Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rojnamevan Idrîs Henan diyar kir ku lidarxistina konferansa Kurdî ji bo tevahî Sûriyê giring e û wiha got: “Lidarxistina konferansa yekrêziya Kurdî weke şertekî parastina yekrêziya ax û civaka Sûriyê ye. Îro jî bi yekrêziya xwe bi rola xwe ya pêşengtiya dîrokî ya avakirina sûriyeyeke azad û demokratîk radibe “
Derbarê rewş û pêşeroja Sûriyê pîştî konferansa yekîtî û yekrêziya kurdî, rojnamevan Idrîs Henan bersiva pirsên rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.
Yekîtiya kurdî wê heya kîjan astê bibe bingeha yekîtiya tevayî gelên Sûriyê?
Ji daxwazeke neteweyî û lukseke siyasî wêdetir, 26 Nîsana derbasbûyî, konferansa yekrêziya kurdî, weke hewceyeke dîrokî ya man û nemanê li Qamişloyê hate lidarxistin. Di heyameke wisa ku kirîza li Sûriyê bi desthilatdariya tundrew a HTŞ’ê re aloztir dibe de, nava rewşeke destwerdana çors ku rêya avabûna destpotîyeke çors a pala xwe dide qirkirin û tunekirinê, lidarxistina konferansa yekrêziya kurdî weke şertekî parastina yekrêziya ax û civaka sûriyê bû. Lewra jî; çawa ku kurdan ji destpêka aloziya li Sûriyê, bi helwest û sekna xwe ya xeta sêyemîn karîbûn pirrengî û demokrasiya Sûriyê bixin gerantiyê, îro jî bi yekrêziya xwe bi rola xwe ya pêşengiya dîrokî ya avakirina sûriyeyeke azad û demokratîk. Hişmendiya ku bi banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk re, di şexsê konferansa yekrêziya kurdî de, bi gewde bûye, careke din giringiya rola kurdan a parastina yekrêzî, azadî, demokrasî û pirrengiya sûriyeya nenavendî radixe ber çavan. Ji ber vê jî, ji kurdan pirtir, yekrêzî û helwesta kurdî wê rê li ber hemû cureyên destwerdanên derve jî bigre, hewceyeke bivênevê ya misogerkirina aramî, ewlehî û prensîbên jiyana hevbeş.
Êrişên li ser elewî û durziyan, gefên li ser gelê kurd, dê pêşeroja sûriyê ber bi ku ve bibe?
Çawa ku konferansa yekrêziya kurdî mînakek baş ya girîngiya avakirina hevpeymaneke civakî ya nû ku hemû gelên sûriyê dihewîne nava xwe bû, her wiha hişyariyeke niştimanî bû ku gelên sûriyê bi desthilatdariya nû re rûbirûyî kiryar û sûcên şer ên dermirovî ye. Kurd jî weke pêşengên têkoşîna azadî û demokrasiyê, xwedî wê erka neteweyî ne ku li hemberî gef û gurên terorê bi gelên sûriyê re di yek sengerê de li ber xwe bidin.
Têgihaştina bîrdozî û dîrokî ya kurdan ku çawa rasthatin û lihevketina berjewendiyên hegemoniya gilobal rê li ber komkujiyên HTŞ yên li dijî Elewiyên Beravê û Durziyan li Şam û Siwêdayê vekirin, pêşbîniya stratejîk weke avantaj pê daye qezencikirin. Her wiha ezmûna bi şerê li dijî terora DAIŞ û rejîma Baas re weke daneheveke berxwedanê kom bûye, têrê kiriye ku piştî 14 salan ji kuştin û hilweşînê ku têbigihêjin ku pirsgirêka li sûriyê meseleyeke qezenckirina nasnameya niştimanî ya tevayî gelên sûriyê ye. Ji ber vê jî, çendîn desthilatdariya HTŞ’ê hewl bide rûyê xwe biguhere, nikare xwe ji sûcên li dijîn komên etnîk û baweriyên sûriyê rû didin, biparêze. Dizane jî sûriyeya ku hemwelatiyên wê li ser nasnameyên etnîk û olî ve tê qetilkirin, wê sûriyeke bê nasname be.
Sîstema herî baş ji bo pêşeroja sûriyê ku hemû pêkhateya biparêze çi ye?
Li gorî tabloya ku niha li sûriyê têye jiyîn, hemwextî bilindbûna asta metirsîdar a şerê mezhebî û etnîkî ku aloziya navbera pêkhateyên sûriyê de kûrtir û firehtir dike, ancax çareseriyeke demokratîk a bi koka xwe dispêre banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk; li vir em carek din mecbûr dibin ku girîngiya lidarxistina konferansa yekrêziya kurdî bi bîr bixin ku ew çawa tekane çareseriya demokratîk dihewîne.
Derveyî hişmendiyeke wisa, mirov nikare di derbarê pêşeroja Sûriyê de ti pêşbîniyan bike, Ji ber vê jî em carek din balê dikişînin ser girîngiya hevpeymaneke civakî ya nû ku xwe dispêre rêgezên azadî, demokrasî, wekhevî, pirrengî, nenavendî û azadiya jinê. Çendîn rêyên çareseriyê girtî bin jî, divê lêgerînên li çareseriya demokratîk, dûrî hêzên destwerdanê bi vîn û tampoyeke azad ranewestin. Bi gotinek din, an wê lihevhatinek niştimanî li ser bingehên jiyana hevbeş, pirrengî, pirçandî û rêveberiyeke nenavendî be ku hemû pêkhatiyên sûriyê dihewîne nava xwe, an jî wê parçebûn û berbelavbûna sûriyê û şerekî navxweyî yê bêdawî be.