Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin pirsgirêkên xwe çareser dikin

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin pirsgirêkên xwe çareser dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Xebatên rêxistinbûnê yên jinan li Rojava û Bakurê Sûriyê berdewam dike. Jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin ya herêma Cezrat a Rojhilatê Dêrazorê buye hêviya jinan û heta niha 250 doz û pirsgirêkên jinan çareser kiriye. Jinên herêmê ji komîteyê razî ne.

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Herêma Cezrat a gudewarên rojhilata Dêrazorê ji roja hatiya avakirin û heta niha 250 dozên jin çareser kir.
Bi pêvajoya şoreşa Rojava re ku li Bakurê Sûriyê jî belav bû, pêvajoyeke nû bi serkêşiya jin dest pê kir. Jin di her qadên jiyanê de pêşengtiyê dikin.

Jinên herêma Cezrat a rojhilatê bajarê Dêrazorê, çend salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de jiyan kirin û ji her mafên xwe bê par mabûn. Di heman demê de jin bi navê Islamê de dihatin cezakirin û çarçefa reş li ser wan hatibû ferizkirin.Piştî herêm ji aliyê şervanên QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, ji hêla jin ve, gelek gav hatin avêtin û gelek saziyên xweser ên jinan hatin vekirin.
Ji wan, Mala Jin a Herêma Cezrat di 15‘ê Çileya 2018‘an de hate vekirin. Mala jin di aliyê perwerdekirin û rêxistinkirina jinan, her wiha çareserkirina pirsgirêkên wan de xebatên mezin meşand û wekî hêviya jinên herêmê tê dîtin.
Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê, ji 5 jinan pêk tê, ji destpêka hatiye avakirin ve 350 pirsgirêkên jinan girt dest, ji wan 250 bi razîbûna aliyên pirsgirêkê çareser kirin, 50 radestî Dadgeha Civakî hate kirin û 50 jî hîna lêkolîn derbarê wan de têne kirin.

Endama Komîteya Lihevanînê Sebah El-Salih anî ziman ku deriyê navendê li pêşiya hemû jinan vekiriye û wiha got, “Em bi hemû hêza xwe dixebitin da ku pirsgirêkên jinan çareser bikin. Tevîî nûbûna komîteyê jî me gavên baş avêtin. Em nêrînên hemû aliyên têkildarî pirsgirêkan, digirin. Kesên ji vir derdikevin ji me razî ne.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.