Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Abdullah Ocalan: Xweparastin navê vê pêvajoyê ye

11/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
Rêber Abdullah Ocalan: Xweparastin navê vê pêvajoyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Pergala ku li ser jirêderxistina her tiştî ji cewher û hebûna wê hatibe avakirin..Gelo dikare cewherê feraseta xweparastinê di civakê de mayînde bihêle? Ger Rêber Abdullah Ocalan ev pêvajo bi “Xweparastinê” pênase kiriye, wê demê em ê giringiya xweparastina cewherî di avakirina civakeke ku li hember hemû diyarede, zihniyet û pevçûnan xwe biparêz e, têbighêjin.

Parastin ji bo çi bû?

Gerdûna heyî bi hemû zindiyên xwe xwedî refleksa xweparastinê ne. Ger nebat, lawir û mirov dibe, bi awayekî ji awayan da ku hebûna xwe berdewam bikin, pêwîstiya wan bi xweparastinê heye. Ev yek jî weke diyardeyekî xwezayî pêşdikeve. Ger em bala xwe bidinê di serdema destpêkê de dema civakbûyîn bi kilanên biçûk tê avakirin, li hember diyareyên xwezayî weke (lehî, baran, êrişên lawiran, tofan û hwd) mirovahiyê xwe di şikeftan de diparast, ev yek jî weke şêwazekê xweparastinê bû. Bi vê re em dikarin weke şêwazê destpêkê yê xweparastinê bi nav bikin. Di xwezayê de hemû hebûnan, xwedî mekanîzmeya xweparastinê ne. Bi taybet di cîhana zindiyan de jî her cure zindî, li gorî taybetmendiya xwe, xwedî pergala xweparastinê ye. Zindiyekî ku bêparastine di xwezayê de nîne.

Di bingeha civakbûyînê de dijminahiya hev du nîn bû da ku bi çek û amûran xwe biparên û şer bikin. Ev yek herî zêde li hember lawiran dihate bikaranîn. Da ku em zêde dirêj nekin parastin ne bi şêwazê êrişê û dijminahiyê dihat bikaranîn. Ev yek tenê weke reflekseke xwezayî da ku zindî hebûna xwe biparêzin.

Veguhartina cewherê xweparstinê di pergala heyî de

Pergala heyî ev yek bi awayekî şaş û ji cewherê xwe durketî pênase kir û bi kar anî. Bi pêşketina serdemê re û destpêkirina zihniyeta serdest re ku demek dirêj ji dîrokê wergirt; gihît asta ferizkirina zihniyeta dijbertî û dijminatiyê. Bê guman bi hatina serdema serdest û zihniyeta modernîteya kapîtalîst re ev yek belav bû û mirovatiyê xwe di posizyona dijberî û parastina berjewendiyan de xwe dît. Bê guman bi salên dûr û dirêj re ev yek gihîş vê astê û êdî li şûna refleksa xweparastinê ya xwezayî ku tu zirarê nede mirovahiyê, şer, pevçûn, dijberî û êriş hatin destpêkirin.

Bi vê yekê û şûnve tu wateya xweparastina cewherî ya ferd, kom, qebîle û civakê da ku hebûna xwe mayînde û zindî bihêle, nema. Her kes da ku berjewendî û hebûna xwe ya serdest biparêze, şer dan destpêkirin û ev bûye weke pergalekî giştî di rastiya îro de. Dewlet-netew û hêzên sermayedar hebûna xwe bi vê rastiyê re didomînin û hemû mirovahî li ser wê terbiye kirin heyanî kirin zihniyetek ku di xwezaya mirovahiyê de were rûniştandin.

Rêber Abdullah Ocalan û parastina cewherî

Rêber Abdullah Ocalan ku zêdetirî 50’î salî ye li hember zihniyeta serdest şerê guhartina bîrdozî dide meşandin, ev yek di bîrdozî û felsefeya xwe de bi sala ye da ye destnîşankirin, nirxandin û çareseriya wê yekê diyar kiriye. Di felsefeya Rêber Apo de mirovahî li ser kîjan bingeh û mîrasê avabûye û pêşketiye di civaka xwezayî de, dinirxîne û girêdanbûna wê bi rastiya heyî û şêwazê guhartina pargala heyî re; girê dide û dinirxîne. Di mijara parastina cewherî de jî vê yekê tekez dike. Cawa ku em bikaribin mekanîzmeya xweparastinê ya xwezayî di civaka heyî de weke parastina cewherî bikarbînin.

Di vê mijarê de gelek nirxandinên Rêber Apo hene, yek ji wan nirxandinan jî wiha dibêje: “Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure ‎mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta ‎xwe pêşve bibe. Xweparastin bi tenê li dijî xeteriyên ji derve tê, pêk nayê. Di avahiyên hundir ên ‎civakê de jî her tim nakokî û tengezarî mumkîne pêk were.”

Şerê Gelê Şoreşgerî û Parastina Cewherî

Bi taybet bi Tevgera Azadiya Kurdistan re ev yek di nava gelê Kurd de mayînde bû û bi Şerê Gelê Şoreşgerî re ku Rêber Apo di sala 2010’an de banga gelê Kurd kir ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî xwerêxistin bikin; zêdetir belav bû û gel li ser wê bingehê xwebirêxistin kir. Bi Şoreşa 19’ê Tîmehê re ev yek bi avakirina HPC’ê di sala 2014’an de stratejiya parastina cewherî di nava civakê de bû terzekî nû yê parastina mal, tax, civak û welat. Gel di Rojavayê Kurdistanê de di hemû sazî û hêzên parastinê de cih girtin. Hêzên Parastina Cewherî HPC’ê jî yek ji dendikên xweparastina civakê bû. Li ser vê  bingehê çawa ku gel ji kal û pîrên temen mezin û ciwanên wê bigire di nava taxê de derdiketin û parastin dikirin, bi fonksiyon û berpirisyartiya parastina vê şoreşê re rû bi rû jiyan dikirin.

Hêza gelê şoreşger derdiket pêş

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di encama bedelên pîroz de gihîştiye vê astê, xwedî mîrateyeke pîroz ji ked û bedeldayînê ye. Li hember dijmin û hemû komên çeteyên ku dixwastin destkeftiyên vê şoreşê têk bibin, li hember wê hêza gel a şoreşger derdiket pêş. Gel bi banga Rêber Apo ya ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî re, xwe li ser stratejiya Şerê Gelê Şoreşger birêxistin kirin û şerê hebûnê li hember dijmin û hemû hêzên mêtînger meşandin. Mînaka vê yekê jî ku Rêber Apo Şerê Gelê Şoreşgerî nimûneya wê di Şerê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê destnîşan kiribû. Bi aloziya Sûriyê re, hêzên opizisyonê bi giranî her du taxên ku piraniya wan kurd in, xistin hedefa xwe û êriş wan kirin, herwiha rejîma Baas bi êriş û dorpêçkirina taxê, xwest îradeya wî gelî têk bibe. Lê li hember hemû pilan û êrişan gel ne dev ji taxê berda û ne jî hişt ku hêzên derve derbasî taxê bibin. Gel li kêleka şervanên YPG-YPJ’ê bûn û bi vî awayî heyanî vê kêliyê jî xwe parastin. Bê guman di dîroka Têkoşîna Kurdistanê de ev ne mînaka yekê ye.

Em bûn şahidê komkujiyên bê heq û maf

Ger em bala xwe bidinê di Sûriyê de piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina hikumeta nû a şamê. Em bûn şahid ku komkûjî pêk hatin. Bi taybet bi fikirên olperest û nijadperest, Gelê Elewî di komkujiyên ku di dîrokê de neyên ji bîrkirin re, derbas kirin. Gelo çima ewqas komkujî, çima ewqas kîn û nefret ger ew dixwazin aştî û aramî bê avakirin?

Gelê Elewî bi pêkanîna van komkujiyan re bi hezaran hatin kuştin. Gelo di vê kêliyê de em girîngiya parastina cewherî nabînin? Ne tenê gelê Elewî gelê Sûriyê bi giştî di van komkujiyan re derbas bûn. Lê hêza ku wan biparêze û xwedî lê derbikeve nebû. Bi serkeftinên ku di herêmên Rêveberiya Xweser de hatine jiyan kirin û dema pirojeya Netewa Demokratîk dibînin. Girîngiya hevgirtin û xweparastinê dibînin. Ku îro banga Rêveberiya Xweser tê kirin da ku xwe di bin siya wê de biparêzin.

Bi stratejya Şerê Gelê Şoreşgerî.. Şoreş tê parastin

Em ê bi van nirxandinan bighînin encama rastiya gel a ku Parastina Cewherî weke erk ji xwe re hilpijartin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê parastin. Pê ve girêdayî stratejiya Şerê Gelê Şoreşger ku bûye terzê jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku careke din di Berxwedana Bendava Şehîdan de zindî bû ye. Li ser vê bingehê em têdigihêjin ku dema yekbûna gel bi hêza leşkerî re bê avakirin, wê ewqas serkeftin û destkeftî bêne bidestxistin û parastin. Gel di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ev yek pêk anî û felsefeya Rêber Apo di pratîkê de bi encam kir.

Bi ewqas berxwedanî û têkoşîn di salên dûr û dirêj de ev gel bes nekir û her di meydanên şer de weke hêza yekemîn ji komînan bigre heyanî eniyên şer, li kêlek şervanên vê axê şer kirin û kêliyên efsanewî jiyan kirin. Ji lewra em dibînin ku çavên hemû cîhanê di asta navnetewî û herêmî de li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev rastiyeke û di roja îro de tê jiyankirin. Ka ev gel xwedî hêzeke çawa ye û ev îrade jêdera xwe ji kuderê digre.

Post Views: 19
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
NÛÇE

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn
NÛÇE

PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn

12/05/2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.
NÛÇE

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

12/05/2025
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.