Dîlan Mulhim\Qamişlo
Di 22’ê Nîsana 1898’an de, yekem rojnameya Kurdî ji aliyê Miqdad Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîrayê hat derxistin. Ji ber ev rojnameya yekemîn di dîroka çapemeniya Kurdî de bû, roja derketina wê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hat ragihandin û tê pîrozkirin.
Weke tê zanîn destpêka rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di sala 1898’an de derketiye û dest pê dike, herwiha ev rojname 22`Nîsanê de dest bi weşanê kiriye. 22 Nîsanê de lewma salvegera rojnamegeriya kurdî li her çar parçeyê Hurdistanê tê pîrozkirin. Ev rojname di sirgunê de derketiye holê. Rojnameya kurdî ji aliyê Mîqdad Bedirxan ve li Qahîrayê payîtexta Misirê hate derxistin. Di dîrokê de gelek tişt ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve hatine raxistin, Rojnameya Kurdî jî wisa bû. Di heman demê de piştî Miqdad Bedirxan birayê wî Ebdurheman Bedirxan dest bi weşanê kir. Bi îfadeyeke din derketina rojnameyên Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xwe avakirina millî ya modern a gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir. Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 21’an de bûye ronahiyek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cî aniye. Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22yê Nîsanê ji sala 1973yan û vir ve wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 127 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê. Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye.
Dîroka Rojnamegeriya kurdî
Roja Rojnemgeriya Kurdî her sal bi minasebeta 1’emîn rojnameya bi Kurdî ‘Rojnameya Kurdistan’ ku li Misrê û li bajarê Qahîreyê hat çapkirin, di 22`ê Nîsanê de tê pîroz kirin. Piştî Rojnameya Kurdistan, gelek Kovar û rojnameyên weke Jiyan, Hawar, Jîn, Ronahî, Gelawêj û gelekên din li ser rêka Kurdistan hatin weşandin. Di heman demê de Rojnameya Kurdistan bû bingeh ku rojnamegeriya Kurdî bighêjîne roja îro. Piştire jî ji ber êrîşên ku rojname pêre rûbirû dima cihê wê hat guhertin û li Cenevreya Swîsreyê,herwiha ji ber heman sedemê dîsa li Qahîreyê, Ingîlîstan û çapa herî dawî hemjara 31`an di sala 1902`an de li Sîwisreyê hat çapekirin. Ya herî bi naverok jî ev roj ji sala 1967 an ve wekî destpêka rojnemegeriya Kurdî hatiye qebûlkirin û her wiha bi vî awayî jî tê pîrozkirin. Hejmarên 1 heta 5’an li Qahîreyê, ji 6 heta 9’an li bajarê Cinêv a Swîsreyê, ji 20 heta 23’an li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25 heta 29’an li başûrê Îngilistanê û hejmarên 30 û 31’ê dîsa li Cinêvê hatiye çapkirin û weşandin..Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Ebdulrehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an de rojnameya “Kurdistan”ê ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hate girtin. Rojnameya Kurdistanê li serhev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, loma birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.
Bê guman ev çapemenî pêşket bi têkoşîna Kurdan re, bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan re ragihandina azad hat damezirandin û yekemîn car bal kişand li ser doza Kurdan, rewşa Kurdistanê û siyaseta ku li ser tê meşandin, ji aliyê sîstemên desthilatdar ve, ev yek jî pêşket bi fedekariya rojnamevanên şoreşger ên ku li ser şopa rastiyê canê xwe feda kirin mîna Sakîne Cansiz, Mezlûm Dogan, Gurbetlî Ersoz û Xelîl Dag. Ev yek jî guhertin û veguhertinên mezin bi xwe re anî, ji ber qedxekirina ragihandinê li ser gelê Kurd ku nikaribin bi çanda xwe bijîn û doza mafên xwe bikin, lê bi têkoşîna ragihandina azad re, civaka Kurdistanî ber bi azadiyê ve çû û xwe ji zihniyeta desthilatar rizgar dike. Rojnamegeriya Kurdî bi nivîsê dest pê kir, lê di roja îro de bi hezaran beşên wê û rojnameger di nav de dixebitin hene. Di sedsala 21`emîn de ragihandin bûye amûra yekemîn a şer, her hêzek li gorî hişmendiya xwe bi kar tîne û civakê di bin bandora xwe de dihêle. Gelê Kurd jî her dem bi qirkirinê re rû bi rû maye, lê ji bo ku ev gel li rastiya xwe venegere bi sedan televîzyon, ajans, radyo û rojname hatine girtin ango qedexekirin. lewre di weşanan de ev yek bingeh girt.
Nêrînek giştî girêdayî medya û medyaya kurdî
Çapemenî di roja îro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku di dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayî ye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîyê, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. De heye. Em dikarin gelek xalên bipeywendî zêde bikin. Her xal hêjayê nirxandinêye, lê ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Ji ber ku dewletekî navendî ya Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegeriyê di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Di her parçeyê de dewleta ku vê parçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şêwazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî di her parçeyekî de rewşa gelê kurd jî ji parçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku ji bona medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, di medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirin û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hîşa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî ji bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em îro di navdene ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye, her wiha rêwingiya bibiryar, dijwarî û serkeftinê ye.