Idrîs Henan
Gelê Kurd di dîroka têkoşîna xwe ya azadiyê de rastî gelek konseptên qirkirina siyasî, çandî û civakî hatiye. Li Sûriyê metirsîtirîn konsepta qirkirinê di serdema desthilatdariya Baas de bû ku çendîn hewldanên partiyên Kurdan ên xwerizgarkirinê jî hebin, li beramberî plangeriyên Baas bê encam man. Ew yek jî xwe dispêre rêbaza ideolojî ya têkoşîna hatiye raberkirin. Lê bi Tevgera Azadiyê re ku welidîna serdemeke şoreşgerî ya nû di dîroka têkoşîna Kurd de bû, têgeh û têgînên berxwedana hebûnê digirin nava xwe jî hatin guhertin. Bi vê yekê re, rêyên têkoşîna xweferzkirî ya ku xwe li hemû meydanan isbat dike, hatin vekirin û merheleya bidestxistina destkeftiyan dest pê dike. Berovajî rêbazên klasîk ên partiyên siyasî yên berê nîşan dane, êdî xêzên nasnameya neteweyî ya Kurd dihatin nîgarkirin.
Serdema Baas a duyem ku bi Beşar Esad re dest pê dike, Sûriyeke navendî ya netewperestiyeke hişk bû ku ji derveyî netewa desthilatdariyê ti netewên dîtir nedihatin naskirin. Ji bona tekûzkirin û kûrkirina vê zihniyetê jî, desthilatdariya Esed di nava hewlên fîtneya etnîkî de bû ku Kurd, Ereb û neteweyên dîtir bîne rûbirûyî hev. Ji xwe bûyera 2004’an jî vê yekê baş rave dike.
Îro jî piştî rûxîna rejîma Esad û hilweşandina keleha netewperestiyê, ji nû ve dagirkerên Kurdistanê li hev kom dibin û di çarçoveya zindîkirina lihevkirinên berê, dijatiya ji Kurdan re tekûz dikin. Çendîn rejîma faşîst a Tirkiyê xwedî çilekiyên mezin û eşkere di axa Sûriyê de be, ewqas jî desthilata HTŞ, li ser bingeha dijatiya ji hemû pêkhateyên Sûriyê re, li hev dike û di çarçoveya şerê li dijî Kurdan de, itîfaqan nûjen dikin.
Di heyamekî wisa bi xeter ku çarenûsa dozên gelan tayîn dike de, girîngiya yekrêziya têkoşîna Kurd, weke hewceyekê dîrokî ya bivênevê, xwe dide pêş. Hemû hewlên seranser ên berê ku di encamê de Kurdan bi wendakirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, baceya wê dan, divê di ber çavan re, weke ders û hişyariya dîrokî, derbas bikin. Yanê ti lûksa me nîne carek din em bi bin kevin û baceyên giran ku sedsaleke din bi me bidin wendakirin, bidin. Îro Kurd beramberî qonaxeke nû ya hevsengiyên siyasî, leşkerî û aborî li herêmê û cîhanê ne. Pêşbînî jî ew e ku rewşa nû, asoyên siyasî yên nû ji doza Kurdî re li herêmê û cîhanê veke. Lew re jî, yekîtiya Kurdan wê rasterast rê li ber naskirina têkoşîna mafdar a Kurdan veke ku dê bandorek erênî li pêşeroja doza Kurd bike.
Gelê Kurd di esasê xwe de gelekî aşiqê yekîtiyê ye. Bi hemû pêkhatiyan re li hev kiriye û bi xwezayê re jî bûye yek parçe. Lew re, vê firsenda dîrokî ji dest nade û îradeya xwe li ser tevgera siyasî ya Kurd disepîne û wan tûşî yekrêziya vîna siyasî dike. Ji xwe tevgera siyasî jî ketiye wê ferqê; eger nebin yek, wê weke gayên reş, spî û sor biçin yek bi yek. Ji ber vê sedema jiyanî jî, îro li Rojavayê Kurdistanê hemû partî, rêxistin, pêşeng, rêveber, layindên siyasî, aborî, rêxistinên civaka sivîl û leşkerî li dora yek maseyê kom dibin û îradeya xwe ya neteweyî radixin ber çavan.
Bi vê zanebûna dîrokî û stratejîk, gelê Kurd û aliyên wî yên siyasî dizanin ku asta têkoşîna Kurd gihayê, dawîtirîn firsenda dîrokî ya parastina gelê Kurd û doza wî ye. Êdî mejû wê kesên ku bi çaranûsa gelekî li ser axa xwe ya dîrokî bi hezaran salan jiyan dike bilîzin, efû neke. Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdî erkekî sereke ya siyaseta Kurd e. Astengkirina wê jî, parastina berjewendiya hizbî û reva ji berpirsiyariyên neteweyî ye. Ancax li ser bingeha yekrêziya Kurd, dîplomasiyeke yekgirtî nava Kurdan de were avakirin.