Dilîn Ehmed/Qamişlo
Di 15`ê Adara 2011`an gelên Sûriyê ji bo azadî û demokrasiyê li dijî rêjîma Baas serî hildan. Lê ji ber destwerdana hêzên derve serhildana gel veguherî şerê navxweyî û beşek berfireh ji xaka Sûriyê hat dagirkirin. Piştî têkçûna Baas û hatina HTŞ’ê li ser desthiladariya Şamê tu guhertin di hişmendiya desthilatdariyê de çênebû.
Bi sed hezaran gelê Sûriyê di şerên nêzî 15 salan de dirêj kir xizmên xwe, ji dest dan. Herwiha ev şer bû sedema koçberkirin, wêrankirin, binçavkirin û kuştina bi milyonan mirov. Heta roja îro jî bi sedan kes çarenûsa wan ne diyare û windayîne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi despêka Bihara Gelan re rewşek cudatir diqewimî. Gelê vê herîmê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke xêza sêyem hilbijartin û têkoşînek bi dehan salan domandin. Ji aliyê rêxistinkirin, perwerdekirin, parastina mafê gelê tevahiyê herêmê û bi rengekî azad û demokratîk, derdikete holê.
Ji destpêka şerê Sûriyê di 15`ê Adara 2011`an de, Sûriyê di gelek rewşên dijwar û aloz de di astên cuda de derbas bûye, çi ji aliyê mirovî, siyasî û leşkerî û civakî ve be. Ev pevçûna ku bi xwepêşandanên aştiyane yên daxwaza veguhertineke ber bi demokratîk ve dest pê kir, veguherî şerê navxweyî ku heta roja îro didom e.
Bandora şer li ser Sûriyê
Têkçûna binesaziyê: Şer gelek bajarên mezin ên Sûriye wekî Haleb, Şam , Derazorê û Himsê hilweşand. Bê gûman têkçûna binesaziyê bandora wê li nexweşxaneyan, dibistanan, malên welatiyan û rêyên mezin yên girîng yên bajar û herêmên mezin jî kir. Herwiha ji ber têkbirina ewlehiyê, bi milyonan welatî koçberî welatên derve bûn.
Koçberî û penaberî
Şer bû sedema mezintirîn kirîza koçberî û penaberiyê di dîroka herêmê de. Bi milyonan welatiyên Sûrî reviyan welatên cîranan û Ewropayê, ev yek jî bû mîna pêşbira mirovî û siyasî li welatên ku koçber lê bi cih dibûn.
Bi destpêkirina kirîzê re, gelek komên cuda yên siyasî û leşkerî derketin holê, ji wan jî ev in; Ji komên çete yên ku navê Artêşa Azad ya Sûriyeyê li xwe kirin û komên Îslamî yên radîkal derketin. Armanca van koman ew bû ku li hember rejîma Sûriyê şer bike. Lê bi demê re ew bûn gelek komên cûda, hin ji wan ji aliyê welatên herêmî û hin jê ji aliyê hêzên navdewletî ve, dihatin piştgiritin. Herwiha gelek aliyên siyasî yên ku navê oposisyonê li xwe kiribûn derketin û berjewndiyên Tirkiyê û welatên din didan pêş.
Rêxistina gel li Rojava
Li Rojavayê Kurdistanê, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke xêzeke sêyem ya dervî şer hilbijartin. Bi rêyên demokratikî xwest ku mafên xwe bidest bixe. Dewleta Tirk ya dagîrker, ji bo Rojavayê Kurdistanê nekeve bin siya kurdan, her tim di rêya êrîşên xwe yên hovane, dixwest ewlehiya herêmê têk bibe. Lê armanca wê pêknehat û bi vê mebestê li gund û taxên Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina komînan hat kirin. Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwaneya sazûmaniyan TEV-DEM hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û sedî 40’ê ji wê jin bûn hat avakirin.
Li aliyê din bi pêşengiya TEV-DEM’ê bi beşdariya hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê çalakî dihatin lidarxistin û vediguherîn rêxistinbûnan. Ji komînan heta meclîs, perwerde û parastinê gav hatin avêtin. Berî her tiştî ji bo herêmê ji êrîşan were parastin, Sala 2011’an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wekî hêza parastina tevahiya pêkhateyan hat avakirin.
Tevî gelek alozî û tevliheviya li Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser, ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destkeftiyeke mezin bû. Rêveberiyê, gelek herêm ji şerên ku welat wêran kirin, parast û ewlehî û aramî lê pêk anî. Li aliyekê xebata yekrêziya Kurdî dihat meşandin, li aliyê din bi pêkhateyên din ên herêmê yên Ereb, Suryan, Ermen re danûstendinên ji bo têkoşîna yekrêzî û azadiya gelan hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî, Ermenî) xwe ji destwerdanên derve dûr girtin, pişta xwe nedan tu hêzên din û rêya sêyemîn hilbijartin.
Armanca sereke parastina mafê hemû gelan e
Di salên şer de rêveberiya herêmê ne xwest ne li kêleka hêzên çekdar ne jî bi rejîma Sûriyê ya Eseed de bikeve nava şer de. Tevlî ku hewldanên dewleta Tirk ya dagîrker hebû ku kurdan tevlî şer bikin. Lê gel li hember van planan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hişyar bû. Li ser vê felsefeyê hêdî hêdî gel li kêleka Rêveberiya Xweser dest bi kar û xebatên xwe kirin.
Ji ber ku gel bi ziman û çanda xwe tê naskirin, rêvebriyê girîngî da zimanê dayîkê û rojbiroj sal bi sal dest bi rêxistina dibistan, peymangeh û zanîngehan kirin. Ji ber ku li herêmê û tevahiya Sûriyê rejîma Eseed zinamê dayîkê qedexe kiribû, gelê me jî bi vê hişmendiyê bandor bibû destpêkê fêrkirina zimanê dayîkê li dibistanan red kirin. Lê mamostyên zimanê kurdî dev ji armanca xwe bernedan û karê xwe berdewam kirin. Êdî bi saya berxwedana şervanan û xwîna şehîdan peymangh û zanîngehê yên bi zimanê dayîkê hatin birêxistin kirin û bi sedan xwendekar serkeftî xwendina xwe ya di zanîngehan de qedandin.
Ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi xwe avakirin rastî gelek êrîşan hatin û heta niha jî rastî êrîşan tê. Lewra Gavên ku di sala 2012’an dihatin avêtin êdî ber bi şoreşekê ve diçûn. Çirûska şoreşê roja 19’ê Tîrmehê (2012) li Kobanê hat destpêkirin. Piştre li bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir, Hesekê belav bû. Bi rizgarkirina bajaran re, yêdî hêvî û baweriya gelan ya ji bo jiyanek hevbeş û azad xurt dibû, hêzên parastinê her ku diçû bihêztir dibûn.
Piştî 8`ê Berfanbara 2024’an
Bê goman 8`ê Berfembara 2024’an ji bo gelê Sûriyê rojeke dîrokî bû. Piştî ketina rejîma Sûriyê, HTŞ’ê desthilatdariya Şamê bi dest xist û Colanî wekî serok nîşan kir. Herwiha kongireyek li Şamê lidar xist û tevahiya gel û pêkhateyên cuda yên Sûriyê paşguh kir. Di dema dawî de gelek komên çekdar yên girêdayî HTŞ’ê ku kes nizane bingeha wan ji kuderê ye, di derheqê welatiyan bi taybetî di derheqê Elewiyan de, gelek komkujî pêk anîn û di encamê de zêdetirî 1500 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Bi armanca parastina mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê kurd û rêgirtina li ber komkujiyan, Di 11`ê Adarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê Şamê Ehmed El Şeri di peymanek ku tê de xalên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, îmze kir. Li gorî naveroka peymanê ya ku hatiye belavkirin û di dawiyê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê Şamê Ehmed El Şeri îmze kirine, ji 8 bendan pêk tê û wiha ye:
Li ser îmzekirina peymanê jî Fransa Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rêvebirê Şamê de pêşwaz kir û got ev gaveke erênî ya ber bi çareseriya dan û standinê û aştiyê ye ku Sûriye bibe yek û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li pêvajoya veguhastinê ya siyasî bibe.
Herwiha di 13`ê Adarê de Komîteya “Sazkirina Danezana Destûrî” li Sûriyeyê ya ku ji hêla desthilatdariya Şamê ve Ehmed El-Şeri hatiye erkdarkirin, hat îmze kirin.
Pêşnûmeya “Danezana Destûrî” ji bo qonaxa veguhêz a desthilata Şamê, ku ji pêşgotin û 4 beşan pêk tê, hat îmzekirin. Li gorî reşnivîsa destûrê ku hatiye ragihandin, tevahiya gel , pêkhate, ol û etnîkêl li Sûriyê ji mafê xwe bêpar dimînin. Li ser vê bingehê ev destûr ji aliyê kurd, durizî , xiristiyan û Elwiyan ve hat redkirin û li dijî wê gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin.