Asya Weşûkanî.
Gerek were zanîn ku mêritî desthilatdariyeke pir çors û tundrew a 5 hezar sale ku, jin û di kesayeta jinê de civak koledariyeke pir kûr jiyan dike û têgeha koledariyê bûye perçeyek ji jiyana jin û civakê. Koledariya hişk a ku bi şikestina zayendî a jinê ya yekem re hatiye, destpê- kirin û bi şikestina zayenda jinê ya duyemîn re jî, derketiyê lutkeyê û îro jî qawiseke pir mezin jiyan dike. Lê tekez gerek were zanîn ku dembûriya wê desthilatdariyê, hatiye û gerek ji bingeh de were şikandin. Ji xwe Rêber Apo di mijara şikandina azayenda jinê de, wiha şirove kiriye û gotiye” Di dîrokê de du şikandinên pir mezin ên zayenda jinan, hatine jiyan kirin û bi tekoşîna jinê ya xurt wê şikandina sêyemîn berelehî (Berevajî şikandina zayenda jinê, wê şikandina desthilatdariya mêritiyê be” û niha jî em wê şikandinê jiyan dikin.
Mêritiya ku bi Şamanan (Kalemêr yan jî rûsipî) hatiye destpê kirin, îro jî pirsgirêka serke û herî giran têye pêşiya mirovahiyê û xwe ji bo çareser kirinê bi lezgînî ferz dike. Û di sedsala 20 an de Rêber Apo dest bi lêpirîsîna, vê pirsgirêkê weke redkirina peywendiyên civakê yên di nav malbatê de û herî zêde jî tekoşîn li hemberî peywendiyên di navbera mêr û jinê de, kir û got ku bingeha tevahî peywendinê civakê peywendiyên di navbera jin û mêr deye. Û sir û xeleka wê ya wendayî û yekem jî, ewe ku di şikestina jinê û desthilatdariya mêr deye. Naxwe tekez gerek li wê sirê were gerandin û tekoşîna wê, were dayîn û gerek were zanîn ku ciyê wê sirê jî tekez veqetîna qatmanî a di navbera jin û mêr deye ku ew jî bi komploya Şamanan a li hemberî jina xwedawend bûye û ji wê demê de, jin ketiye nava qebreke tarî de û êş azar dikşe.
Careke din Rêber Apo bal kişandiye ser komploya li hemberî dayika xwedawend û gotiye Bi wê komployê re şikandina jinê ya yekem, hatiye jiyan kirin. Û gerek jin xwe bi rêxistineke pir xurt tekoşîn bike û tolhildana dîrokî, werbigre û ew tolhildan jî wê bi şikandina siyemîn ku wê berelehî mêr were kirin. Lê di nerîna min de gerek ev mijar pir baş û bi zelalî were, famkirin ji ber ku mijareke pir hesase û dibe ku carnan jî were berevajî kirin û bibe sedema ku hesasiyeta di navbera, jin û mêran de hîn zêdetir jî bibe. Tekez mijara şikandina zayendî ji demên pir kevin de, Rêber Apo xistiye rojeva jinan de û paşî bi pêşengtiya jinan û bi rêbazê perwerda bîrdûzî û xweser a mêran jî kete rojeva mêran jî lê herî zêde di çerçoveyeke teng de ma û nekete, rojeva civakê jî.
Ji ber vê min xwest ku ez careke din jî vê mijarê bibîrbixim û bibêjim, ku tekez gerek ev mijara bingehîn û sereke têkeve rojeva civakê de û pir jî baş were famkirin. Ez bixwe li ser vê mijarê pir lêhurbûn dikim û wiha dihizirim, ger ku Rêber Apo ewqase belge (Meteryal) weke berhemeke zêrîn daniye holê de û weke Rêberê yekem ku weke durişme gotiye, ku perwerde, perwerde û beriya nan û avhewayê perwerde û jin û civaka Kurd aniye vê qunaxê. Lê hîna jî di Kurdistanê de rojane bi dehan jin bi destê bav, bira, hevser û evîndarên xwe ve; têne qetil kirin û bi rêbazên herî tundrew û dermirovî û ev jî nîşaneya, ku hîna jî mijara peywendiyên şaş û ji rêderketî ên di navbera jin û mêr de ne hatine famkirin.
Naxwe hîna jî pêdivî heye ku bi kûrahî li ser vê mijara, serke û heyatî ji hêla jin û civakê ve were ponijandin û bi tekoşîneke; pir xurt were bi encam kirin. Ez weke qinyata xwe ya kesayetî pêdivî dibînim ku, wiha jî bi lêv bikim û bibêjim: Em weke jin û civaka Kurd heyanî pileyekê têgihiştîne û em ketine, nava hewildana ku, em ji ked û tekoşîna Rêber Apo re bibin bersiv û tekoşîna xwe; bi encam bikin. Û tevî wê jî em dibêjin ku hîna jî li gorî ku têye xwestin em, ji Rêber Apo û tekoşîna wî a 52 salan re nebûne bersiv û em; rexnedayîna xwe didin. Lê hîna jî di nava civakên din de yên Rojhilata Navîn û Cîhanê de, rojane bi dehan jin têye kuştin, kirîn û firotin û her cure tundî li hemberî wan têye kirin û ji hêla; saziyên mafê mirovan û peymanên hukukî ve rewşa, jinan têye paşguh kirin û tevahî kiryarên li dijberî jinan xwezayî têne dîtin.
Lê gerek neyê ji bîr kirin ku di van du salên dawiyê de, li Surî, Tirkiye, Îraq, Îran, Efganistan û Yemenê jî, tekoşîna jinan û lêgerîna wan a azadiyê dertê pêş. Û ev jî ciyê serbilindî û kêfxweşiyeke pir mezine û herî dawiyê jî li welatên derve jî tevgerên jinan, xwe bi rêxistin kirine û weke nimûne jî jinên Meyanmarê jî di salvegera; sazûman kirina Yekîneyên Parastina Jinan, YPJ ê jinên tekoşer û azadîxwaz ên Meyanmarê salvegera YPJ ê pîroz kirin û gotin ku; em îlham ji tekoşîna jinên Kurd digirin û wan jî xwe bi rêxistin kirin, tekez ev jî ciyê kelecaneke mezine. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo rola pêşengtiyê daye jinên, Kurd û cardin jî mirov dikare bibmêje ku em weke jinên Kurd; gelekî xwedî şens û sudin ku Rêber Apo em ji xewa giran şiyar kirin û kirin, artêş û partî ji bo ku em tekoşîna xwe bigihînin tevahî jinên cîhanê.
Û di dawiyê de jî mirov dikare ji bo şikandina zayendî a siyemîn de, jî wiha bi nirxîne û bibêje Em di serdema siyemîn a şikandina zayendî de jiyan dikin û ew jî, têye wateya ku ne tenê jin mêr jî gihaştine qinyata ku gerek desthilatdariya; mêr a çors û tundrew were şikandin û wê bi dawî kirina şer û tundiyê pêkan bibe. Û weke ku em tev jî şahidiyê dikin û dibînin ku jin û civak, tevahî bi hevre û bi ruhekî sosyal (Komcivakî) helwesta xwe ya; li hemberî şer û tundiyê datînin û dibêjin: Em şer naxwazin û em tev jî bi fikir û ramanên Rêber Apo, rene û gerek em careke din jî balê bikişînin ser peyama, Rêber Apo û bibêjin. Peyama Rêber Apo a 27 ê sibatê ya ji bo aşîtî û civaka, demokratîk û em bibêjin ku tekez civak li çareseriyeke wiha digere.
Û bi taybet jî dema ku li çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û Cîhanê, di heman katjimêrê de, li meydanan bi komî li peyama Rêber Apo a ku li Îstanbolê guhdar kirin û di dawiyê de gotin ku Rêber Apo çi bibêje ji bo me, bingeh û serekeye û em ji Rêberê xwe bawer dikin. Di wê kêliyê de derkete hole ku tevahî gel şer û tundiyê qebûl nake û wê li, hemberî şer û şerxwazan tekoşîn bikin û ji xwe peyama Rêber Apo; pir zelal jî diyar bû li hemberî şer û şerxwazan bû ku ew jî temsîla xwe, di desthilatdariyê de dibîne. Ji xwe yên ku li dijberî wê bangewaziyê ne jî desthilatdarin û bi tekoşîna hel re, tekez destpêka hilweşîn û şikandina wane. Û em niha di serdema şikandina mêrtiya desthilatdar dene û tekez wê serkeftina a jin û civakê be.