Esma Mistefa/Qamişlo
Jinên xebatkar, hilberîner û afrîner li ber hemû astengiyên jiyan û civakê, tenê pêşxistina kesayetên xwe armanc kirine. Razî û Sûltan jinên kurd ku bi jêhatiyên kesayetî berhemên xweşik bi destên xwe amede dikin.
Jinên xwedî helwest û hezkarên keddayînê ne, hebûna xwe bi rengê ku ew xwe tê de dibînin di nava dîrokê de zindî dihêlin. Xweşikbûna raman û fikrên xwe bi terzekî ku ew bêne hezikirin û her mayînde bimînin; amede dikin û dibe çandek a berhemên ku bi kedê bê neqişandin diafrînin.
Dîroka jina kurd de bîrwariyek ji berhemên ku bi destan dihatin afirandin û çêkirin heye. Ev yek weke çandeke jina kurd e û bi amedekirina van berheman dema xwe derbas dikir. Dibe ku bi demê re ev yek kêm bûbe, lê nehatiye ji bîr kirin. Ev ye jî bi destê jina kurd xwe zindî dihêle. Razî û Sultan her du jinên kurd ku li Bajarê Qamişoyê jiyan dikin. berhemên karên destan yê ku xwe disipêre çanda jina kurd, dineqşînin û weke tablo pêşkêş dikin.
Çîroka Razî a ku bi çêkirina berhemên destan li hember nexweşiyê bi ser ketiye
Razî silêman 43 ji serê kaniyê ye û dayîka 4 zaroka ye. Razî Li ser qumaş (Caw) bi tayên reng û reng hestên xwe dineqşîne. Ev çûre ji neqşan herêma Efrînê bi navê (Qenewîç) bi lêv dike û di piraniya herêman de weke Neqiş tê gotin.
Razî dema zarok bû li ser destê dayîka xwe fêrî neqşandinê bûye, lê piştî ku zewicî nêzî 20 sala ye ev kar nekiriye. Di balkêşiya çîroka Razî de ku ew di demên dawiyê de bi nexweşiya Penceşêrê ket, piştî ku nexweş bû wê hîs kir ku divê li hember vê nexweşiyê li ber xwe bide û hîs neke ku nexweşî li ser wê serwer e. Ji lewra piştî 20 salan Razî vegeriya çêkirina neqşkirina li ser caw. Van berhemên ku şopeke xwe di dîroka kurdan de hêla ye, bi awayekî ku dike taplo amede dike. Razî dibêje ku ew dike tablo da ku xira nebin û nerizin.
‘Divê çanda dîrokî neyê ji bîr kirin’
Razî bi piştgiriya xwîşka xwe a biçûk di Festîvala “Wêje û Hure a jin” bi 32 tabloyan beşdar bûbû. Razî wiha di serpêhatiya xwe de dibêje: “Min bi mijûlbûn û çêkirina berhemên destan, êşa nexweşiya xwe ji bîr kir û ez hîs dikim ku ez her roj tiştekî nû diafrînin, bi vî awayî ez gelekî kêfxweş dibin. Da ku ev çanda kevnar ji bîr nebe, ez niha her du keçên xwe fêrî vê yekê dikim û divê ker berhem û çanda xwe a dîrokî fêr bibe û ji bîr neke”.
Çîroka Sultan neqşên balkêş bi awayekî nûjen amede dike
Sultana Osman 32 ji bajarê Qamişlo ye û dayîka sê zaroka ye. 3 salin dest bi xebatê xwe kiriye. Sultan bi awayekî nûjen, modern tabloyên li ser neqişkirî amede dike. Ew jî li ser qumaş gelek tiştan dineqşîne û didrû. Weke wêneyên ji bo zaroan, yên xwezayê, bîranîn û hwd bi rengekî gelek balkêş û kişîner amede dike.
Sultan ne ji demeke dirêj de dest bi vê xebatê kiruye, da zanîn ku ew bû 3 salin vî karî dike, lê bi awayekî herî xweşik vê yekê berhemdar dike. her wiha destnîşan kir ku karê wê zehmete lê heqdesta wê ne zêde ye. û ji aliyê civakê vet ê hez kirin.
Sultan di dawiyê de wiha dibêje: “Divê her jinek xwedî proje û xebatekî be, her çiqas ev piroje biçûk be jî lê dikare bi demê re bibe pirojeya herî mezin û binav û deng bibe. Hêviya ew e ku her jinek bibe xwedî xebatekî tayebt û bi hêza xwe bawer be”.