Farûk Sakik
Bi biryarên kongreya 12’emîn a PKK’ê, têkoşîna Kurdan derbasî qonaxeke nû bû. Em li bersiva ji kîjan qonaxê derbasî kîjan qonaxê bû, bigerin.
Dema ku di sala 1978’an de ev partî hat damezirandin, polîtîkayên dewleta Tirkiyê yên îmha, înkar û asîmîlasyonê derketibû asta herî jor. Ev siyaseta wan nêzî hedefa xwe bûbû.
Heger ev tevger di wê serdemê de, midaxleyî vê siyaseta dewleta Tirk nekira, wê di sala 1981’ê de polîtîkayên dewletê encam bigirtina.
Çima 1981?
Salek berê dı 12’ê Îlona 1980’yî de darbeyeke leşkerî çêbûbû û di hedefa wan de fînala tunekirina Kurd û Kurdistan hebû. Darbeyê her çiqas hemû çepgir, şoreşger girtibe armanca xwe ya bingehîn Kurdistan bû.
Çima Kurd û Kurdistan? PKK’ê bi avakirina xwe di demek kurt de li Kurdistan belav bûbû. Di wan salan de Kurdbûna Kurdan bibîra wan xistibûn. Piştî demekê jî amadekariya şerê Gerîlatiyê kiribûn. Li Lubnanê perwerde bûbûn û vegeriyabûn welat. Di vegerê de pêşeng û fermandarên şerê gerîlatiyê Mazlûm Dogan û Kemal Pîr hatin girtin. Efektên van xebatan bala dijmin jî kişandibû. Dewlet ji bo vê yekê li zîndana Amedê dest bi hovîtiyek mezin kir.
Armanca darbekaran çibû? Di şexsê van pêşengên PKK’ê de dixwest Kurdiyetî bi pêş nekeve. Ji nû de vejîna Kurdan pêkneyê.
Lê li zindana Amedê berxwedan bû jiyan. PKK’ê jî li derve ew şerê gerîlatiyê ku di dawiya salên 70’yî de di nivî de hiştibû, ji nû de birêxistin kir. Di 52 salan de çibû?
Di encama vê têkoşîna 52 salan de PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd parçe kir, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk anî noqteya çareseriyê, hebûna gelê Kurd da qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyê da qebûl kirin. Doza Kurdistan derbasî platformên navneteweyî kir. Li ser vê bingehê li ser navê gelê Kurd şoreşa vejînê pêkanî.
Di kongreya 12’emîn çi biryar hat girtin? Rêber Apo banga Aşitî û civaka demokratîk kiribû. Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte bersiva vê bangê bû. PKK ev esas girt ji bo aşitiyê, biryara bi dawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî da û bi civaka demokratîk partiya xwe fesix kir, da ku bi riyên demokratîk doza xwe bidomîne.
Piştî biryarên Kongreya 12’an wê çibibe? Ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin. Rêber Apon di pêvajoya hevdîtinan de tu carî bazariyan nake. Nabêje piştî vê biryarê bila ev gav bê avêtin, an jî piştî hewldanek dewletê, rêxistin jî van gavan bavêje. Xwedî nexşerêyek e. Bi paradîgmaya xwe, pêşî li astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka vedike. Behsa serkeftinan an jî ji kêmasiyan raboriyê zêdetir, behsa pêşerojê dike. Ew pêşerojê analîz dike û perspektîfan jî li gor wî pêşniyar dike. Ji bo pêşerojê çi pêşniyar kir? Divê heger me îmha, înkar û asîmîlasyon heta kongreya 12’an da seknandin, êdî ji bo mîsogerkirina doza Kurdistanê, em ê têkoşîneke demokratîk bidin destpêkirin. Ji bo pêşvexistin û mezin kirina van destkeftiyan, ji nû de birêxistin bibin. Berê çawa ji nav civakê, bi tevlîbûna nav refên gerîla, dibûn parçeyek vê têkoşînê, îro şûn de jî bi tevlîbûna nav xebatên demokratîk, wê bibin parçeyek ji vê têkoşîna serdema nû. Ji bo vê yekê Rêber Apo ev wek civaka demokratîk bi nav kir. Divê saziyên nû, kom, meclîs, komele, ensîtutî hwd. Werin avakirin û di xebatên parlementeriyê de jî derbasî merheleyeke nû bibin.
Tiştek din dike, ji bo destketiyên Kurdan careke din nebe qûrbana berjewendiyên desthilatan, israra misogerkirina di qanûnan de dike. Çima ‘PKK’ê romaneke dawî lê nehatiye’?
Kurdistan azad bibe jî ji bo parastina vê azadiyê wê têkoşîna xwe bidomîne.