Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kes baweriyê bi desthilata li Şamê nake!

11/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Ev zêdetirî 5 Heyvin ku serokê rêjîma Baas Beşar El-Esed ji Sûriyê reviya ye û desthilat ketiye destê koma Ebû Mohamed El-Colanî. Rûyê heyî Ehmed El-Şerie lê kî wî bi rê ve dibe eşkereye. Di hemû tevgerên desthilata demkî ya li Şamê de dewleta Tirk heye ku hewl dide axa Sûriyê bi riya radîkalên Islamîst û çeteyên DAIŞ’ê ku niha navên cuda li xwe dikin kontrol bike. Li gorî hin agahiyan, dewleta Tirk plan danî ku bi riya tirsê û komkujiyan hemû xelkê Sûriyê kontrol bike. Çawa DAIŞ’ê serweriya gelek deveran di dema avabûna xwe de xist destê xwe, xwestin vê yekê destpêkê li Berava Sûriyê li deverên Elewiyan pêk bînin. Wekî ku di gelek Vîdyoyên dema komkujiyên li gundên Elewiyan de jî xuya bûn, çeteyan gef dixwarin û digotin em ê piştî ew ji vir biqedin ew ê li dijî Durzyan dest pê bikin, dema êriş li ser tax û deverên Durziyian jî çêbûn, gef xwarin û digotin ew ê piştî Durziyan biqedînin ew ê berê xwe bidin Kurdan. Ev wekî plan ji van çeteyan re ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû danîn û ne gotinên ji xwe berin, lê helwesta ku Îsraîlê jî li hember vê tevgera qirkirina Durziyan nîşan da, dewleta Tirk bêdeng kir. Îsraîl jî ne ji bo xatirê Durziyan, lê ji bo radîkal û Îslamîstên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk neyên ser sînorê wê ket tevgerê. Di warê dîplomasî de jî dewleta Tirk xwest hin hêzên Rojavayî baweriyê bi Ehmed El-Şerei bînin da ew karibe hebûna xwe li nava Şamê misoger bike, lê li her deverê li pêşiya xwe şertê beşdarkirina Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyê di nava Hikûmetê û rêveberiyê de dîtin ku ew naxwazin vê bikin. Her wiha mijara terorê û şerê li dijî DAIŞ’ê jî şertên bingehîn bûn ku tê wateya têkbirina projeya dewleta Tirk. Di demên derbasbûyî de, ne ji hikumeta ku dewleta Tirk li Şamê ava kiriye lê ji devê wezîrê Karê derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan daxuyanî li pey daxuyaniyê derketin ku digot ew sîstema Federal qebûl nakin, divê Kurd çekan deyînin û bila dosiya girtiyên DAIŞ’ê radestî Şamê were kirin. Ev yek jî eşkere dike ka çiqasî dewleta Tirk li pêyî wê yê ku Kurdan bê hêz û bê par bihêle. Lê careke din bersiv ji Fransa derket ku ew vê Hikûmeta heyî qebûl nakin û Kurd xeta sorin. Ev yek jî di hevdîtina li Parîsê di pêşwazîkirina Ehmed El-Şerie de eşkere bû. Serokê Fransa Emenwel Makron li pêş Kamîreyan ji Şerei re got ku bawerî bi we nayê kirin û divê bi QSD’ê û Kurdan re lihevkirin pêk were û di şerê li dijî DAIŞ’ê de alîkar bin. Esas ev mesaj berî her tiştî ji dewelta Tirk re bûn ku ew ê radîkalên biyanî li nava Sûriyê bi tu awayî qebûl nekin û rengê kuştina Durziyan û bêdengkirina Elewiyan û qirkirina Kurdan re çavên xwe negrin. Lê gelo ew ê çawa bibe ku ger Ehmed El-Şerei bibêje ew ê tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibe? Ma çi ferq di nava DAIŞ û komên Ehmed El-Şerei de heye? Ew ê bi cihkirina çete û kujerên xelkê Sûriyê yên weke Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşe xwe li ser lingan bigre? Na, ne xêr, ew ê tu bawerî bi vî mêjiyê neyê. Ne hêzên Navnetewî û ne jî xelkê Durzî, Elewî û Bakur û Rojhilatê û Sûriyên Azadîxwaz wê baweriyê bi mêjiyê DAIŞ’iyên bi kirasên nû de neyînin. Li xwe kirina Garefêtan kes nayê xwapandin.

Post Views: 100
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
NÛÇE

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn
NÛÇE

PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn

12/05/2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.
NÛÇE

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

12/05/2025
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.