Zekî Bedran
Rêber Apo, 27’ê Sibatê bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêngavekê dîrokî avêt. Guhertin û veguhertin dana li pêşîya PKK’ê. PKK da xuyakirin ku li gorî wê bangê tevbiger e. Rêber Apo got ku: “PKK’ê kongra xwe lidarbix e, xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bidawî bik e.” PKK’ê jî daxuyaniyek da û go: “PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li gorî banga Rêber Apo 5 û 7’ê Gulanê lidarxist.” Di heman demê de jî dan diyarkirin ku di demekê nêz de biryarên kongreyê dê bên xuyakirin. Dibê ku dema ev nivîs hat weşankirin, PKK’ê encamnameya kongirê bi raya giştî re eşkere kiribe. Biryarên ku PKK’ê kongirê de bigire li holê ne. Di wê bingehê de daxuyanîyên ku bên dayin ne ji nişka da bikevin rojevê ne. Bangewazî, li ser bingeha fesixbûna PKK’ê û bidawî anîna têkoşîna çekdarî bû. Bêguman dê biryarên bên girtin jî li ser wê bingehê bê dayin. PKK’ê têkoşîna ku ev nêzî 50 sale dimeşîn e, bigihine merheleyekê din; dê biçe rêxistinbûyin û şêwazên têkoşînê ya nû. PKK’ê û têkoşîna wê winda nabe û ji holê ranab e.
Bi pêşengiya PKK’ê ev berxwedan û rêxistinbûna nîv serdeme ku didome destkeftiyên efsûnî xulikandin.. Li ser vê ezmûna salan, wê xwe ji bo serdema dîrokî ji nûve ava bike. Ev guhertin û veguhertineke mezin hewce dike. Dema ku gelê Kurd û rêxistinên wan di nav guherin û veguhertinê de ne, Tirkiye û herêm nikarin wek xwe bimînin. Tirkiye jî di nav guhertin û veguhertinê de ye. Di warê siyasî û mafnasî de jî divê dewleta Tirk ji bona pirsgirêka Kurd gavên berbiçav bavêje. Ger dewlet bibe dewleta Kurdan, wê dev ji înkar û tinehesibandinê berde û veguherîneke zanistî û zagonî bike. Ger pêvajo were têkbirin an paşvekêşandin, eşkere ye ku dê hawîrdorekê aloz û şer pevçûn bêguman vegere. Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî girt li ser milê xwe. Di dema niha de, hikûmeta AKP’ê gavên cidî neavêtiye û ti guhertinên zagonî nekiriye, Rêber Apo berpirsyariya fesixkirina PKK’ê û dest ji têkoşîna çekdarî berdan digire li ser milên xwe. Yên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin, wê girîngî û dîrokîya vê yekê fêm bikin û li gorî wê tevbigerin, em nizanin. Daxuyaniyên wan ên heta niha erênî ne. Lê em ê temaşe bikin û bibînin ka tiştên ku têne gotin dê tenê gotin bimîne an dê bêne kirin?
Ger dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi Kurdan re aşitiyê bike û hebûna wan bipejirîne, ev yek bi awayekî xwezayî bandorê li beşên din jî dike. Wê herî zêde Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê yekê bandor bibe. Ji ber ku xebat, berxwedan û rêxistinbûna li vê herêmê di bingehê xwe de ji raman û têkoşîna Rêber Apo hatiye avakirin. Em qala herêmeke ku Rêber Apo 20 salan têda têkoşîn û xebatên rêxistinî meşandiy e. Dewleta Tirk jî ji bo şikandina bandora Rêber Apo û ji holê rakirina destkeftiyên şoreşê, êrîş, dagirkerî û tifaq bi çeteyan re pêk anî, bênavber û bi gelek awayan xebitî. Li Rojava şerekî dijwar û dorpêç hebû. Dewleta Tirk her tim ji van êrîş û polîtîkayên xwe re têkoşîna li dijî PKK’ê û terorê bi nav dikir. Di rewşeke ku PKK hatiye tasfiyekirin û têkoşîna çekdarî hatiye bidawîkirin de, dijminatî û êrîşên wan ên li dijî Rojava êdî ti hincet namîne. Ger li Tirkiyeyê zagona biratiyê ji bo kurdên Tirkiyê bi cih bîne, israra wî ya di dijminatiya kurdan a Sûriyê da tu wateya xwe namîne. Ev xwezayî ye; Divê Tirkiye vegere siyaseta lihevkirin û biratiyê ya bi Kurdên derve re.
Di projeya Rêber Apo de berdewamkirina çareseriya li Tirkiyê û li parçeyên din jî heye. Armanca wê Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê ye. Yanî armanc avakirina yekîtiyeke demokratîk e, ne dewlet û federasyoneke cuda ye. Ev çareserî di berjewendiya dewletên din de jî ye. Pirsgirêka kurd êdî wê li herêmê nebe mijara nakokî û pevçûnan. Rêya aştî û veguherîna demokratîk ji herêmê re wê vebe. Li vir jî windaker nînin, her kes bi serdikeve.
Di çareseriya Rêber Apo de demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî heye. Lê em nizanin ka dê rê li ber vê çareseriyê vebe yan dê Tirkiye vegere rewşa xwe ya tê zanîn. Li Sûriyê dewleta Tirk Kurdan weke hêzeke hevalbend nabîne. Dewleta Tirk xwe daye milê HTŞ’ê û ew hilbijartiye. Bi mehan êrîşî Tişrîn û herêmên din kir. Armanca wê ew bû ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û xweseriyê ji holê rake. Ne diyar e ku ji niha û pê ve dê helwesta xwe biguherîne yan na.
Ji ber ku niha êrîş rawestiyane û nermbûnek çêbûye, divê Rêveberiya Xweser û hêzên şoreşger bêzar nebin. Ji ber ku Tirkiye komên çekdar û çeteyên ku di bin navê SMO de kom kirine belav nekiriye. Şêniyên Efrînê hê jî nikarin vegerin warên xwe. Tirkiye bi dewletên herêmê re ji bo ku QSD’ê û xweseriyê bihêle, bi hêzên weke DYA’yê re danûstandinan didomîne. Di vî warî de hem rêveberî û hem jî gel divê hêza xwe ya parastina cewherî xurtir bikin û ji hemû geşedanan re amade bin.