Wednesday, May 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serdema berî Lozanê

21/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Kongra  PKK’ê ya 12’an di 5-7’ê Gulanê de ji bo bersiv bide banga Rêber Apo ya ‘aşitî û civaka demokratîk’ kom bû. Di biryaran de hevokek-nirxandinek hebû; Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dikê dîrokê.

Li ser vê yekê nîjadperestên Tirk dest bi êrîşan kirin. Emê bersiv nedin van êrişên wan. Lê di kongreya PKK’ê de ev peyiv çima derbas bû, em hinek zelal kin.

Her tişt heta roja ku heyeta Tirkiyê ji Lozanê vegeriya li gor soz û peyamên Kurd û Tirkan dabûn hev dimeşiya. Bi kincê Kurdî li meclisê peyam dihatin dayin. Telgraf dişandin Lozanê û digotin ew heyata wêderê, me herdu netewan temsîl dikin. Dema wezîrê karê derve yê Îngilizan, Lord Curzon got ‘Tirk Kurdan dixapînin’, Kurdan ji Stenbol û ji Enqerê bi telgirafan ji Lord Curzon re gotin ‘hiş be’. Ataturk li Kocaeliyê bi rojnamevanan re dema diaxivî behsa xweseriyek heremî dikir. Di destura bingehîn a 1921’an de wekheviya herdû netewan hatibû rêzkirin. Herî girîng soz dabûn ku wê destur nedin da ku Kurdistan were parçekirin.

Kurdan bi wan bawerî anîbûn. Bi tenê Kurdên li herêma Koçgirî xwedî hin gumanan bû. Wan dixwest berî Lozanê statuyek Kurdan hebe. Ji aqûbeta Ermenan re şahidî kiribûn û ditirsiyan. Name şandin Enqerê-Stenbol, bersiv: Topal Osman û esker şandin heremê.

Lê piştî komkujî dîsa jî Kurdan şansek dina dane, hevkarî û yekîtiya Kurd û Tirkan.

Bi firotina Musulê serdema parçekirina Kurdistan dane destpêkirin. Parçeyê di bin desthilatdariya Osmaniyan de bu 3 parçe. Parçekirin û serhildana bi hevre destpêkir. 52 sal berê PKK’ê jî li dijî vê yekê tevlî sîlseleya serîhildanan bû. Nîqaşên ku piştî biryara Kongreya PKK’ê ya 12’emîn destpêkirine yekalî û ji rastiyê dûrin. Rêber Apo îroj çi dixwaze? Di hevdîtina piştî Kongreya PKK’ê de bersivek zelal heye. Li ser hiqûqa xwişk û biratiyê pêwîstî bi peyman û lihevkirineke nû ya civakî heye. Ya em dikin, guhertina paradîgmayeke nû ye.

Girîngiya têkiliya Tirk-Kurd pir cûda ye, ya xirabûyî têkiliya xwişk û biratiyê ye. Xwişk û bira şer dikin, lê yek bêyî yê din nabe. Xefik û mayînên ev têkilî xirab kirine, em yek bi yek paqij dikin. Rêber Apo bi vê paradîgmaya xwe dixwaze herdu aliyan bibe berî rewşa heyet ji Lozanê vegeriyane. Ji dewletê re dibêje heger hûn vegerin kodên xwe yê pêvajoya Lozanê (ne piştî lozanê) emê jî vegerin helwesta Kurdên wê pêvajoyê. Kurd û Tirk çawa li Tirkiyê xwedî derketibûn, îrojî bi heman armancê xwedî derdikeve. Çek berdide û bi rêbazên şer  tênakoşe. Li meclisa ku Yusuf Ziya û hevalê wî xwedî çi sekn û helwestîbûn, siyasetek çawa dimeşandin, siyasetmedarên Kurdan îro dixwazin bi wan rêbazan têbikoşin. Rêber Apo bi bîra wan dixe û dibêje; Mûsula îroj Rojava ye. Heger hûn Rojava bifiroşin, wek biryara Yusûf Zîya girt û ji meclisê derket, êdî wê meclîs wateya xwe winda bike. Li gor daxwiyaniyn rayedarên dewleta Tirkiyê ve tên dayîn, di vî warî de hatine înkar kirin. Ev îkna, dema ku em li daxwiyaniya Bahçelî ya 18’ê Gulanê binêrin emê bibînin. Di vê daxwiyaniyê de, rol û mîsyona Meclisê yek bi yek hat rêz kirin. Kesên ku Rêber Apo şopandibin bi hêsanî wê bibînin ku ev texta Bahçelî belavkir, bi pênûsa Rêber Apo hatiye nivîsandin.

Post Views: 15
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.