Ji ramanê Rêber Apo
Di vê nêzîkatiyê bi xwe de jî du şaşiyên bingehîn hene: Ya pêşî, ne di zanistên fizîkî de, ne jî di zanistên biyolojîk de zanist xwedî hukmê vebirrî û ji sedî sed nîne (têkiliya vê yekê bi baweriya zêde ya bi zanistên demê re heye), ev rastiya ku paşê hatiye fêhm kirin nehatiye dîtin ango fêhm nekirine ku mirov nikare bi formulasyonên zanistî yên vebirrî rahêje xwezaya civakî û binirxîne. Xwezaya civakî bi xwe çand e. Bandora zêhniyetê ya di derekê de bi cih nabe her tim li ser heye. Lewma nabe ku mirov pîvanên xwezaya civakî bi yên fizîkî yan jî qanûnên biyolojîk ên Darwînîst re wekhev bibîne û di bingehê şaşiya wan de ev nêzîkatiya zanistî heye. Şaşiya duyemîn, dîrok bi felsefeyê re têkildar e. Nikarîbûne bibînin ku civak bi xwe diyardeyeke dîrokî ye, lê bi awayekî cuda divê weke xwezayeke duyemîn bê nirxandin. Jixwe nexwestine bibînin ku nihaya civakî bi giranî dîroka civakî ye. Fikra rohnîbûnê destûrê nade vê yekê. Ji vê û pêve jî nirxandinên kapîtalîzmê dimînin yên ku lîberalîzmê nava wan vala kiriye û bi fikreke çor a dinyayê hatine kirin. Kapîtalîzm weke civaka serdest, yekane û li gorî dema xwe ya herî pêşketî hatiye hesibandin. Kapîtalîzm ji şêweyekî mêtinkariyê wêdetir bi civaka nû re wekhev hatiye dîtin. Pêkhatina civaka dinyayê bi mîlyonan belkî jî bi mîlyaran salî kişandiye. Lê belê rêbazeke îstîsmarê ya weke Kapîtalîzmê ya ku bi rêbazên herî zêde dermirovahî û lewra jî derdinyayî civaka mirovan dişelîne weke rastiya civakê ya bi ser ketiye hatiye hesibandin! Di paradîgmaya Marksîst de qelsiya bingehîn di vir de ye. Ango faktora bingehîn a bû sedema jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî jî ev bû. Tevgereke sererastkirinê ya xwe bisipêre Marksîzmê yan jî sosyalîzma pêkhatî divê bi vê heqîqetê rabe.
Sosyalîzm di asta têgînê de weke civakparêziyê were eşkerekirin rastir e. Ya şaş têgîna ‘civaka kapîtalîst’ e, û bi bihurîna ji civakê xwegihandina kominîzmê ye. Beriya her tiştî mirov heta çarçoveya civaka kapîtalîst (divê mirov modelên weke koledar, feodal û hwd. jî li vê zêde bike) baş destnîşan neke, divê têgîna civaka kapîtalîst weke heqîqeteke giştî ya civakî nenirxîne û ji vî şêweyî bigere. Ya herî rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê weke nexweşiyeke civakî ya kujer, weke mezinbûna girêkeke civakî ya cureyê kansêrê binirxîne. Civakên ji wan re koledar û feodal tê gotin jî di nav de, tevahiya civakên beriya kapîtalîzmê şêweyên mêtinkariyê yên weke kapîtalîzmê bêexlaqiya herî mezin hesibandine û ew neçar kirine ku xwe di quncikên tarî de veşêre û bi awayekî marjînalbûyî bimîne. Me hewl dabû em serketina hegemonîk a vî cinawirî li ser civakê di cildên berê de ji hev derxin, lewma em li vir qîma xwe pê tînin bi tenê îşaret pê bikin. Rastiya vî mikrobê kurtêlxur û xwînmij ê nexweşiya civakî yê bi vî awayî, mîna ‘civaka nû ya herî pêşketî û bi ser ketî’ hat nîşandan, vê yekê tevahiya zanistên civakî seqet kiriye. Ji lewra ez dibêjim, kapîtalîzm ji rejîmên rahibên Sumeran ên ku rejîmên xwe yên istismarê dikirin xwedayî, hezar carî zêdetir istismarkar e, û xebatên der barê wê de îdeolojîk in. Ew rejîmeke xwedayên bêmaske ye, ji rejîma rahibên Sumeran hezar carî zêdetir bi pîroztiyê (ya qelp û lihevçêkirî) hatiye cîlakirin û boyaxkirin. Weke heqîqet ti têkiliya wê bi zanista civakî re nîne. Bi tenê têgînên zanistî weke ekonomî, polîtîka bi hosteyî li hev tînin û berevajî dikin û vê jî mîna zanist pêşkêş dikin.
Civak di encama beridîna mîlyonan salî de û weke dewama cîhana zindiyên hê berê, weke berhemê cîhana his û aqilekî balkêş xwezayeke cuda ye. Xwedî yekparebûneke bi vî rengî ye. Gerdûneke panzdeh mîlyar salî ye (dîroka gerdûnê) ku li xwe hayil bûye. Afirandina civakê bi îstîsmariya kapîtalîst ji îdeayeke Firewn û Nemrûdan a afirandina xwedê zêdetir ti nirxekî xwe nîne. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, têgîna ‘civaka kapîtalîst’ têgîneke şapînozkirî ye, û îdeayeke firewnî ye. Ya rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê (bi şêweyê kapîtala fînansê hê bêhtir har bûye) weke nexweşiyeke civakî bike têgîn. Fena ku mirov zanisteke tenduristiyê pêş bixe divê behsa zanisteke sosyalîst bike ku hewl bide mirovatiyê ji destê kapîtalîzmê rizgar bike. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bêhtir exlaqî be (divê wisa be) û mirov ê karibe baştir fêhm bike. Naxwe em ê nikaribin şerên pêncsed salên dawiyê, bombeya atomê, pirr zêdebûna şêniyan û hilweşîna hawîrdorê rave bikin. Hem modernîteya kapîtalîst a lîberal, hem jî varyanta wê sosyalîzma pêkhatî, klan, qebîle, qewm, ummet û heta hebûnên civakî yên xwedî xisletên netewî yên ne dewleta netewe ku weke berhemên civakên paşvemayî dibînin, divê mirov qîmeteke baş bide wan. Ev şêwegirtinên civakî yên cihêreng bûne tev bi nirx in. Li gorî diyalektîkê divê mirov di civaka neteweyî ya herî pêşketî de jî civaka klan, qebîle, eşîr û gelan pêşketî û yekparebûyî bibîne. Çawa ku elementeke hezar atomî nayê wê maneyê ku atom ji holê rabûye, berevajî tê maneya rewşa atoman a pêşketî û yekparebûyî, cudabûn û cihêrengiyên piştî civaka klan jî mirov dikare bi awayekî bi heman rengî binirxîne û ev dikare mirov bêhtir ber bi heqîqeta civakî ve bibe.
Lewma divê mirov sosyalîzmê weke panjehra kapîtalîzmê bibîne, lê hay jê hebe ku bi tenê ne ev, weke civaka herî pêşketî, yekparebûyî, azad û wekhev ên tevahiya civakên beriya wê binirxîne û mirov nirxandineke bi vî rengî li gorî heqîqeta wê dike. Civak li ser modernîteya kapîtalîst mezin nabe, berevajî divê mirov rewşa bi nexweşî ya vê modernîteyê ya weke ‘qefesa hesinî’ û bi kirasê ‘Levîathanê’ ji civaka dîrokî dûr bike û mirov dikare wê li gorî danasîna wê pêk bîne. Sosyalîzm, tevahiya dîroka şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê nebe jî xwe ji bermahiyên yekdestdariyên koledar ên mêtinkarî û zordestiyê yên li ser rastiya civakî têne ferzkirin bişo, hingê wê hem li ser bingehê xwe yê dîrokî bi cih bibe, hem jî bi destketiyên rojane (bi destketiyên dema têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de) wê xwe xurt û nû bike.
Eger hûn bala xwe bidinê, em bi vê nêzîkatiya xwe, rêbazên weke civaka berê û civaka nû yan jî binavkirinên civakî yên weke koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst an jî rêbazên li ser xeteke rast pêşdeçûn û kurtebirr bi kar nayînin. Em li ser bingehê pêşdeçûn, yekparebûn, azadbûn û cudabûnên civakî têgînên mîna wekheviyê dikin bingehê nêzîkatiya xwe. Ji vê jî girîngtir, em sosyalîzmê weke rewşeke civakê ya paşerojê piştî şoreşê yan jî beridînê pêk bê, nanirxînin. Jixwe nêzîkatiyeke bi vî rengî bi rastiya jiyanê re ya di xwezaya civakê de heye, li hev nake. Cinsê mirov timî civakî ye. Rabihurî-niha-paşeroj bi jihevkirinê pêk nayên. Hersê rewş jî di zikhev de ne, û bi hev re pêk tên. Kêliya niha bi qasî ku rabihurî ye, ewqasî jî paşeroj e. Li vir, pêdivî bi nêzîkatiyeke rast a felsefî heye. Mirov felsefeya zeman weke rabihuriya bêserî yan jî paşeroja bêdawî binirxîne, zêde manedar nîne. Mirov dikare zeman bi tenê weke pêkhatina hebûnê bide naskirin. Ango pêkhatina her hebûnê zemanê wê ye. Wekî din jî ti zeman tineye. Wexta wisa dibe, zemanê civakê jî dibe pêkhatina wê. Li gorî ku civak jî timî di nava rewşeke pêkhatinê de ye, rabihurî-niha-paşeroj jî di nava hev de ne, mundemiç in, veşartî ne. Lewma fikra pêkhatina civakê bi navberên dirêj li ser xeteke rast a qonax bi qonax şaş e, û wê rê li ber nirxandinên civakî yên nepêkan veke ku mirov nikare ji binî derkeve.
Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, tevahiya rabihuriya wê ya kombûyî bi heyecana di nava kêliyê ya tê de pêk tê û bi hêviyên bêserûbinî yên paşerojê pêk bîne, ev rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê ye. Gelekî girîng e ku mirov pêkanîna şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê weke pirsgirêkeke bingehîn a teoriya sosyalîst û pratîka wê bibîne. Ev pêkhatin hem weke pêkhatina rast a heqîqeta civakî û hem jî weke îfadeya wê manedar dibe. Li şûna ku mirov sosyalîzmê bi tenê weke projeyek an jî bernameyeke der barê paşerojê de bibîne, divê mirov wê weke şêwazekî jiyanê yê exlaqî û polîtîk ê xwedî nirxekî estetîk ku kêlî bi kêlî azad û wekhev dike û edaletê li ber çavan digire, bibîne û bike heqîqet. Sosyalîzm şêwazekî jiyanê ye ku bi zanebûn heqîqetê îfade dike. Divê mirov bi şêwazekî weke yê mumîn û zanyarên mînakên wan gelekî di dîrokê de hatine dîtin rabe, û divê mirov weke mumîn û zanyarên demê bijî. Ferdperestiya lîberalîzmê ku di warê exlaq de piçûkketin û rezîlbûnê îfade dike, azadî nîne, berevajî şêweyekî herî rezîl ê koletiyê ye ku bi serwextbûneke sexte û qelp li ser piyan tê girtin. Sosyalîzm weke antî-lîberalîzmê îdeolojiya jiyanê ye ku mirov azadiyê bi awayekî kolektîf di exlaq û çalakiyê de pêk tînin.
Divê em di nêrîna xwe ya civakî de kapîtalîzmê zêde mezin nekin. Nexasim îddîaya dibêje, di serdema me de li ser şêwazê jiyanê yê demê û rojaneyê emperyalîzm û kapîtalîzm ji sedî sed serwer in, maneyek e ku kapîtalîzm hîç heq nake didiyê; rast jî nîne û pêxapînek e ku gelekî di bin bandora propagandayê de pêk hatiye. Şerekî îdeolojîk e ku xwe disipêre propagandaya tirsê. Ya rast ew e, kapîtalîzm sîstemeke çil heramiyan e, şêlandineke antî-civakî ye ku hewl dide bi faşîzma zordar xwe serwer bike û mehkûm e ku timî weke sîstemeke marjînal bimîne. Çawa ku di heyamên berê de rêveberê despot pîroz dikirin û ew dikirin xweda, mirov li ber wî dibûn evdên hûrik û bejinbohst, di serdema me de jî hegemonyayeke îdeolojîk a kapîtalîzmê heye ku rê li ber heman encaman vedike. Koletî û bejinbohstiyek heye ku vê hegemonyayê wan bi şerên sar û germ mezintir kiriye.
Dîsa şaş e ku mirov sosyalîzmê weke civakeke timî bi şeran û şoreşan tê bidestxistin bibîne. Bêguman wexta şert û merc stewiyan ji bo veguherînên şoreşgerane şer jî pêkan in. Lê sosyalîzm bi tenê şoreş nîne; tevlîbûna demokratîk a civakê ye, û li dijî kapîtalîzmê jiyana bi serwextî û bi çalakî ye. Bi gotina “şoreş dibe, paşê jiyana sosyalîst pêk tê” mirov xwe dixapîne û dikeve nava bendewariyên tewş û badilhewa. Mirov rabihuriyê çiqasî bi serwextî bi hêz pêk bîne û bike niha, mirov ê paşerojê jî ewçend bi hêz û serwextî pêşwazî bike û pêk bîne. Bêguman di tevahiya van pêvajoyan de rêberiyên stratejîk û taktîk hewce dikin. Lê mirov sosyalîzmê weke rewşeke çalak a bi van têgînan were birêvebirin bibîne wê bikeve nava şaşiyên mezin. Sosyalîzma pêkhatî bi awayekî bi vî rengî hat meşandin û birêvebirin. Dema westiya jî li cihê xwe kumişî-merixî û ma. Li dijî dewletdariya netewe û îndustriyalîzma kapîtalîzmê ya dor li civakê girtiye û ew kirine zêdexure û bi qutkirina têkiliyên wê ji hawîrdorê rê li ber hilweşîna wê vekirine, ji her demê zêdetir hewcedarî bi blok, partî û tevgerên sosyalîst ên bi paradîgma giştî ya modernîteya demokratîk radibin û civaka dîrokî bikin esas heye ku xwe bi rêveberiya konfederal a hawîrdorparêz, ekonomîk û demokratîk gurçûpêç kirine. Hewce ye ku teoriya sosyalîst bi pêşnûmeyeke bi vî rengî were pêşxistin û pêkanîn. Ev girîng e, û hê vê girîngiya xwe dewam dike. Jixwe ev bi tenê tevgereke pêşeng a rêxistin û serwextbûnê ya li dijî hegemonya kapîtalîst pêşketî nîne, di heman demê de tevgereke rastî ya civakbûnê ye ku tevahiya dîrokê bi heman naverokê lê bi rûyên îdeolojîk-pratîk ên cuda hatiye meşandin. Civaka rastî xwezaya vê tevgerê ye, fonksiyona civakbûna wê bi xwe ye. Li ber serê tevahiya sîstemên şaristaniyê pêk tê, lê bi awayekî dijberê wan û ewqasî jî sîstematîk pêk tê. Eger mirov zêde li wê serwext nebûne, sedema wê propagandaya îdeolojîk a dijberê wê ye. Heqîqetên civakî sosyalîzm bi xwe ne, û heta civak hebe wê weke şêwazê jiyana rastî dewam bike. Di vê çarçoveyê de dîrok bi tenê dîroka têkoşîna çînan nîne, têkoşîna wekhevî, azadî û parastina civakê li dijî desthilatdarî û dewletê ye. Bi vî awayî, sosyalîzm dibe têkoşîna civakî ya vê dîroka her diçe zanistî dibe.