Esma Mistefa/Qamişlo
Hewlêra Kurdistanî bûye şahidê pilan û sûcên dîrokî yên PDK’ê û Tirkiyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd. Gelo Komkujiya 16’ê Gulana 1997’an li dijî Gerîlayên Azadiyê, rewşenbîr, rojnamevan û welatparêzan wê ji bîr bibe?
Di hemdemiya pêşveçûn û geşedanên ku li ser asta Kurdistanê em îro dibînin de, divê em dîrokên bi agir ji bîr nekin ku di hafizeya Tevgera Azadiya Kurdistan û welatparêzên vî gelê de bûne rojekên reş. Bi tayebt di navbera Tevgera Azadiya Kurdistan û Hikumeta Başûrê Kurdistanê de salên tijî bi pevçûn hene. Yek ji bûyerên ku nayên ji bîr kirin…Komkujiya Hewlêrê sala 1997’an ku tê de 83’ê kes şehîd bûne ye, ji wan 52 Gerîlayên birîndar yên bê çek bûn.
Ev bûyer bi taybet li hember hedefgirtina gerîlayên Tevgera Azadiyê li Hewlêrê pêk hat. Di pêvajoyeke ku PDK’ê û MÎT a Tirkiyê dixwaztin derbe li Tevgera Azadiyê bixistibana. Ev komkujî xwedî serpêhatiyeke bi êş e ku tê de gelek kesên welatparêz û sempatîz jiyana xwe ji dest dan. Heyanî niha jî kesên ku di vê komkujiyê de hatine şehîd xistin, ne diyar e ku cenazeyên wan li ku ne. Li gorî hin agahiyan dibêjin ku bi gorên komî sipartine axê.
PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker heyanî vê kêliyê jî tu carî behsa vê komkujiyê nekiriye û di raya giştî de hesab nehatiye xwestin. Malbatên kesên ku di wê komkujiyê de hatine şehîd xistin, heyanî niha darizandina sûcdarên vê tewanbariyê dikin. ji lewra ger PDK’ê vê rojê ji bîr dike, aliyên ku bînin bîra wî… hene.
Dîrokek ji şerên navxweyî
PDK’ê cara pêşî 1992’an li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan bi rengekî aşkere hevkarî bi dewleta Tirk re kir. Piştî vê hevkariyê 3’yê Cotmeha 1992’an PDK bi dewleta Tirk re êriş anî ser Tevger Azadiya Kurdistan. Heta dawiya Cotmehê ev êriş berdewam kir. Piştî vê hevkariyê di navbera gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistan û PDK’ê de 1999’an gelek caran şer derket. Li gel vê PDK di êrîşên dewleta Tirk de li kêlek dewleta Tirk cih girt. Di êrişên ser gerîla de hişt ku Tirkiyê bi rihetî di Başûrî Kurdistanê de tevger bike. Piştî ku 1992’an PDK’ê û dewleta Tirk êriş anîn ser gerîlayên PKK’ê şerê navbera PDK’ê û gerîlayan heta salên 2000’î domand. 2000’an piştî ku
Binpêkirina agirbestê û pêkanîna Komkujiya 16’ê Gulanê
Di sala 1997’an de dinavbera PKK û PDK’ê de agirbest hebû û PDK’ê gotibû ku ew li dijî gerîlayan alîkariya leşkerên Tirkiyeyê nakin. Lê PDK’ê soza xwe pêkneanî.
Piştî ku PDK’ê soza xwe pêkneanî, her wiha ku di 14’ê Gulana 1997’ê de dewleta Tirk a dagirker bi 200 hezar leşkeran ve êrişek li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker li benda berxwedana bêhempa ya gerîla nebû. Piştî destpêkirina vê êrişê bi du rojan, PDK’ê di nîva rojê de di 16’yê Gulana 1997’ê di carekê de ji nîşka ve Hewlêr vegerand gola xwînê. Di encama êrişa bêbext ya PDK’ê de 83 hûnermend, rojnamevan, welatparêz, rewşenbîr, azadîxwaz û birîndarên PKK’ê yên bêçek ku tedawî dibûn, şehîd bûn.
çekdarên PDK bi awayeke hemwext hem êrîşê nexweşxaneyê kirin hem jî êrişê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), Ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrişê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrişên ku li ser van saziyan çêbûne de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Êrişên binçavkirin û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin bi mehan berdewam kir.
tenê de hedefgirtina nexweşxaneyê de 52 gerîlayên birîndar, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê hatin şehîd xistin.
Hêjayî bîranînê ye ku di kumkujiya Hewlêrê de 20 kesên rojnamevan ku di Med Tv, Rojnameya Welatê Roj û Roj de kar dikirin hatin şehîdxistin û windakirin.
Rojnamevanên ku di komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin ev in;
1- Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Xogir, di sala 1970’an de li Hewlêrê hatiye dinê.
2- Azad Mihemed, bi nasnav Kemal di sala 1971’ê de li Rewandizê hatiye dinê.
3- Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
4- Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad di sala 1973’an de li Pêncewînê hatiye dinê.
5- Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran, di sala 1971’an de li Kelarê hatiye dinê.
6- Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
7- Yusuf Xalid Necîb, bi nasnav Murad, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
8- Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe, di sala 1973’an de li Kerkûkê hatiye dinê.
9- Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe, di sala 1972’an de li Şeqlawe hatiye dinê.
10- Gelawêj Arif Mehmud, bi nasnav Berxwedan, di sala 1975’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
11- Şêx Kameran Hîranî, di sala 1968’an de li Hîranê hatiye dinê.
12- Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
13- Nahîde Hemesalih, bi nasnav Rûken, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
14- Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî, di sala 1971’ê de li Pazarcixa Gurgumê hatiye dinê.
15- Mêrxas Serêkaniyê, di sala 1970’an de li Serêkaniyê hatiye dinê.
16- Ronî Melazgirt, di sala 1978’an de li Melazgirtê hatiye dinê.
17- Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî, di sala 1969’an de li Dirbesiyê hatiye dinê.
18- Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner di sala 1965’an de li Dêrikê hatiye dinê.
19- Serkewt Xaneqînî, di sala 1972’an de li Xaneqînê hatiye dinê.
20- Bekir Dogan, bi nasnav Numan di sala 1968’an de li Ruhayê hatiye dinê.