Zekî Bedran
Hakan Fîdan dîsa gefan li Rojava û Kurdan dixwe. Helbet sedem dîsa PKK ye. Ji ber ku ti kes li cîhanê QSD û YPG’ê weke terorîst nabîne. Tirkiye bi salan e hewl dide wan bikeve lîsteya rêxistinên terorê, lê bi ser neket. Ji ber ku YPG an jî QSD ji sala 2014’an ve bi hevpeymaniya navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer dike, li ti devera cîhanê tevlî ti bûyerên terorîstî nebûye. Bakurê û Rojhilat Sûriyê ji cîhanê re cihekî vekirî ye. Ji aliyê civakê ve tê birêvebirin. Li Rojhilata Navîn xwedî rêveberiya herî demokratîk û azadîxwaz e. Dewleta Tirk niha jî diçe Îmraliyê û dibêje em aştiyê pêk bînin û biratiya Kurd û Tirkan ava bikin. Lê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dixwe. Sedema metirsiyê jî diyar e PKK ye. Ji ber ku bêje ez dijminê kurdan im, ez nahêlim ev bibin, xwedî hebûn û statuyekê bin, wê cîhan hemû bertekê bide nîşan dan, Kurd jî wek hemû gelên din divê hebin û mafên xwe bi kar bînin. Di vî warî de dev ji xerabiya xwe bernade û di şexsê PKK’ê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan didomîne. Jixwe PKK di lîsteya rêxistinên terorê de cih girt. Vê yekê weke çekê li dijî Kurdan li her derê bi awayekî herî xirab bi kar tîne.
Niha li Efrînê PKK heye? Çima welatiyên Efrînê nikarin vegerin warên xwe? Efrîn ji Kurdan hat paqijkirin. Paqijiya etnîkî hatkirin. Niha rejîma Baas hilweşiyaye. HTŞ bûye desthilatiya Şamê. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ji raya giştî re ragihandin ku tevlî artêşa Sûriyê bûne. Ji Ahmet Şar re got ku gelê Efrînê dê vegerin cihên xwe. Çû Efrînê. Lê koçberên Efrînê hê jî nekarîne vegerin malên xwe. Şara bi xwe jî dibêje, heta niha nikarin Efrînê bi serwer bibin û asayîşê pêk bînin. Kî gef ji ewlehiyê dike? Helbet Tirkiye û çeteyên wê. HTŞ nikare ji Tirkiyê re bêje derkeve. Nikaribe bibêje jî “Çeteyên xwe ji wir derxînin.” Artêşa Tirk bi mehan bi çeteyên xwe êrîşî cihên weke Bendava Tişrînê kir. Hikûmeta Tirkiyê jî çend caran daxuyanî da û got ku hemû komên çekdar tevlî artêşa Sûriyê bibin. Eger tevlî artêşê bûne, wê demê ev êrîş ji aliyê rêveberiya HTŞ’ê ve tên kirin. Lê HTŞ dibêje ku ew ne di nava şer de ne û bi QSD’ê re agirbestek heye. Di peymana ku di 10’ê Adarê de bi QSD’ê re îmze kiribûn de jî xalek hebû ku agirbest li tevahiya Sûriyê pêk were. Niha peymana agirbestê ya ku navenda wê Bendava Tişrînê ye tê nîqaşkirin. Li gorî vê yekê hêzên girêdayî HTŞ’ê wê hêzên xwe di navbera QSD’ê û çeteyên bi navê SMO de bi cih bikin. Di hat gotin SMO û çeteyên din girêdayî artêşa Sûriyê ne? Li gorî vê yekê, diviyabû ew di bin pergala fermandariya HTŞ de bibûna. Eger SMO girêdayî HTŞ’ê be û ne artêşa Tirk be, çima HTŞ hêzek cuda bîne û li wir bicîh bik e?
Welatiyên ji herêmên Girêspî û Serêkaniyê koçber bûne jî nikarin vegerin malên xwe. Ev bajêr jî, ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin û çeteyên girêdayî wan li wan deran serwer in. Ti ewlehiya can û malê gelê Efrînê û van herêman nîne. Revandin, bac, îşkence û gef berdewam dikin. Bi salan e mal û milkên gel tên talankirin û nahêlin vegerin. Pirsgirêk ne ew e ku PKK li vir e. Siyasetek ku bi eşkere di dijminatiya Kurdan de ye tê meşandin. Dewleta Tirk zextê li HTŞ’ê dike û dibêje bila Kurd nebin xwedî statu. Ji ber vê yekê jî hikûmeta AKP’ê ya yekemîn bû ku destûra darbeyê ya ku HTŞ’ê çêkiribû nas kir û piştgirî da. Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk (MGK) heta niha der barê Sûriyê de biryar girt û her asta ambargoyê zêde kir. Di biryara MGK’ê de, “Dewleta neteweya yekbûyî, rêveberiya navendî, yekîtiya siyasî ya Sûriyê” û hwd. Lê piraniya gelê Sûriyê alîgirê Sûriyeke nenavendî û demokratîk e. Lê Tirkiye rejîmeke wisa li ser Sûriyê ferz dike ku mirov Baasê bigerin.
HTŞ di dema ku herî lawaz jiyan kir jî, destûrek demkî ragihand ku ji rejîma Baas’ê nîjadperestir û tundtir bû. Di demên aramî de makezagonên herî demokratîk piştî şoreşan tên çêkirin. Ji ber ku pergal hilweşiyaye, hemû hêzên muxalîf û yên demokrasiyê dixwazin vejiyan e û ketine tevger ê. Hêza ti partiyekê nîne ku bi serê xwe serdest be. Daxwazên gel ên azadiyê pêk tên û mafên wan ên demokratîk tên bidestxistin. Li seranserê welêt organîze nabe. Çavê dinyayê li te ye. Di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire û welat di bin ambargoyê de ye. Digel vê yekê, ew destûrek pir navendî û olperest îlan dike. Ewê bi vê makezagonê 4 û 5 salan welat birêve bibe. Eşkere ye ku her ku sazûman û bi hêztir bibin, wê rejîmeke tundtir ava bikin. Tirkiye piştgiriya vê makezagon, û rejîmê dike. Dixwazin Kurdan jî ji aliyê HTŞ û çeteyên din ve bindest bikin. Ma HTŞ ji kurdan û rêxistinên wan çêtir e? Nêzîkî gelê Tirkiyê ye? Dijminatiya li hemberî Kurdan, nêrîna dewleta Tirk tarî kiriye.
Hikûmeta AKP’ê nîqaş dike ka PKK çekan berde û xwe li Îmraliyê belav bike. Rêber Apo ji bo ku şer bi dawî bibe û tevkariyê li aştiya herêmê bike, bang li PKK’ê kir ku xwe fesih bike. Rêxistineke ku wê xwe tasfiye bike çima hê jî gej lê tê xwarin? Di heman demê de jî bi navê armanckirina Kurdên Sûriyê. Weke ku tê dîtin pirsgirêk ne PKK ye. Di bin navê PKK’ê de tinekirina kurdan û bêstatu hiştina wan e.