Kurdyar Dirêî
Kurd ne bi dijminekî ji rêzê re dinava tekoşîn û berxwedanê de ne , dijminê li himber Kurdan, xwedî dîrokek tijî plan, pirojeyên qirkirinê, hewildanên rakirina Kurdan ji holê û kesayeta Kurd baş xwendiye. Ji nava dewletên ku li pey peymana Saykis-Pîko 1916’an û peymana Lozanê 1923’an ku hatine avakirin û Kurdistan di navbera wan de hatiye parvekirin ( Tirkîye, Sûriye û Îraq) bi taybet Tirkîyê hebûn û nebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girêdaye û li himber Kurdan, ne tenê di asta sînorê Tirkiyê de, lê belê di asta herêmî û cîhanî de şerê hebûna Kurdan kiriye. Ne ku Îran, Sûriye û Îraq jî şerê Kurdan nekirine, na, lê belê şerê herî mezin bi Kurdan re di nava sînorên xwe de dane meşandin. Hişmendiya ku Tirkîyê ji dema bûye komar 1923’an de ku pê nêzî Kurdan dibe, li ser bingehê sedemên hilweşîna osmaniyan ava kiriye, ku dibêje “Sedema hilweşîna dewleta Osmaniyan ew bû ku pir netew û mezheb di nava xwe de himbêz dikir, lewra pêwîste ku komara Tirkiyê, komareke xwerû Tirkbin, yek al, yek ziman, yek welat! Bi wateya pêdiviya wan bi qirkirin û pişaftina çi netew û kêmnetew, ol û mezhebên cuda ji Tirkîtîyê re”. Çawa ku ermen, suriyan, yûnan hatin qirkirin, pêwîste ku Kurd jî an werin qirkirin û an jî bibin Tirk. Pir siyaset di vê armancê de hatin meşandin, ji komkujiyan(Dêrsim,Agirî, Amed, Mêrdîn HWD ta şerqîslahat û koçberkirinên bê jimar ku li pey şoreşa Agiriyê 1930 de bi rehetî Tirkan di rojnameyên xwe de li jêr wêneyê Çiyayê Agiriyê nivîsandine (bûrada kurdistan muhayil medfûnler) bi wateya ku li vir kurdistana xeyalî hatiye bin ax kirin. Heger di 1978’an de partiya karkerên kurdistan avanebûna û di 1984’an de dest bi şoreşa çekdarî nekiribana, li gorî ku Tirk bi xwe jî dibêjin, dê doza kurdî di bakurê Kurdistanê de qet nemabana, Tirkiyê ketibû wê geşbîniyê de ku siyaseta wan ya bişaftin û qirkirinê biserketibû. Şoreşa 1984’an jî ji bona Kurdan, şoreşa hebûn û nebûnê bû, ew gelê ku Tirkiyê digot bin ax bûye, ji nûve hate vejînkirin, laşekî mirî û hate zindîkirin, li himber vê şoreşê Tirkiyê 5000 gundên Kurdistanê valakirn, bi hezaran mirov zindan kirin, bejahiya kurdistanê şewitandin, çekên Nato û yên qedexe bikaranîn, yek rojê jî Tirkiyê behsa aşîtî û çareseriyeke dadmend ji doza kurdî re nekiriye, di 93’an de serok wezîrê Tirkiyê Torgot Ozal behsa aştiyê kir, bi şêweyekî ne diyar jiyana xwe ji dest da. Serokê Tirkiyê Erdoagan di 2009’an de behsa aştiyê kir û di 2012’an de qaşo bi Rêber Apo re doza Kurdî çareser bike, di peyre Kurdistan hate şewitandin, ne tenê li bakur, her wiha li Rojava û başûrê Kurdistanê jî. Piştî 26 salan ji dîlgirtina Rêber Apo re di nava komploya 1998’an de û vala derxistina Tirkiyê ji hemû bangên wî yên aştiyê re, dubare Tirkiyê behsa biratî, aştî û wekheviya Kurd û Tirk di nava sînorê yekwelatî de dike, her wiha Rêber Apo jî banga xwe ya aştiyê dûbare dike, lê gelo ta çi astê cidiyeta Tirkiyê heye? Bê guman heger ev dewlet li ser textê mirinê be jî, dê wêrekiya pêkanîna aşitiyê û çareserkirina doza kurdî neke, lewra pêwiste em bi gotinên xweş û durişman neyên xapandin, çawa ku dewleta Osmanî di dawiya temenê xwe de hewildana ji nûve xwe vejînkirinê dikir û di encamê de hilweşiya, her wiha Komara Tirkiyê ya sedsal temenê xwe, ber bi hilweşînê ve diçe, gelo bi duruşmên mîna biratiya Kurd û Turk, ku Ataturk jî di şerê rêzgariyê 1919’an de bi lêv dikir û Kurd xapandin, wê dîsa kurd werin xapandin? Bê guman tevgera azadiyê û Rêber Apo baş Komara sexte nas dikin.