Argêş Vîyan/Qamişlo
Akademiya Zanistê ya Yekîtiya Sovyetan ragihand ku “1550 kes li geliyên Herêma Zîlanê hatin serjêkirin, li herêma Ercîşê 200 gund hatin şewitandin, li herêma Patnosê gundek jî ne şewitî nemaye û leşkerên tirk jî milk û malên Kurdan birine û talan kirine.
Dîroka xwînmêjî û qirkirina Geliyê Zîlan
Li her bihusteke erda Kurdistanê, xwîna lehengekî kurd (çi jin çi mêr) rijiyaye û dîrok vê yekê baş dizane. Bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan îro bêgor in û Kurdistanê ew kirine nav dil û cergên xwe yê germ de.
Hinek ji wan jî sax filitîne û bûne firarên dijminên xwe, çi li çiyayan çi li deştan. YYûsivê Mero jî yek ji wan saxfilitiyan bû. Kengî û li ku ji dayik bûye ez nizanim lê di nasnameya romê de ‘1’ê Tîrmeha 1890’î Erdîş’ dinivîse. Çawa ku di nasnameya “Komarê” de piraniya kurdan li gorî teqwîma mîladî di 1’ê çileyê (sersal) de ji dayik bûne, di qeydên Osmaniyan de jî kurd li gorî teqwîma Romî hemû di wê rojê de ji dayik bûne! YYûsivê Mero li zozanên Eledaxê di nav şer û pevçûnan de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de, 6 leşkerên Osmanî yên ji bo berhevkirina bacê tên êla Bekiran, dikuje û dertê çiyê. Çendek şûn de, nêzî behra Wanê, li gundê Arnêsê li mala pismamê Yaşar Kemal tê girtin (ev gund, gundê Yaşar Kemal e) wî digirin û ji bo îdamkirinê dişînin Taşxana (girtîgeh) Erzeromê. Çawa ku malbat dibêje, Mihoyê apê wî xisleta Romê baş dinase. Nîv tûr zêr hildide li pey wî diçe Erzeromê û van zêran li heyeta “axir cezayê” belav dike û çend roj şûn de YYûsiv tê berdan. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji ber ku bavê wî – serekê eşîra Bekiran Merûf Axa- ji aliyê Qaznaxên Ûris ve tê kuştin. Ew bi sond û peyman li hemberî Ûris şer dike, heya dawiya şer li çiyayên geliyê Zîlan li ber xwe dide û welat terk nake. Piştî damezirandina komara tirkan, ew jî wek çendan kurdan bû dijminê kemalîstan û di sala 1926’an de bi tevahiya pismamên xwe Reşoyê Silo çû Gilîdaxê û tev li şoreşa Agiriyê bû. Çawa ku Feqî Huseyn Sagniç (apê Feqî) jî dibêje, hêla geliyê Zîlan di bin destê wî de bû. Di tîrmeha 1930’yan de bi tevahiya şervanên xwe tev li şerê dorpêçkirina Erdîşê dibe. Çawa tê gotin, di vî şerî de bi dehan balafir hatibûn bikaranîn û wî di vî şerî de bi pismamê xwe yê bi navê Hesê Keko re sê teyare xistibûn xwarê. Her wiha Îhsan Nûrî jî di bîranînên xwe de behsa vî şerî dike û dibêje: “Qehremaniya şervanên Bekiran bêhempa bû. Yên di destên wan de çek tune bûn, bi daran êrîşê balafirgeha Erdîşê kirin”. Di dawiya vî şerî de YYûsiv ji lingê xwe birîndar dibe. Derbasî herêma Adilcewazê (Filistan) dibe û di navbera gundê Qerekeşîş û Axçirayê de di şikeftekê de bi mehan dimîne da ku kirîfê wî yê bi navê Mihemedê Qulîxan birîna wî derman dike, lê piyê wî bi temamî baş nabe û ew qut dimîne. Di sala 1931’an de careke din derbasî geliyê Zîlan dibe û digihîje koma Bekiran ên di bin himeta Reşoyê Silo de ne. Kom di zivistana 1931’an de çend caran dikeve kemînê. Her wiha dewlet bêtir li pey Yûsiv û Reşo ye. Di kemîna gundê Şarbazarê de, Eliyê Arif, Îbo û Bekirê Qulîxan tên girtin. Ji ber ku Elî û Îbo merivên (xizm) Yûsiv û Reşo ne, ew di zivistanê de tazî dikin û qeşaya li ser çemê geliyê Zîlan dişikînin û wan dixin nav avê lê her du jî cihê Yûsiv û Reşo nabêjin. Paşê her duyan li wir bi balteyan dikujin “Komkujiya Geliyê Zîlan qirkirina Kurdên sivîl bû ku bi navê “StreamHıkuruu” tê zanîn. li navçeya Ercîşê ya Wanê, beriya ku Operasyona Sêyemîn di dema Serhildanên Çiyayê Araratê yên Tîrmeha 1930`î de ji aliyê Korpaya 9. a bi fermandariya “Ferîk” Salih Omurtak ve were destpêkirin. Li gora rojnameya Cumhuriyetê ya 16’ê Tîrmeha 1930’an, 15 hezar kes hatine kuştin, li gor nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdî ku beşdarî Serhildanên Agiriyê jî bûye, 47 hezar kesên ji 18 gundên Ademan, Spkan û yên eslên xwe ermenî û li gor lêkolînên Hesen Erbes û Zilano, Zilan. Sasunî, 5 hezar jin, zarok û kal û pîr komkujî û qirkirinê de hatin derbaskirin. Rojnameya Berlîner Tageblatt a Almanyayê di hejmara xwe ya 3’ê Cotmeha 1930’an de bi sernavê “Tirkan li herêma Zîlanê 220 gund xera kirin, 4 hezar û 500 jin û extiyar qetil kirin” qala bûyeran kir. Wî ev yek wiha ragihand. Akademiya Zanyarî ya Yekîtiya Sovyetan ragihand ku “Li geliyên Herêma Zîlan hezar û 550 kes, li herêma Ercîşê jî hezar û 550 kes hatine qetilkirin.