Kemal Necim
Rewşenbîr û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka vê hefteyê ve mijareke girîng di nava xwe de gotûbêj dikin û çend pirsên bi kêşe û arîşe danîn ser maseya qada wêjeyê li Sûriyeyê.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal çalakiyên Hefteya Wêjeyî li bajarê Hesekê li dar xist. Di du rojên pêşî yên hefteyê de mijara diyaloga çandî û rola wêjeyê di jinûveavakirina dîmena çandî li Sûriyeyê bi semînerekê û panelekê hate gotûbêjkirin. Di bin vê sernava giştî de gelek sernavên hûr jî berz bûn, weke ka piştî salên dirêj ên çewisandin û pişaftinê dê wêje karibe wan birîn û derzên ku rejîma desthiladar di giyan û wijdana civakê de kolane bipêçe û derman bike û rewş û dîmeneke nû ava bike.
Di naverok û nirxandinên du rojan de pir diyar bû ku rewşenbîr û nivîskarên Sûriyeyê bi taybet yên Kurd hîn jî di bin bandor û azara salên qedexe û çewisandin û parçebûnê de ne, weke girtiyekî di binê zindanê de ku ji nişka ve azad bibe û hîn bawer nake ku êdî ew ne li zindanê ye. Lewma piraniya kesên ku nirxandin kirin xwestin bêjin ku wî pir derdê zilm û zordariyê kişandiye û di bin barê vê boçûnê de bi awayekî nerim xwe ji bin barê berpirsyariyê dide alî.
Li aliyekî din, wilo diyar dibû ku rewşenbîr û nivîskarên Sûriyeyê li şûna ku li rola xwe bigerin, li bendê ne ku rêjîmek yan desthilatdareke nû were, ji ya berê hinekî nermtir be, vekirîtir be û ji wan re bêje fermo va ev rol û berpirsyariya we ye. Anku ew digere ku desthilatdar jê re li rol, erk û delametên wî bigerin. Lewma di gotûbêjan de pir kesan dîse gazin û lome ji desthilatên nû dikirin, lê gazin û lome ji xwe nekirin.
Pir diyar e ku rejîma desthilatdar ya berê birînên kûr di laşê civakê de çêkirin û civak ji hev tarûmar kirî ye. Ev tişt ji bo civaka derbirîn, raman, afrêneriya wêjeyî û hunerî jî rast e. Li gorî vê yekî xuyaye ku amadekarên vê çalakiyê dema ku ev sernivîs û mijar avêtin ser maseya gotûbêjê xwestin ji nivîskar û wêjevanan re bêjim ku wêje û derbirîna wêjeyî bi awayekî ji awayan dikare ew hilweşîn û derz û parçebûna ku di laşê civakê de hatiye çêkirin sererast bike, ji nû ve ava bike û li şûa wê nirxên nû yên hevnaskirinê, hevpejirandinê, hezkirin û jiyana hevbeş ava bike. Lê ev yek dê çawa bibe?
Pêşî divê wêjevan li xwe mukir were ku ew rastî hewleke mezin ya hilweşandina giyan û wicdanê hatiye, lewma pêşî divê xwe ji wê hilweşînê azad bike, êdî bes bi tepan li xwe bixe û bêje ne sûcê min bû, sûcê desthilatdaran bû. Piştî wê yekî divê bawer bike ku wêje dikare xerabûn û hilweşîn û derz û birînan derman bike, bipêçe û ji nû ve ava bike. Piştî ku bû xwediy wê baweriyê êdî divê li alavên xwe bigere, alavên derbirîn û afrêneriya wêjeyî ku karibe di laş û giyanê civakê de nirxên bedewî, lihevkirin, hevdûpejirandin û hezkirinê ava bike.