Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Divê Hatim Ebû Şeqra were darizandin

07/05/2025
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Divê Hatim Ebû Şeqra were darizandin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

HTŞ’ê di çend rojên dawiyê de kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqre weke Fermandarê Firqeya 86’an li herêmên Dêre Zor, Reqe û Hesekê erkdar kir. Li hember vê yekê Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê raber kir.

Ehmed Îhsen Feyad El Heyês yê bi navê Ebû Şeqre tê naskirin ku yek ji serkirdeyên herî hov di pêkanîna kiryaran di Sûriyê de bû. HTŞ’ê di çend rojên borî de weke Fermandarê Firqeya 86’an li ser herêmên Dêre Zor, Reqa û Hesekê erkdar kir. Ebû Şeqra di 12’ê Cotmeha 2019’an de Erebeya Hevrîn Xelef girtin û ew şehîd xistin.

Li hermber vê biryarê hemû Tevgerên Jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nerazîbûnên xwe nîşan dan. Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişli li Navenda Mihemed Şêxo bi amedebûna bi dehan ji jinên herêmê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endamê Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo ve bi zimanê Erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha dest pê kir: “Em di Kongra Star de agahiya erkdarkirina Hatêm Ebû Şeqra wekî fermandarê Firqeya 86’an (li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê) wergirt ku girêdayî Wezareta Parastinê di nav Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de ye. Em vê gavê wekî gaveke dijminane li dijî pêkhateyên herêmê û li dijî îrade û mafên jinên azad ên Sûriyeyê dibînin. Her wiha em dibînin ku erkdarkirinek wisa li dijî edaleta veguhêz û tevahiya qonaxa veguhêz e ku em wekî Sûrîyeyî, pêwîstiya me pê heye ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her çend em vê rêbaza bêberpirsiyar şermezar dikin jî, em wê wekî gavek dibînin ku li dijî peymana 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk û serokê êveberiya veguhêz de hatiye îmzekirin, bi taybetî jî bendên têkildarî mafên pêkhateyan û jinan e. Li gorî vê yekê, em daxwaz dikin ku ev biryar were betalkirin û Hatêm Ebû Şeqra ji bo darizandinek şefaf û dadperwerane ji dadgehên pêwendîdar re were şandin. Her wiha em daxwaz dikin ku kesên ku ev biryara dane, tavilê ji malbata şehîd Hevrîn Xelef lêborînê bixwazin a ku tevî hevalên xwe li ser destê Ebû Şeqra hatiye şehîd xistin. Her wiha hate piştrastkirin ku ew di dema ku di nav DAÎŞ’ê de bû, di kuştina bi dehan Êzîdiyan û bi giştî gelê me de beşdar bûye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Em di Kongra Star de tekez dikin ku baweriya rêveberiya veguhêz a Sûriyê di encama kiryar û piratîkên ku niha dike de, li pêşiya tevahî cîhanê eşkere bûye. Her wiha em rêveberiya veguhêz hişyar dikin ku nêzîkatiyên erênî yên ku ji hêla hin hikûmetên herêmî ve hatine nîşandan, ji ber kiryar û nêzîkatiyên wê, dê alîkariya wê nekin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.