Asya Weşûkanî
Weke tê zanîn pergala dewleta Sûriyeyê ji 1963’yan ve her neteweperest û destpot bûye. Wê pergala navendî û şovenîst 63 salan berdewam kiriye û ew hişmendî hîna jî bi dijwarî berdewam dike. Diyar e ku wê deh salên din jî bi rêveberiya demkî re bidome. Lê çiqasî bi hêz be jî teqez gerek were guhertin. Pergala Sûriyeyê ya nîjadperest 63 salên xwe bihurand û di hişmendiya xwe de ti guhertinên wiha ber bi çavan çênekir. Lê gelê Ereb bi tekoşîn û helwesta xwe ya dijberî partiya nîjadperest û tundrew a Baas’ê pir xurt û radîkal bû. Îro jî careke din helwesta xwe li hemberî HTŞ’ê jî didin diyar kirin û dibêjin: “Em pergaleke weke ya Baas qebûl nakin” û ji pergala demkî ya Colanî re dibêjin ku ji ya Baas xerabtire.
Ev helwest jî dide diyarkirin ku Elewiyên Nuseyrî û xelkên Durzî weke haj li vîna xwe hene weke civaka sivîl, daxwaza wan ew e ku pergaleke demokratîk ava bikin. Lê mixabin pergala demkî a HTŞ’ê bi lez xwe weke hikumet da diyarkirin. Ketiye nav hewldana xwe navendî bike, rewabûna xwe qezenc bike û rayedarên, xwe ji lîsteya terorê derxîne. Ji ber wan armacên xwe pir hişk bi ser gel de diçe û hewl dide ku bi darê zorê serê gelan bitewîne. Lê belê gelê Sûriyeyê weke berê nîne. Fêrî berxwedan û tekoşînê bûye û sere xwe ji tundrewiya HTŞ’ê re natewîne. Tişta niha diyar dibe ew e gelên li Sûriyeyê ji derveyî desthilatdarên dewletê, hemû hevdu fêm dikin û di mijara pergala demokratîk hem fikir in.
Tişta herî giring jî ew e ku gel ji hevdu fêm bikin, xiwşk û biratiya xwe îlan bikin û yekpare bin. Dibe ku rojane bi sedan mirov di bajaran de jiyana, xwe ji dest bidin lê baştire ku 63 salên din; serdemeke koledariyê jiyan bikin. Û li vir gotina fermandarê Kurd ê navdar Babekê Xuremî, hate bîra min û ezê ji were nimûne bidim. Dema ku Babekê Xuremî li Rojhilatê Kurdistanê şerê, xwe parastinê dike û bi qehremanî li berxwe dide hêza wê; li hemberî zulm û zora Abasiyan dişikê û hêsîr, dikeve destê dijminê bav û kale xwe de. Û zordariyeke pir mezin lêdikin û li bendêne ku li hemberî tundiya wan, radest bibe lê Babekê qehreman hevokeke wiha ji wan re dibêje: Li bendê nemînin ku ez radestî we bibim û ez mirinê hildibjêrim li şûna ku, ez sedsalî koêle jiyan bikim û jiyana xwe ji dest dide.
Jixwe di pirtûkê de jî tê gotin ku dema ku dijmin destekî wî jêkir, Babek rûyê xwe bi destê xwe yê jêkirî xist û hemû rûyê xwe; kire xwîn ji bo ku neyarê wî wiha ne fikire ku tirsiyaye û rengê rûyê wî zer bûye. Cardin jî gerek were zanîn ku fermandar û pêşnegên, wiha weke qehreman Babekê Xuremî rola xwe ji bo pêşengtiya civakê; pir baş leyîst û navê xwe bi tîpên zêrîn li pelên dîrokê nivisand. Ji bo ku gel baweriya xwe bi serok û fermandaran, bîne û dibin raya wan de bi meşe gerek ew serok û fermandar jî xwedî pîvan û rêgezên Babekî bin. Û niha jî Babekê hemdemî Rêber Abdullah Ocalan ji bo her kesî, pîvan û rêgezê herî heqîqîye û teminata serkeftina şoreşê ye. Rêber Apo 50 salê xwe ji bo xelasiya jin û civakê feda kir û her, hewilda ku civakê şiyar bike û wan bike hevalên xwe yên tekoşînê.
Weke ku em dizanin Rêber Apo 19 salan li Sûriyeyê ma û xelkên wê perwerde kir û îro jî ew tekoşîn berhem dide û xelkên Sûriyeyê; li hevdu xwedî dertên û hevdû diparêzin. Weke ku têye zanîn li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê, qeyran û kaos rû dide, xelkên Sûriyeyê bi hemû; pêkhateyên xwe tengezariyekê jiyan dikin. Hema mirov dikare bêje ku nîvê xelkên Sûriyeyê yên niştecih ji cih û warên xwe derketin û derbasî cihên bi ewle bûn. Lê mixabin di roja niha de ji bo xelkên Sûriyeyê ti cihekî, bi ewle û aram tuneye. Jixwe HTŞ’ê her roj êrîşî xelkên Durzî û Elewî dike. Hema bêje warê wan xelkan bûye ciyê şer û cenga giran û rojane bi sedan mirov ji wan; têne kutin û hin caran ji malbatekê çend kes têne kuştin û jinên elewiyan ku ew jî ji pêkhateya Ereb û Misliman in, jî lê wan weke cariyan li bazaran difiroşin. Bi rastî çeteyên cîhadîst ji serdema cahiliyetê xerabtir li sere mirovan kirine.
Em tev jî dizanin xelkên Sûriyeyê ji salên 2011’an ve di nava şer û gengeşeyên, dijwar de jiyan dikin û 14 salin ku li ser xaka xwe; koçberin û jana tundî û cîhadîstan dikişînin û hatine rewşa ku derûniya wan xerabibe û bikin qêrîn û hewar. Lê cardin jî mirov dibîne ku xelkên Sûriyeyê li ser piyane û bihêzin û çalakvanin. Naxwe xelkên Sûriyeyê kefenê mirinê çirandine weke ku rehmetiyê Bavê Teyar; gotiye û riya xelasiya xwe dîtine. Û riya yekem ya xelasiyê jî yekitî û hevgirtina wane û weke ku, em dibînin û di şopînin yekitî û hevgirtina gelên Sûriyeyê gelekî başe û li hevdû xwedî derdikevin û serkeftina wan ev bi xweye. Û gel gihaştine qinyata ku ji derveyî; xwişk û biratiya gelan ti tiştek nabe çareserî û tekoşîn û xebata gelên Sûriyeyê baweriyê dide mirovan ku wê: Pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.