Dilîn Ehmed/Qamişlo
Her çiqasî dereng jî ket, lê banga hunermendan ya bi civakê re ya ji bo yekîtiya gelê Kurd bi cih hat. Hunermend Roj Elî diyar kir ku dijminê gelê Kurd ji bo li cîhanê Kurdan tune bikin, di Rohjilata Navîn de gelek pilanên qirêj pêk anîn, yek jê avakirina DAIŞ`ê bû.
Ji ber ku di civakê de rola hunermendan girîng û bi bandor e, sala 2020‘an li Ewropayê, ji her çar perçeyên Kurdistan, hunermendên Kurd li hev civiyabûn û benga yekîtiyê kiribûn. Lidarxistina “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” ji hunermendan re bû cihê kêfxweşiyê.
Derbarê mijarê de hunermend Roj Elî ji rojnameya me re axivî.
‘Qelenê azadiyê her dem xwîn e’
Hunermend Roj Elî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Mixabin li Rojhilata Navî ji bo tunekirina gelê Kurd û wendarikrina çanda wê ya bi hezarê salan, gelek planên qirêj hatin pêkanîn. Yek jê ya ku ne tenê bandor li gelê me kir herwiha li seranserê cîhanê xetereya xwe belav kir, DAIŞ`ê bû. Lê ji ber ku gelê me gelekî berxwedêre, bi hezaran keç û xortên me ji bo têkbirina plana DAIŞ`ê cane xwe feda kirin. Çimkî her dem qelenê azadiyê xwîn e. Ji bo parastina nasname, çand, ziman û xwîna şehîdan, bi sala ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga lidarxistina kongreyekî neteweyî dike, ne tenê li çar perçeyên Kurdisatnê, yekîtiya gel li seransê cîhan pêwîst dibîne..”
‘Rola mezin ya di yekîtî û yekhewleta Kurdî de banga Rêber Apo bû’
Herwiha li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk” Roj Elî bal kişand ser bandora bangê li tevahiya cînahê û wiha got; “Banga Rêber Apo ji bo lidarxistina kongreyekî netewî de rewşeke wiha hesas de, pir girîn û bi bandor bû. Lewra eger gel û partiyê me ne yek be, wê welatên mezin yê mîna Emerîka û Yekîtiya Ewropaya jî bi cidî nêzî çareserkirina pirsgirêka Kurdî nabe. Ji bo vê jî di yekîtiyê û yekhelwesta Kurdî de, banga Rêber Apo roleke mezin lîst.”
`Hunermend perçeyek ji giyanê civakê ye`
Li ser rol û bandora hunermenda ya ser civakê û cîhanê bi giştî, Elî got, di hemû welatan de saziyên herî girîn û bi bandor saziyê hunerê ne. Lewra hunermend bi deng û awazên xwe çand û dîroka civaka xwe ji cîhanê re dide diyar kirin. Elî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Hunermendên ku ji civaka xwe hez bike û naxwaze çanda wê wende bibe, ji bo xizmeta civaka xwe kar dike û di rêya deng û awazên xweşî û nexweşiya gelê xwe tîne ziman. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek hat diyarkirin, hunermendan bi dengê xwe şervanan bi çekên xwe şorşa xwe biser dixin.”
`Dîroka Kurdan dewlementir bû`
Hunermend Roj Elî di dawiya axaftina xwe de “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” li hemû gelê Kurd bi taybetî li malbatê şehîdan pîroz kir û wiha got; “Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê û heta roja îro hemû tiştê ku hatine bidestxistin, xwestekên gelê Kurd yê bi sala ye, ev jî bi saya xwîna keç û xortên gel e. Bila dijmin vê yekê baş zanibe ku êdî gelê Kurd bi taybetî gelê Rojava piştî van destketeyan, dîroka wan dewlemendtir bûye û wê ti hêz nikaribe wan tine bike.”