Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kuştina Zilam rêgeza bingehîn a sosyalîzmê ye’

30/04/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rêber Apo bang kir, hemû cîhanê guhdar kir…
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Pirsgirêka cinsiyetpariziya civakî, malbat û jin wê çawa were çareserkirin yek ji lêgerînên Rêber APO bû, ji pirsgirêka Kurd zêdetir girîngî da pirsgirêka cinsiyetparêziya civakî. Yek ji gavên Rêber APO yên çareserkirina vê pirsgirêkê projeya Kuştina Zilam bû. Ev proje nû bû, berî Rêber APO kesekî behsa projeyekî wisa nekiriye. Mîtolojî, ol, felsefe û zanist ticarî kuştina zilam weke proje ji çareseriya pirsgirêkên civakî re nedîtine. Kuştina zilam tê çi wateyê yan jî wê bi kîjan rêbazan ev proje were pêk anîn, Rêber APO bi berferehî vê yekê pênase dike.

Kuştina mêr nayê wateya fîzîkî zilam werin qetil kirin, di encama zîhniyeta mêr de ji 5 hezar berî zayînê heyanî niha şer didome, desthilatdarî û dagirkirin çêdibe. Di encama şerên desthilatdariyê yên mêr de jin dikevin rewşên gelekî giran de. Eger şer biqedê jin wê mîna berê neyên kuştin an jî tûndî li wan neyê kirin. Herî kêm wê derfet çêbibin ku jin xwe birêxistin bikin û bikarbin ji bo çareserkirina pirsgirêka cinsiyetparêziya civakî têbikoşin. Rêber APO kuştina zilam di wateya dawî li weknehevî û desthilatdariyê mêr anîn pênase dike û yek ji rêgezên sosyalîzmê dibîne. Sosyalîzmê bi kuştina zîhniyeta mêr dide girêdan. Ji bo mêr wekhev nêzî jinê bibe divê destpêke xwe ji zîhniyeta xwe rizgar bike, eger ferasetên xwe yên li beramberî jin nede guhertin wê nikarbe bibêje ez sosyalîst û demokratim.

Berî Rêber APO tucarî mêr neketine fikara ku şaş nêzî jinê dibin û pêwîstiya wan bi guhertinê heye. Ji xwe kesek cesaret nake ku li xwe mûkir were yan jî di mijara jinê de kesayeta xwe li ber çavan derbas bike. Zilamên ku herî zêde xwe nêzî jinê dibînin û xwe ji mêrên derdora xwe baştir dibînin, pir rehet dikarin destdirêjî jinê bikin. Ji ber gunehê xwe bi jinê tînin û dibin navê bi jinên di nêrîna wan de zeyîfin dibin alîkar, çewt nêzî jinê dibin. Jinê lewaz û xwe jê xurtir dibînin, di bin navê parastinê de mafê xwe dibînin ku destwerdana her tiştê jinê bikin. Mêrên ku vekirî li hemberî jinê dijminayî dikin dibe ku ji van mêrên ku xwe demokrat dibînin kêmtir zerarê bidin jinê. Herî kêm jin li hemberî mêrên dijminayî li hemberî wê dikin, xwe diparêze lê belê nakeve ferqa divê xwe ji wan mêrên ku li ser ferasetên şaş xwe sosyalîst û demokrat dibînin, biparêz e.

Rêber APO di pirtûka `Kuştina Zilam` de dibêje lazime mêr her tim ji xwe bipirse ku wê çawa bibe gorî jinê, rexnedayîna xwe bide û têkeve nava hewldanên xwe guhertinê de. Mêr nakevin fikara ku riya sosyalîzmê di azadiya jinê re derbas dibe. Rêber APO di nameya xwe ya 8`ê Adarê de ji jinan re rêkiribû careke dîtir balkişandibû ser mijara jin û sosyalîzmê, di nameyê de gotibû ku:`Riya sosyalîzm di azadiya jinê re derbas dibe, heyanî jin azad nebe hûn nikarin bighîjin sosyalîzmê. Di nêzîkatiyên mêr ji jinê re diyar dibe ku çiqasî sosyalîst e`.

Girêdayî vê mijarê divê ew ferasetên ku mêr her tim mînak ji jinê re tê dayîn, ji kokê were rakirin heyanî ku zilam destpê bike rexnedayîna xwe ji jinê re bide û pêdiviya xwe bi guhertinê bibîne.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.