Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Kilînkên gerok ji bo jinan

23/04/2025
in JIN
A A
 Kilînkên gerok ji bo jinan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Rêvebera tîma kilînka gerok ya girêdayî Heyva Sor a Kurd Menal Hisên diyar kir ku ew hêvî dikin ku di pêşerojê de navendên xwecih yên girêdayî kilînkên gerok ava bikin.

Heyva Sor a Kurd ji bo xweghandina hemû jinan û dermankirina wan, projeya kilînkên gerok ya tyabetî jinan ava kir, di kilînkê de hemû derman û lênerînên bijîşkî bê dirav têne pêşkêşkirin, herwiha hemû pêwistiyên bijîşkî di kilînkê de peyda dibin, da ku rewşeke awarte derkeve karibin tev bigerin.

Di 1 Çileya 2025 bi alîkariya rêxistina Mêdîko ya Siwîsrayê projeya kilînkên gerok a tayabet ji bo jinan hate avakirin, bi armanca parastina jinê û zaroka wê ji hêla fîzîkî, derûnî û hişyarkirinê di dema ducaniyê de û piştî wê jî.

Derbarê vê mijarê rêvebera tîma kilînka gerok ya girêdayî Heyva Sor a Kurd Menal Hisên ji rojnameya me re axivî.

Menal Hisên diyar kir ku 21 gundên girêdayî Tirbespiyê hatine şopandin û wiha berdewam kir: “Xizmeta ku di kilînkên gerok de tê pêşkêşkirin, ew lênerîna bijîşkî ya ji bo jinên ducanî, yên şîr didin û çawa ev jin xwe biparêze berî û piştî zayînê, rêxistnkirina malbatê û xizmetên taybetî ji bo jinê pêşkêş dike.”

Menal Hisên wiha lê zêde kir: “Di şopandina gundan de semîner weke piştgiriya derûnî û hişyarkirina teunduristiyê tê dayîn. Xebatkarên ku tê de kar dikin; Ambolansa taybet heye, bijîşkeke taybet a jinan û qabîleyeke qanûnî, piştgiriya derûnî, hişyarkirina tenduristî û parastinê, herwiha ajokareke jin ya ambolansê û paramedîk jî heye.”

Menal Hisên destnîşan kir ku her meh nêzî 500 jin derman û muayene dikin û wiha berdewam kir: “Rewşên ku tên lêhûrandin weke penceşîrê ew tên şandin ji bo Nexweşxaneya penceşêrê ya girêdayî Heyva Sor a kurd, ji ber ku mekîneyên Îko, derzî û mamograf lê heye.”

Menal Hisên tekez kir ku heta niha tu pirsgirêk an zehmetî li hember wan nehatine derketin û axaftina xwse wiha qedand: “Em bi hêvî ne ku di pêşerojê de navendên xwecih yên girêdayî projeyên kilînkên gerok bêne avakirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.