê da destpêkirin’
Hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav El-Mele di estpêka axaftina xwe de wiha got: “Lidarxistina Konferansê tekezî li ser pêwîstiya hêza yekîtiyê kir. Herwiha da nîşandan ku yekîtiya gelê Kurd hêzê dide têkoşîn û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava. Lewra dema nerîn û helwestên partiyên me yek bin, wê ji hemû cîhanê re were nîşandan ku daxwaza gelê Kurd avakirina welateke demokratîk û nenavendî dike ku mafên hemû gelê Sûriyê di nav de Kurd jî were parastin. Di heman demê de ku mafên siyasî, çandî û zimanê Kurdî wek zimanê fermî li kêleka erebî were pejirandin.”
Xunav El-Mele di axaftina xwe de bal kişand ser rêkeftina avakirina şandeyek Kurdî ya yekgirtî ji bo diyalogê bi desthildara Şamê re û wiha got; “Ji bo destûreke ku mafên Kurdan biparêze, yekîtiya partiyan û avakirina şandeyeke hevbeş gaveke girîng û pêwîst e. Lewra çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê, çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî ye. Tevlîbûna serkirdeyên Kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê û partiyên Kurdî yên Tirkiyê, ji konfransê re piştgirtineke stratejîk ber bi yekitiya Kurdan ve hat xurtkirin. Ji ber vê yekê gelek aliyan lidarxistina konfiransê mîna xeteriyekê nirxandin, bi taybetî dewleta Tirk, lewra ew rêveberiya nenavendî red dike.”
‘Konferans bandoreke erênî li yekêtiya Kurdan kir’
Xunav El-Mele got, konferansê zêdetirî 400 kesayetiyên siyasî ji partiyên kurdî yên Sûriyê û partiyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê anî gel hev, ku yekîtiya Kurdan ya herêmî ya bêmînak nîşan da. Heriwha lihevkirina li ser nêrîneke siyasî ya hevbeş ku daxwaza dewleteke nenavendî û demokratîk li Sûriyê dike, di heman demê de ku mafên neteweyî, çandî û siyasî yên Kurdan tê de hebe. Xala hevbeş pêk tîne ku dikare bandoreke erênî li yekîtiya Kurdan li hemû herêmên Kurdî bike. Herwiha di qonaxeke mirov dikare bêje dîrokî de ya ku herêm li hember hemû gefan li ber xwe dide, bi taybetî ji aliyê Tirkiyê ve, ku daxwazên Kurdan red dike, konferans ji bo misogerkirina destkeftên gelê Kurd, pêngaveke stratejîk e.
‘Banga Rêbertiyê çareserkirina pirsgirêkên pêkhateyê Sûriyê ye’
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk” Xunav wiha got; “Banga Rêber Abdullah Ocalan tekez kir ku çareseriyên neteweperest yên tundrew li gorî daxwazên hemû pêkhateyên ku li Sûriyê dijîn nabe. Herwiha ev bangawazî nuqteyeke stratejîk nîşan da û peyameke zelal li ser pêwîstiya avakirina civakeke demokratîk ya li ser bingeha wekheviyê girt û bal kişand ser girîngiya çareseriyeke bi demokratîk ji bo pêkanîna aştiyê.”
‘Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê çareserkirina kirîza Sûriyê bi giştî ye’
Li ser çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd di Sûriya nû Hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav El-Mele axaftina xwe bidawî kir: “Yekrêziya Kurdî û pejirandina nêrîneke siyasî ya hevbeş ji çareseriyeke pirsgirêka gelê Kurd re, piştgiriyeke bi hêz e. Lewra di çarçoveya dewleteke nenavendî û demokratîk de ku mafên Kurdan yên netewî, siyasî û çandî di Sûriyeyeke yekgirtî de ji bo diyaloga niştimanî ya Sûrî ya berfireh, girîng e. Herwiha çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bibe alîkar ku yek ji girîngtirîn jêderên nakokiyên navxweyî li Sûriyê bi dawî bibe û aramiya siyasî û civakî zêde bike û rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên din di çarçoveya lihevkirina niştimanî ya demokratîk de veke. Bi kurtî, çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê kilît e ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê bi giştî.”