Navenda Nûçeyan
Di 21 Gulana 1919”an de weke vê rojê beriya 106 salan Damezrînerê padîşahiya Kurdistanê Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî Mandata Birîtanî li dewleta Iraqê serî hilda.
Şêx Seyîd Mehmûd el-Hefîd an Mehmûd Hefîd Zade el-Berzencî (bi Kurdî: Şêx Mehmûd Barzencî) rêberekî siyasî û navdar ê Kurdê Iraqê ye ku li Silêmaniyê di malbateke xwedî bandorek olî, sofîtî û eşîrî de jiyaye. Ew rêberê rêze serhildanên Kurdan li dijî Mandata Brîtanî li Iraqê bû, ew wekî Padîşahê Kurdistanê dihat binavkirin.
Sedema Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî
Piştî şerê cîhanê yê yekem ku Birîtanya û hin hêzên din parçeyên ji Impratoriya Osmanî dagir kirin. Birîtanya Bexdad û El-Besra bi zorê xistin bin serweriya xwe, li dora van herêman şî’a û suneyên ereb hebûn. Di sala 1921”an de Birîtanya Fêselê yekem kire qiralê Iraqê, hilbijartinekî balkêş bû ku Fêselê yekem li herêmê ne navdar bû, eslê malbata serdest ji malbata Haşimiyan e ku rehên wê vedigerin Rojavayê nîvgirava Erebiyê. Dema ku bûyerên para Başûrê Iraqê dihatin keşfandin, Birîtanya siyasetin nû li Bakurê Iraqê pêş dixistin, a ku bi giranî ji aliyê kurdan ve dihat niştecihkirin û bi navê Kurdistana Mezin dihat nasîn.
Gelê Kurd li Iraqê li herêmên çiyayî jiyan dikirin. Birîtanya zehmetî li wir dikişand û nedikarî serweriya xwe lê ferz bike. Her wiha ji ber dilsoziya eşîreyên kurdan. Piştî şerê mezin ê di navbera Hikûmeta Osmanî û Birîtanya de, ji bo xêzkirina sînoran gelek têkoşîn hebûn. Osmanî ji encama peymana Sêverê ne razî bûn, ew jî bû sedem ku rê li ber serketiyên şerê Mezin vekir û piraniya erdên berê yên Osmaniyan li xwe parve bikin. Tirkan hîs dikir ku wîlayeta Mûsilê ya wan e ji ber ku Îngilîzan piştî agirbesta Mudrosê bi neqanûnî ew dagir kiribûn, a ku karên dijminatiyê yên piştî şer bidawî kir. Bi dîtina bîrên Petrolê li Bakurê Iraqê, Birîtanya nedixwet ku dev ji wîlayeta Mûsilê berde. Di berjewendiya Îngilîstan de bû di navbera kurd û împeratoriya Osmanî de şrt û pevçûn derkevin. Ev hemû bûn sedema girîngiya Şêx Mehmûdê Berzencî. Hikûmeta Birîtanî di dema şerê cîhanê yê yekem de soz da kurdan ku ew ê axa xwe bistînin da ku dewletek kurdî ava bikin. Tevî wê Hikûmeta Birîtanî soza heta dawiya şer pêknanî û ev bû sedema nerazîbûna kurdan. Ji aliyê kurdan ve bawerî bi Birîtaniyan tune bû, di sala 1919”an de strêsa kurdan zêde bû ji ber rewşa xwe ya heyî û muameleya hikûmeta Birîtanî bi wan re ne razîbûn. Kurdan piştî salekê serhildan kir, Hikûmeta Birîtanî hewilda ku parêzgeriyekê Kurdî li herêmê ava bike û rêberekî gelêrî ji bo herêmê tayîn kir. Wilo Şêx Mehmûdê Berzencî bû waliyê Başûrê Kurdistanê.
Hêvî û Şoreş
Mehmûd Berzencî rêberekî netewperwer ê Kurd ê pir azwer bû ku fikra serdestiya kurdan li ser dewleta xwe û serxwebûnê ji Birîtaniyan pêş dixist. Wekî ku Çarlis Trîp dibêje, Îngilîz ew wek waliyê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê tayîn kirin da ku desthilatdariya nerasterast li vê herêmê bi dest bixin. Birîtanî dixwestin ku ev serweriya nerasterast di bin navê Mehmûd de be, ku wan difikirî ku dê rûyek û rêberek bide wan da ku serweriyê li ser herêmê bikin û aram bikin.
Mehmûd hêvî dikir ku dewleta Kurdistan ava bike û di destpêkê de, Îngilîzan destûr dan Mehmûd ku armancên xwe bişopîne ji ber ku ew herêm û gel di bin kontrola nerasterast a Brîtanyayê de dianî cem hev. Lê belê, heta sala 1920”an, ji ber nerazîbûna Brîtanî, Mehmûd bi girtina rayedarên Brîtanî li deverên Kurdan û destpêkirina serhildanên li dijî Brîtanya, desthilata xwe li dijî Brîtanî bi kar dianî. Wekî ku dîroknasê Kevin Mcurryman dinivîse, “Serhildan heta ku neviyê Mehmûd di şer de li ser rêya Kerkûk û Silêmaniyê birîndar bû berdewam kir. Ew ji aliyê hêzên Brîtanî ve hate girtin, cezayê mirinê lê hate birîn û paşê li keleheke Brîtanî li Hindistanê hate girtin”. Mehmûd heta sala 1922”an li Hindistanê ma.
Padîşahiya Kurdistanê ji Îlona 1922”an heta Tîrmeha 1924”an dom kir.
Serhildanên Mehmûd Berzencî rêzeserhildanên çekdarî bûn ku ji hêla Şêxê Kurd ê Kurdistanê Mehmûd Berzencî ve li dijî desthilatdariya Iraqê li Mezopotamyaya nû ya ji hêla Brîtanyayê ve hatibû dagirkirin û dûv re li dijî mandata Brîtanî ya Iraqê ve dihatin birêvebirin. Piştî serhildana xwe ya yekem di Gulana 1919”an de, Şêx Mehmûd hate girtin û di dawiyê de ji bo salekê sirgûnî Hindistanê hate kirin. Piştî vegera xwe, ew dîsa wek walî hat tayînkirin, lê di demek kurt de dîsa serhildan kir û xwe wek hukumdarê Padîşahiya Kurdistanê îlan kir.
Padîşahiya Kurdistanê ji Îlona 1922”an heta Tîrmeha 1924”an dom kir. Ji ber ku hêzên Brîtanî ji aliyê cebilxane û perwerdeyê ve pir kêmtir bûn, têkçûna wan di dawiyê de bû sedema ku herêm di sala 1924”an de bikeve bin desthilatdariya navendî ya Brîtanya-Iraqê. Şêx Mehmûd vekişiya çiyayan û di dawiyê de di sala 1932”an de bi Padîşahiya serbixwe ya Iraqê re peymanek çêkir. Serhildanên Şêx Mehmûd wekî beşa yekem a nakokiya Iraq-Kurd a nûjen têne hesibandin.
Ev encamên serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî bûn:
-Tepeserkirina şoreşê.
-Hilweşandina Padîşahiya Kurdistanê di sala 1924”an de.
-Wendabûna Mehmûd El-Hefîd.
-Tevlîbûna Kurdistanê di nav Mandata Brîtanî de.