Hafiz Ahmet Turhalli
Rojekî Pêxemberê me silavê Xwedê lêbe, li bazarê digere, kesekî ku genim difroşe, dere ser dezgeha wî: Destê xwe dike nava genim, dibîne ku genimê serî zuhaye û genimê binî şil e. Li ser vê rewşê, ji genimfiroş dipirse, çima genimê binî şil e? Genimfroş bersiva Pêxember dide û dibêje; ey Pêxemberê Xwedê, baranê ew şil kiriye: Ma tu çima genimê şil li jorê nîşan nadî û vedişêrî? Pêxember va gotina xweya dîrokî, ji bo vê kiryarê dibêje:
„Kê me bixapîne ew ne ji meye“. (Muslîm Îman 164) Ev gotin exlaqê pêxemberê me yê bilind, dide nîşandan. Pîvanên mirovahî û yê olî jî di vê nêzîkbûnê de zelal û eşkere dibin.
Ew exlaqê Pêxember li kûderêye û çima kes ji me li pey vî exlaqî naçe?
Piştî koça Pêxember, piraniya misilmanan tenê desthilat ji xwe re kirin armanca sereke.
Di desthilatê de jî tenê derew û xapandin cî bi cîh kirin. Mixabin exlaqê Pêxember di nava civaka misilmanan de xuya nake.
Dewleta Tirk ku dibêjin em sedî not û neh misilmanin û em doza Pêxember dişopînin, lê ji exlaqê pêxember pir dûrin. Rojane ser navê Pêxember gotinan dikin, rojbûna wî pîroz dikin, lê li exlaqê Pêxemberê me xwedî dernakevin. Li Amedê binavê evîndarên Pêxember mîtîng û bernameyan saz dikin, lê ji exlaqê Pêxember bêparin. Berovajî exlaqê Pêxember yê giranbuha; ji bo pêxember bifroşin û pê nezanan bixapînin van bernameyan saz dikin.
Ev kesên dibêjin em evîndarê Pêxemberin, diyanet û hemû cemaatên li dewleta Tirkan, ne ji bo exlaqê Pêxember pêk bînin van karan dikin! Ji bo ev dewleta hov û qatil li ser piya bimîne û zilma xwe berdewam bike, van organizasyonan bi navê Pêxember pêktînin.
Miletê meyê Kurd; ji bo zimanê xwe, namûsa xwe, welatê xwe, şerefa xwe û mafên xweyê xwezayî û îslamî têdikoşe, ev cemaat û cemîyetên bi navê îslamê û Pêxember xuya dikin, ji bo xapandina misilmanên Kurd tevdigerin. Tirk wek serjimêr ji Kurdan kêmtirin û ji asya navîn hatine welatê me, bi darê zorê li xaka me bi cîh bune. Ji ber bi zulmê dest danîne ser erdê me, hergav dibêjin em birayên hevdû yên misilmanin! Ma bira, çawa bira dixapîne?
Xutbeyan bi zimanê Rûsî û zimanên curbecur didin xwendin, lê bi zimanê Kurdî qedexe dikin. Îsal bîst û pênc hezar memosta hatine cîbicî kirin, ji wan tenê şeş Memosta ji bo zimanê Kurdî hatine veqetandin.
Di nava paytexta Kurdan de, bi navê Pêxember çalekiyan pêk tînin, behsa Hemasê û hemû cîhanê dikin, lê behsa Kurdên mafdar nakin. Em bi çavê serê xwe dibînin, pesnê Pêxember ji bo xapandin û mmeta wî pêktînin. Gelo ma ji vê sosretê mezintir, sosret hene?
Pêxemberê ku ji bo xapadina bazirganekê, genimê şil weke genimê zuha difroşe xelkê dibêje:“kesê me bi xapîne ew ne ji me ye“. Ka ji bo van minafiqan wê pêxemberê me, çi bigotana? Ez matmayî dimînim: Kesê bi navê Xwedê, Pêxember, Nimêjê, Rojiyê, Hecê, Zekatê me dixapînin, çawa dibin ji me? Bi navê vî pêxemberê xwedan exlaqê bilind: Welatê me ji me girtin, zimanê me qedexe kirin, çanda me tune kirin, ser erd û bin erdê me talan kirin.
Têkoşerên Kurd dibêjin werin em aşitiyê pêk bînin; ew vê biryara pîroz jî, weke derfeta xapandina Kurdan bikar tînin.
“Kê me bixapîne ew ne ji me ye”. Heta ev xapandin berdewam be, ne em ji wanin, ne jî ew ji me ne.