Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehadet nirxek giranbuha ye

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Şehadet nirxek giranbuha ye
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandarên YPJ’ê li ser Meha Gulanê û berxwedêrên destpêkê yên jin ên YPJ’ê axivîn, ku di nav refan de jiyana xwe ji dest dane. Fermandaran diyar kirin şehîdbûna di ber azadiyê de nirxek û rûmeteke pir mezin e.
Fermandarên Yekîneya Jinê (YPJ) li ser meha Gulanê, ku weke Meha Şehîdan tê naskirin axivîn û berxwedêrên pêşî yên YPJ’ê bi bîr anîn.
Fermandara YPJ’ê Rojda Efrîn li ser meha Gulanê wiha axivî: “Meha Gulanê rastiya hebûna birûmet û binirx e. Meha gulanê meha şehîdan e û di nav dîrokê de berxwedêrên azadiyê bi heqîqeta şehîdbûnê û têkoşîna xwe hatine asteke pir bilind. Jin her dem di jiyanê de hatin çewisandin lê bi heqîqeta YPJ’ê re têkoşîna jinê xwe dîsa nû kir. Di dîroka Kurdistanê de jinên wekî Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Mîna Qazî, Gulnaz Xanim ji siberoja gelê Kurd re bûn ronahî û bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Ew şopdarên heqîqetê bûn û dîrok ji nû de dan nivîsandin. Em ê jî şopdarê wan û şopdarên şehîdên meha gulanê bin û têkoşîna wan biparêzin. “
Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê jî wiha got, ‘‘Di şexsê hevalên Mizgîn û Aytenê de em têkoşîna Şehîdên Gulanê bi bîr tînin. Îro YPJ bi dilekî pak û têkoşer rêya şehîdên gulanê dişopîne û YPJ îro bi têkoşîna xwe ya bêhempa li cîhanê tê nasîn. YPJ ji nirx, maf û jiyana hemû jinên cîhanê re xizmetê dike. Îro em bi şopandina rêya şehîdên xwe û bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û axa xwe diparêzin. Heta em hatin vê astê me bedelên gelek mezin dan lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Hêzên enternasyonalîst jî feyzê ji me digirin û îro cihê xwe di nav me de digirin. Kesayetên wek heval Hêlîn, Amara Ereb, Viyan Qamişlo, Zîlan Ereb her dem di pêş de cihên xwe digirtin. Emê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin û ala wan hilgirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.