Farûk Sakik
Li Almanya li bajarê Dusseldorf duyemîn festîvala fîlmên Kurdî hebû. 40 fîlm hatin pêşkêş kirin. Di nav van fîlman de yek jî belgefîlma ‘Vartinîs’ bû. Fîlm behsa komkujiya Vartinisê ya sala 1993’an dike. Di malek de, malbatek, 9 kes, dayika ducanî, hatin şewitandin. Fîlm di heman demê de di festîvalê de xelata beşa mafên mirovan jî girt. Di sala 1993’an de ez li herêmê rojnamevanbûm û nûçeya vê şewatê min çêkiribû. Şahidê demê bûm.
Ji bo vê yekê dibejim; Welleh bîlleh me we efû nedikir. We me pirr êşand. Rabin rûnîn ji Ocalan re dua bikin. Ew ji bo gelê Kurd, carek dinan van êşan nejî, qalikê birîna ranake. Lê li pêşeroja gelê xwe dinêre. Mirovên mezin efûkarin. Ew jî wisaye.
Lê dewleta Tirkiyê ya xwediyê van sûcan dikarin xwe bi Kurdan bidin efû kirin. Ev şansek dawiye em didin we. Binirên welatê we hatî çi radeyî. Li qeyranên abori, siyasî binêrin hûn çawa bêçarenin.
Rewşa welatê we dişibê serdema Peymana Sewrê. We çawa xwe wê demê spart Kurdan, wa îroj dîsa we xwe avêtî bextê Kurdan. Kurd ewroj jî bi bext bûn û îro jî bibextin.
Lê wê demê bapîrên we bêbextî kirin. Kurd rabûn di destpêka salên 1920’an de bi nave Azadî rêxistinek avakirin.
Wê demê Xalid Begê Cibirî nameyek daxwazan ji Meclisa demê re şand. Di nameyê de behsa xweseriyê dikir. Behsa ziman, nasname dikir ku îroj Rêber Apo jî behsa heman tiştan dike. Xalid beg jî behsa cûdabûna ji Tirkiyê nedikir. Li axa Anatoliya jiyanek bihevre, lê azad û wekhev.
Demek li benda bersiva nameyê sekînîn lê ji meclisê bersiv nedihat. Rêxistina Azadî biryara şer da. Dema ku ev biryardan bi Îngiliz û Rûsan re ketin nav danûsandinan û di pêvajoya şer de ji wan alîkarî xwestin. Herdûn dewletan jî ev daxwaza alîkariya Kurdan red kirin. Têkilliyên bi dewleta Tirkiyê re tercîh kirin.
Îroj:
Rêber Apo rêxistin avakirî, şer kirî û îroj ‘nameyek’ şandî meclisê û wek rêxistina azadî ew jî il benda bersiva wan e.
Rêber Apo di vê nameya xwe de dibêje; berî ku hêzên ji derve midaxle bikin, em vê meselê di nav xwe de çareser bikin. Li ser nave Kurdan difikire û mînaka rêxistina Azadî bibîr dixe.
Rêber Apo dizane ku ev dewletên hegoman wê bi Kurdan re demî li hevbikin û wê bi dewleta Tirkiyê re jî stratejîk li hevbikin. Ji bo vê yekê bû ku Sirri Sureya Onder, peyma Ocalan de, behsa 72 duwelî dikir.(Hin kesên dîroknezan. Her wek ew dewlet Kurdistanek didin Kurdan, lê Ocalan vê yekê qebûl nake)
Rêber Apo hênjî israr dike ku Meclîs bersiv bide, da ku wek rêxistina Azadî ji nû de dest bi şer neke.
Ew hêzên şerxwaz û Hakan Fîdan behsa şerê qirkirina tevgerê û Kurdan dikin. Behsa tunekirinê dikin.
Em bersiv nadin. Bersiv Şêx Murşid Xeznewî dabû û gotibû “Qaşo ji me re dibêjin, emê wan û çekên wan binerd bikin’. Oxlim bavê te nikaribû!”
Hêvîdarim Hakan Fîdan û Yaşar Guler ev peyam girtine û îro şûn de wê maqûl tevbigerin.
Tîr ji kevanê derketî û berbi azadiyê birêketî. Tu hêzek wê nikaribe vê hemleya dîrokî bide seknandin. Teqez wê encam were girtin.
Bila carek dinan bikevin arşîva û nameya Xalid Begê Cibirî bixwînin û bersiv bidin nameya Rêber Apo.